RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdar ji bo civakîbûna aştiyê tu gavên şênber naavêje û got: “Bi gotinê sifir nabe zêr. Dem dema icraetê ye.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, 1’emîn Kongreya Awarte li eywaneke dawetê ya li navçeya navendî Halîliyeyê li dar dixe. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, wekîlên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Mîthat Sancar û Dîlan Kunt Ayan û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredar, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn.
Li eywana kongreyê wêneyê Abdullah Ocalan ê di dema xwendina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de, wêneyên ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, wêneyê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, û pankartên “Aştî bi rojê hiltê”, “Xweşiktirîn diyariya ji bo dayikan aştî ye”, “Em di jiyaneke sosyalîst de biisrar in” û “Di rêya çareserya ber bi aştiyeke birûmet ve de em hêza teorîk û pratîk silav dikin” hatin daliqandin. Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre ciwanan bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin.
‘ÇAV Û GUHÊ HER KESÎ LI OCALAN E’
Di kongreyê de ji ewil Hevserokên Bajar Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî beşdar silav kirin û spasî kirin. Piştre jî Wekîlê Rihayê Omer Ocalan axivî û got: “Rêya aştiyê li pêşiya me ye. Çav û guhê her kesî li Rêber Ocalan e. Hinek pêşniyarên Rêber Ocalan ji bo Rihayê hebûn. Tişta ji me dixwaze, mezinkirina siyaseta demokratîk e. Riha dikare pêşengtiya vê bike. Em ê bi hev re bixebitin.”
‘ROLA RIHAYÊ MEZINE’
Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar jî bal kişand ser girîngiya pêvajoya nû û got: “Ev rê ne rêyeke hêsan e, bi astengiyan tije ye. Jê re ked divê. Birêz Ocalan bangekî wisa kir ku li tevahiya cîhanê deng veda. Banga berdana çekan kir. Mînaka vê li cîhanê nîne. Aştiyeke li vê derê dê bikare rêya aştiyeke mayinde li Rojhilata Navîn veke.”
‘EM LI BAJARÊ OCALAN IN’
Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî beşdarên kongreyê bi 3 zimanan silav kir û got ku Rihay bajarê berxwedana li dijî zilmê ye. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew li bajarê Abdullah Ocalan in, kesên di şoreşê û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku ew ê têkoşîna wan bi ser bixin.
TOVÊ CIVAKA DEMOKRATÎK
Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku hevkêşeyên Rojhilata Navîn bi qasî şer û pevçûnan, hêviyê jî di xwe de dihewînin û got: “Tovê civaka demokratîk jî di xwe de dihewînin. Em di serdemeke ku pergala kapîtalîst krîzeke kûr dijî de ne. Bedela wê ya herî mezin jî gel, karker û kedkar didin. Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin. Piştî li Sûriyeyê HTŞ bûyî îktîdar, hevkêşeya li Rojhilata Navîn jinûve ava bû. Ev şer û pevçûn biqasî şer û pevçûnan, di heman demê de aştî, çareserî û tovê civaka demokratîk a birêz Ocalan qala wê dike jî dihewîne.”
‘BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK JI BO HER KESÎ YE’
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê û got ku divê ev bang baş were fêmkirin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Berpirsyartiya me ye ku em vê bangê baş fêm bikin û bidin fêmkirin. Ev bang, banga rizgariya bindestan e. Ev bang, ji bo cîbicîkirina mafên nasname, zimanê dayikê yê gelê Kurd e ku tevî bedelên giran jî dev ji têkoşînê berneda. Ev bang, banga hemwelatiya wekhev e. Ev bang, banga avakirina civaka demokratîk û rêya sosyalîzmê ye. Ev, banga avadaniyeke enternasyonale ku sînoran derbas dike. Ji Amerîkaya Latîn heta Erebistana Siûdî li her derê xwedî li vê bangê dekrketin û bersivên erênî hatin dayin. Ev bang, banga serkeftina têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan e. Banga avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a ciwana ye. Ev bang ji bo her kesî ye.
