COLEMÊRG - Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Onur Duşunmez ê DEM Partiyî diyar kir ku hewceye di pêvajoya nû de di qanûnan de sererastkirin bên kirin û got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.
PKK li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgeriya, 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Bi ser biryarê re 3 hefte derbas bûn lê îktîdar û dewletê heta niha jî tu gav neavêtiye.
Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê û endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Onur Duşunmez, diyar kir ku di serî de girtiyên nexweş divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, sepana tayînkirina qeyûman bi dawî bibe, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK), Qanûna Muhakemeyên Cezayê (CMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) bên guherandin. Duşunmez, got ku heta niha jî di van daxwazên gel de tu gav nehatine avêtin.
'HELWESTA ALÎGIRIYA ŞER DIDOME’
Duşunmez, got ku tevî biryarên PKK’ê jî êriş berdewam dikin û ev rewş jî fikarên gel zêde dike. Duşunmez, wiha domand: “Weke DEM Partiyê em amade ne ji bo aştiyê bedela hewce dike bidin. Lê divê ev êrişên heyî bên bidawîkirin. Bi êrişan re dê encamek ji pêvajoyê neyê girtin. Divê pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, azadiya xwerêxistinkirinê hebe û astengiyên li pêşiya xwebirêxistinkirina demokratîk bên rakirin.”
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Duşunmez, da zanîn ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêj jî girêdayî destûra Wezareta Dadê ye û wiha pê de çû: “Şande, di karin di bin kontrola dewletê de biçin. Rojnameger, parastvanên mafan, wekîl, gel, Dayikên Aştiyê û hwd. nikarin biçin serdana Girava Îmraliyê. Hevdîtinên parêzeran jî tune ne. Tenê di cejnê de hevdîtina malbatê çêbû. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji hêla hiqûqî ve nikare bê vegotin. Ji ber ku pergala li vir girêdayî tu pergala qanûnî nîne, xweser e û rûmeta mirovan binpê dike. Birêz Ocalan aktorê sereke yê aştiyê ye û ji bo vê rola xwe baş bilîze divê ji tecrîdê bê derxistin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Divê Tirkiye mafê hêviyê cîbicî bike. Girtîmayîna birêz Ocalan nayê qebûlkirin.”
Duşunmez, got ku gel li benda sererastkirina înfazê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ez endamê Komîsyona Edaletê me lê heta niha tu tiştek nehatiye ber destê me. Divê ev sererastkirine tavilê bên Meclisê. Divê xalên cihêkar ên di TMK'ê de bên rakirin, rejîma înfazê wekhev bê cîbicîkirin, Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bê rakirin, girtiyên nexweş bên berdan.”
MA / Mazlum Engîndenîz