AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji “1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” ku li Amedê tê lidarxistin re peyamek şand û got: “Divê em bibin pêşengên jiyaneke nû, bi zanista Jineolojiyê em dikarin hem bi çanda gerdûnî hem jî ya xwe plansaziyan çêbikin.”
1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” tê lidarxistin, didome.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ji konferansê re peyamek şand. Peyama Leyla Guvenê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Mizgîn Irgat ve hate xwendin.
Peyama Leyla Guvenê wiha ye:
“Jinên parlamenterên Kurd u tevahiya beşdarvanên konferansê bi rêzdarî û bi dil û can silav dikim…
Siyaset, polîtîka, parlamento, rêveberî, îdarekar, parlamenter, şaredar, parêzger, qeymeqam, midûr, rêveber, perwerdekar, zanyar, karsaz, sermiyanê malbatê, serok eşîr, axa, paşa, qral…
Ji desthiladariya mêran heta temsîliyeta wekhev, jinan tu carî dest ji çanda xwedawenda dayik bernedaye.. Jin; jiyanê diafirîne û wi civakî hêsan dike. Lê belê hişmendiya mêran, ji bo ku jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê dûr bixe, her cure rêbaz bi kar anîne. Hemû teoriyên xwe yên komployê jî wekî ku ‘her kes ji halê xwe razî ye’ pêk anîne. Bi vî rengî têgihîştina rêveberiya demokratîk a kolektîf bi awayekî kronolojîk ji holê hate rakirin. Li şûna wê jî rejîmên dîkta yên yek zilam, rêveberên bê reng û be ruh hatin bicihkirin. Jinan li her dere cîhanê li dijî vê yekê li ber xwe dan. Ji jinên berxwedêr re gotin pîrhebok û ew di distan de şewitandin û ew şandin ber giyotînê û her cure êş bi wan dan kişandin û ew kuştin. Armanc ew bû ku jinan bitirsînin, biqutifînin û wan di nav malê de bihêlin. Di vê mijarê de mixabin heta radeyeke ji serkeftî bûn. Cîhana ku hişmendiya mêran bi rê ve dibe, êdî bûye gerestêrkeke wisa ku mirov nikare li ser bijî. Ji bo ku careke din mirov bikare li ser cîhanê bijî, hemû civak li pey awayekî din ê rêvebirinê ye
MECLIS BI RENGEKÎ NÛ XEMILÎ
Bêguman herî zêde jin ji van rêveberiyên heyî yên despotîk, neteweperest û zayendperest dikişînin. Demeke dirêj e jin li şûna ku gazincan bikin, bi awayekî çalak beşdarî hemû saziyên qada giştî dibin û dixwazin wê hişmendiya rêvebirinê ya demokratîk pêk bînin ku civak li hêviya wê ye. Lê belê ev yek qet hêsan çênabe. Zemîna parlamentoyê tenê yek ji wan zemînan e. Her çend Tirkiyeyê dilê xwe bijandibe welatên rojavayî û di gava ewil de 18 jin wek parlementer hilbijartibin jî, ev rewş pêşve neçûye û her ku çûye paşve çûye. Ev ‘siyaseta vîtrînê’ ya ku nêzîkî sed salî ye berdewam dike, bi biryara Tevgera Siyasî ya Kurd ya temsîliyeta wekhev guherî. Meclisa Tirkiyeyê cara ewil bi coş, cesaret û rengên Leyla Zanayê bi nasnameya jinan re hevnas bû. Pergala desthilatdar jinên Kurd di şexsê Sakîne Cansizê de ya ku di îşkenceyan de li ber xwe da, di şexsê Bêrîvanên xoşewîst de yên ku pêşengiya serhildanan kirin, di şexsê Zîlan, Sema, Bêrîtan û Arînan de yên ku bi ser her cure îxanetê de çûn, nas kirin û di meclisê de jî bi meşa biryardar a hevala Leyla û gotinên wê yên werekî jinên Kurd nas kirin.
Ev kevneşopî bi demê re qet kêm nebû û her ku çu zêdetir bû û berdewam bû. Berî her tiştî ew dîmenê parlamentoyan guherî ku tê de mêrên bi bedlên renggirtî, bi qrawat, zikmezin û bi simbêl hebûn. Her çend di sedsala bîst û yekem de, di 2025’an de hîna jî ne di wê asta pêwîst de be jî, rengînbûnek heye. Eger bi hejmareke ev qas kêm hewaya meclisê guherîbe, gava ku temsîliyeta wekhev pêk were, wê demê dê çi bibe, texmînkirina wê yekê qet ne zehmet e. Jinên Kurd bi saya îdeolojiya rizgariya jinan bi awayekî pozîtîf tevkariyê li wan hemû civakan dikin ku bi wan re dijîn. Ew perwerde û xebatên hişyarbûn, temsîliyeta wekhev, zayenda civakî ku bi tevgerên femînîst re bi awayekî hevpar tên meşandin, bi awayekî pozîtîf bandor li qada siyasî kiriye. Em bi dilekî rehet dikarin bibêjin ku îro di erdnîgariya me de şoreşeke jinan li dar ketiye. Em serbilind in ku em yekemîn partî ne ku me di parlamentoya Komara Tirkiyeyê de temsîliyeta wekhev pêk aniye, serokwekîla yekem hilbijartiye, serokwekîla meclisê hilbijartiye, serokkom hilbijartiye û ji bo gelek peywirên din parlementerên jin hatine hilbijartin. Em dikarin bibêjin ku partiyên din jî li partiya me nêrîn û di mijara jinan de mecbûr man ku hin gavan biavêjin.
