STENBOL - Danişîna ewil a doza 8 kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatibûn girtin, hat lidarxistin. Ji bo her 8’an jî biryara tehliyeyê hat dayin.
Danişîna ewil a doza 8 kesên di çarçoveya lêpirsîna der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibûn girtin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Danişîn cuda cuda hatin lidarxistin. Kesên tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Her wiha nûnerên partiyên siyasî û saziyan jî danişîn şopandin.
Ji ewil danişîna doza Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros hate lidarxistin. Sema Barbaros got ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên destûra bingehîn tê darizandin. Sema Barbaros, got ku delîl bi awayekî derhiqûqî hatine bidestxistin, tu bingeheke îdiayên li wan tên kirin nînin, got tevlibûna kongreya HDK’ê sûc nîne û daxwaza tehliye û beraetê kir.
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest bi şertê kontrola edlî were berdan. Parêzerên Sema Barbarosê jî daxwaza beraetê kirin. Dadgehê, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat, biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 23’yê cotmehê hate kirin.
DANIŞÎNA KARABACAKAN
Piştre jî danişîna doza Ece Yildiz Karabacak û hevjînê wê Yakup Kadrî Karabacak hat lidarxistin. Ece Yildiz Karabacak îdiayên heyî red kir û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir. Yakup Kadrî Karabacak jî daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.
Dozger jî xwest bi şertê kontrola edlî bên tehliyekirin. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 14’ê Cotmehê hat kirin.
DANIŞÎNA AYNÛR CENGÎZ
Aynûr Cengîz jî di parastina xwe de got ku ji ber tevlibûna civîn û organîzasyonên HDK’ê tê darizandin û bi vê yekê re mafê wê yê xwebirêxistinkirinê hatiye binpêkirin. Aynûr Cengîz, got ku HDK saziyeke qanûnî ye û tawanbariyên tên kirin red dike. Aynûr Cengîzê, daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.
Dozger jî xwest Aynûr Cengîz bi şertê kontrola edlî bê tehliyekirin. Şandeya dadgehê bi şertê qedexeya derketina derve biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 22’yê Cotmehê hate kirin.
‘HEWL DIDIN HDK’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’
Piştre jî li gorî rêzê danişînên Ayşe Bengî Çelîk, Erkîn Barin Goyluler, Melek Kizilocak û Şengul Erdogan hatin lidarxistin. Her 4’an jî tawanbaweriyên heyî red kirin, gotin ku hewl tê dayin HDK were krîmînalîzekirin û daxwaza tehliye û beraetê kirin.
Dadgehê ji bo her çaran jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara tehliyeyê da. Danişîna doza Goyluler taloqî 30’ê Cotmehê, ya Melek Kizilocak taloqî 30’ê Cotmehê, ya Şengul Erdogan taloqî 21’ê Cotmehê û ya Ayşe Bengî Çelîk jî taloqî 23’yê Cotmehê kir.