AMED - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku di “Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” de derket holê ku pêdivî vi mekanîzmayên hevpar ên têkoşînê xurt dikin heye û got: “Tora Parlamenterên Jin a ku dê were avakirin, dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Ji Ewropa û Herêma Federe ya Kurdistanê jî gelek jin tev li bûn û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jin bi rêya online tev li bûn. Di konferansê de rol û tecrubeyên jinên Kurd a di siyasetê de hate nirxandin û hate gotin ku ev sedsal dê bibe “Ronansa” jinan û biryara avakirina “Tora Parlamenterên Jin” hate dayin.
KONFERANSÊ RÊ LI BER KELECANÊ VEKIR
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan konferans û biryarên wê nirxand. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku konferans bi coşeke mezin hatiye lidarxistin û got ku têkoşîna jinên Kurd a di siyasetê de hatiye nirxandin û vê jî rewşeke pozîtîf bi xwe re aniye. Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku mîrateya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwe dispêre dîrokê û ew jî li ser vê bingehê têkoşîna siyaseta demokratîk dimeşînin. Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku kesên weke Sakîne Cansiz, Mîna Qazî, Hevrîn Xelef, Leyla Qasim û hwd. sembolên têkoşîna jinên Kurd in.
ARMANC: AVAKIRINA BÎRA TÊKOŞÎNÊ YE
Bi domdarî Newroz Uysal Aslan daxuyand ku di encamnameya konferansê de yek ji xalên herî girîng a derketiye pêş jî avakirina têkoşîna bîra jinê û pêşxistina têkoşîna wê ye û got: “Dîrokeke têkoşîna jinên Kurd heye. Ji ziman heta çandê, ji netewîtiyê heta têkoşîna leşkerî, dîroka wê ya têkoşînê heye. Em jin jî dixwazin hafizeyeke ku vê mîrateyê derdixîne holê biafirînn. Em dixwazin bi vê berê ve li nivîsandina dîrokê binêrin. Ev tenê nayê wateya nivîsandina dîrokeke ji hêla jinan ve, lêbelê em dixwazin hafizeyeke ku jinan jî di nav xwe de dihewîne, serdemên sembolîk, jinên têkoşer û berxwedêr, serpêhatiyên wan, bandora wan di dema xwe de ava kirî û encamên wan jî tê de cih digirin ava bikin.”
'TORA PARLAMENTERAN DÊ TÊKOŞÎNÊ BIHÊZTIR BIKE’
Di berdewama axaftina xwe de Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku di konferansê de li ser mijara ku siyaset di pêşengtiya jinê de pêş bikeve û rêbazên çareseriyê hatiye axaftin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Encamnameyê careke din nîşanî me da ku şêweyên tundiyê yên aqilê mêrê serdest diafirîne, li malê li kolanê û di siyasetê de hev ve girêdayî ye. Vê rewşê bi xwe re pêwîstiya bi mekanîzmaya hevpar a têkoşînê anî. Di wê baweriyê de me ku bi avakirina ‘Tora Parlamenterên Jin’ re dê li dijî tundiya ser jinê, tunehesibandina jinan û tunekirina destkeftiyên jinan hem li li Kurdistanê û hem jî li dîasporayê jinên Kurd refleksên hevpar nîşan bidin. Di heman demê de bi vê torê re dê hêza jinan a di siyasetê de û xuyanîbûna wê zêdetir bibe.”
YEKITIYA NETEWEYÎ
Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku yek ji mijarên di konferansê de hatiye nîqaşkirin jî yekitiye neteweyî bû û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo parastina destkeftiyên xwe, pêdiviya me bi avakirina mekanîzmayên têkildarî yekitiyê heye. Di konferansê de li ser yekitiya neteweyî, avakirina kongreyê, avakirina meclisan, xebatên dîplomasiyê, hevdîtinên bi hêzên navneteweyî re û gelek pêdiviyên din derketin holê. Belkî jî yek ji metnên referansê ya herî girîng ên konferansa li vê derê, pêwîstî, helwest û encama ji Konferansa Yekhelwestiyê ya li Rojava bû.”
MA/ Mujdat Can