LI ROJEVA ŞOREŞA JINÊ
Li Rojava li ser bingeha şoreşa jinan jiyaneke nû ava dibe. Ez ji dil bawer dikim ku modela Rojava dê bibe modeleke wisa ku li hemû dinyayê bê xwestin û daxwazkirin û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a ji bo jinan pêk were. Li başûrê Kurdistanê, jinên pêşmerge, hevalên Leyla Qasimê, îro jî bi dilên xwe yên wêrek di parlamentoyê de jî xebatên xwe didomînin ku bi berdêlên mezin ava kirin. Li Rojhilat, jinên ku ji bo Komara Kurdistanê têkoşiyan, di serî de Şîrîn Elemhûlî, îro jî li dijî zilma molayên paşverû li zindanan li ber xwe didin û di sêdareyan de tên qetilkirin. Aşkera ye ku li van erdan ku ev qas êş qewimîne, pêwîstî bi wijdanê jinan û edaleta jinan heye. Rêya pêkanîna vê yekê jî ew e ku jin di serî de li parlamentoyan, di hemû mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin. Qadên ku polîtîkayên giştî yên welatan tên diyarkirin, heta ku jin di wan qadan de cih negirin, dê ew şans çênebe ku ji bo sûda jinan û civakê tiştek were kirin.
Hemû qadên ku jin vala dihêlin, mêrên desthilatxwaz ên ku ehliyeta wan a wîjdanî tune ye û dijminên îradeya jinan in, cih digirin. Wê demê divê em van qadan bi jinên weke jinan dagirin. Ji ber ku li dinyayê hin jin hewl didin qaîdeyê xera bikin. Ladya Hesinîn Thatcher, Çîller, Akşener û îro jî fîgurên jin ên faşîst û nijadperest ên wekî Le Pen û Melonî her ku diçin zêde dibin. Em dikarin vê rewşê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan deşîfre bikin û wisa bikin ku civak van jinên mêrane nas bikin. Me jinên Kurd gelek tişt xistin nav tecrubeya xwe ya parlamentoyê ya demkurt. Ji niha û pê ve jî divê em pratîkeke wisa nîşan bidin ku hinkûfê soza me ya ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ be. Di demeke wisa de ku em pêşengiya veguherîna demokratîk dikin, biryarên ku em digirin, divê bala hemû civakê bikişînin û dilê civakê rehet bikin. Jin divê mil bidin milên hev û biryarên radîkal bigirin. Bo nimûne gelo mirov dikare biryareke wiha bigire? ‘Kesên ku di sîcila wan de şîdeta li dijî jin û zarokan heye, çi devkî çi nivîskî, qet nikarin bibin parlementer.’ Yan jî ‘Kesên ku keçikan nadin xwendin.’
DIVÊ RASTÎ ESAS WERE GIRTIN
Ji bo ku di mijarên siyasî de zimanê zayendperest neyê bikaranîn, gelo mirov dikare ji bo medya û hemû saziyan qanûnekê derxe? Gelo mirov dikare mecbûriyeta rêziknameya ekolîjiyê ji şaredariyan re bîne? Gelo mirov dikare biryarê bigire ku jin ji carekê zêdetir bibin parlementer? Gelo mirov dikare beşeke mûçeya parlementerên jin bigire û bibexşe weqfeke jinan? Gelo mirov dikare di şaredarî û parlamentoyê de ji bo temsîliyeta wekhev qanûnekê derxe? Hin ji van pêşniyaran jixwe di rojeva tevgera jinan de ne û pêwîst e jin şopdarên vê yekê bin.
Bi kurtasî peywira me ya bingehîn ew e ku em polîtîkayan veguherînin polîtîkayên jinan. Di civaka xwezayî de her kesê li ser bingeha koordînasyona kar û rol jiyaneke demokratîk dimeşandin, em wan serdeman ji xwe re referans digirin û îro xwe plan dikin. Girîng e ku parlementerên jin ji nirxên gel dûr nekevin û bibin pêşengên jiyaneke nû. Girîng e ku mirov îmtiyazên modernîteya kapîtalîst red bike û ziman, uslûb û terza rastiya gel bingeh bigire. Ji bo vê yekê tecrubeyeke me ya gelek mezin heye. Em bi zanista jinan jineolojiyê, her çend em di sînorên çar welatên cuda de bijîn jî, dikarin taybetmendiya herêmî esas bigirin û hem li ser bingeha nirxên hevdem û gerdûnî û hem jî li ser bingeha çanda xwe bername û plansaziyan çêkin.
Em jinên Kurd gelek bi şans in ku em hevalên mirovekî weke Serok Ocalan in. Ji ber ku wî xwebûn nîşanî me da. Ez bawer im ku te konferanseke serkeftî û li gora rihê serdemê pêk were konferans û hemû xebatên we de serkeftin.”
Konferans dê bi rûniştina bi navê ‘Di siyasetê de jin; ezmûnên hevpar ji çar aliyan û Ewropayê’ berdewam bike.
Leyla GUVEN
Girtîgeha Jinan a Sîncanê.”