DEMA ICRAETA YE
Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye. Em tenê bi rêya aştî û civaka demokratîk dikarin pêşiya van hêz û ferasetên gefê li civakê dixwin bigirin. Em bang dikin ku hemû egerên vê bangê bên cîbicîkirin. Rêxistinên me gund bi gund, tax bi tax, mal bi mal geriyan û pêvajoya aştiyê vegotin. Em li her derê xebitîn lê mixabin îktîdarê hêj gavek neavêtiye. Pir hêdî û bêcisaret tevdigere. Divê were zanîn ku bi gotinê sifir nabe zêr. Civakeke biewle, bi cîbicîkirina aştiya navxweyî, wekhevîazadî, aştî û xwişk-biratiyê dibe. Ji bo civaka ewle hewceye hebûna Kurdan jî bi qasî ya Kurdan were dîtin û xwedî heman mafên nasnameyê bin. Bi wê pêkane ku ji her baweriyan gel bikarin bi awayekî azad dua û îbadetê de xwe bikin... Wê demê mirov dikare qala aştiyê, xwişk-biratiyê bike.
OPERASYONÊN BINÇAVKIRINÊ Û QEYÛM
Kesên dixwazin aştiyê bikin, bila tavilê dev ji polîtîkaya qeyûman berdin. Bila hemû qeyûman paşve bikişînin û hevşaredar li peywira xwe vegerin. Ev dê bibe geşedaneke girîng. Divê operasyonên di her sersibehê de tên kirin bi dawî bibin. Operasyonên HDK’ê, Lihevkirina Bajar, ÎBB û herî dawî binçavkirin û girtina şaredarên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê. Em van qebûl nakin û şermezar dikin.” Tulay Hatîmogûllari spasiya rêveberiya heyî kir û ji bo rêveberiya nû jî serkeftin xwest.
BERTEK NÎŞANÎ SERERASTKIRINA DI ÎNFAZÊ DE DA
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku li her çar aliyên Tirkiyeyê gel li benda paketa darazê bû û wiha pê de çû: “Mixabin tu daxwazên DEM Partiyê di pêşniyarqanûnê de cih negitin. Me dixwest qanûna Covîdê were berfirehkirin lê pêk nehat. Lewma em dibêjin tu kes dê aştiyê di tepsiya zêr de pêşkeş neke. Aştî tenê bi têkoşîna me ya rêxistinkirî pêkan e.”
‘JINAN PEYAMA XWE DAN’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser meşa duh li Amedê bi pêşengtiya TJA’yê hat lidarxistin û got ku jinan ji bo aştiyê peyama xwe ya xurt dane.”
PEYAMA JI GIRTÎGEHAN
Piştre jî peyama girtiyên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Rihayê şandibûn ji hêla dîwanê ve hate xwendin. Girtiyan, di nameya xwe de beşdar silav kirin, rêveberiya nû pîroz kirin, bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan. Girtiyan, destnîşan kirin ku ew dilsozên her gava Abdullah Ocalan in û gotin ku peywira esasî jî xwedîderketina li geşedanên di çarçoveya paradîgmaya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê” diqewimin e û civakîkirina wê ye. Girtiyan, diyar kirin ku divê rêveber û xebatkarên DEM Partiyî û kesên welatparêz bêhtir bi rola pêşengtiyê rabin, hedefên xwe pêk bînin û piştgiriyê bidin têkoşîna Abdullah Ocalan.
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN
Piştre jî raporên darayî û fealiyetan hatin xwendin. Herî dawî jî Ayşe Surucu û Nîhat Demîrbîleklî weke hevserokên DEM Partiyê yên bajar ên nû hatin hilbijartin.
Kongre, bi gerandina govendê ya li ber stranên Hozan Servan bi dawî bû.