ÇEWLIG - Herêma Karerê bi çîçekên xwe yên reng bi reng û bi şînkatiya xwe geştiyaran mest dike.
Xwezaya Herêma Karerê ku di navbera navenda Çewligê û navçeya Azakpertê de dimîne, piştî germbûna hewayî û helîna berfê hêdî hêdî zindî dibe. Bi çîçekên reng bi reng û bi keskehiya xwe geştiyaran mest dike.
Li newala ji gundê Cafranê ku di navbera rûbarên Qilawerî û Arayî de ye dest pê dike û heta bajarokê Ilicalarê didome, dîmenên rengîn derdikevin holê. Gelek gund û mezra di vê newalê de ne û her yek ji wan xwedî xweşikiyeke cuda ye. Tevahiya newalê bi çîçekên zer, xemrî, pîvazî, sor, û hwd. xemilî ye. Gihayên weke Kevlo, Gulheş, Sîrê Koyî, Zergun, Pançikê Çîre û Hîroyê jî li vê newalê şîn dibin. Malên ji keviran hatine çêkirin ên terka wan hatiye kirin, pez û xelefkên mêşhingivan ên li ser zinarên bilind, di tevahiya newalê de balê dikişînin.
Gola li herêmê jî xweşikiyeke cuda dide newalê. Welatiyên diçin serdana herêmê, li dora gola ku silûetên malan jî lê ser xuya dikin, wêneyan dikişînin.
MA / Mujdat Can