WAN - Bavê Rojîn Kabaîş a ku bi ser mirina wê ya bi guman re 8 meh derbas bûne, Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku pêvajo tê dirêjkirin, tu agahî bi wan re nayên parvekirin û dozger têkildarî dosyayê tiştekî zelal dernaxîne holê.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê (21) di 27’ê Îlona 2024’an de ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Malbata Rojîn Kabaîşê û polîs 15 saet piştî windabûna wê hatin agahdarkirin. Cenazeyê wê jî 18 roj piştre (15’ê Cotmehê) li gundê Mollakasimê ji hêla Mehmet Emîn Ankay (60) ve hate dîtin. Bi ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê re 8 meh derbas bûn. Di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome û hêj tu tiştek zelal nîne.
Bav Nîzamettîn Kabaîş ku di 22’yê Gulanê de bi dozgerê dosyayê re hevdîtin kir, têkildarî hevdîtinê ji ajansa me re axivî.
BI DOZGER RE 2 SAETAN HEVDÎTIN KIR
Kabaîş, bi bîr xist ku ev 8 meh in dosya biencam nebûye û got: “Dosya di tariyê de ma. Xebat tên kirin lê ji ber biryara nepeniyê, agahî dereng an jî qet nayên ber destê parêzeran. Em çûn zanîngehê, rektoriyê û wargehê. Em çûn serdana serokê baroyê. Em tevî parêzerên xwe çûn dozgeriyê. Nêzî du saetan em li ser dosyayê axivîn. Agahî dan. Îşala di demekî nêz de diyar bibe. Pêvajo tê dirêjkirin û tu agahî bi me re nayên parvekirin. Dozger, der heqê dosyayê de tiştekî zelal nabêjin. Întîhar nîne. Ji ber ku delîlên vê nînin. Niha qet qala întîharê nakin. Gotin ‘xebatên me didomin.’”
ZANÎNGEH Û RAYEDARÊN WARGEHÊ SÛCDAR IN’
Kabaîş, da zanîn ku ji roja ewil heta niha ji zanîngehê û midûriyeta wargehê gilîdar in û ev tişt anî ziman: “Terkexemî kirine. Herî zêde jî wargehê. Ji ber ku Rojîn şevekê neçûye û roja din nîvro haya wan jê bûye. Diviyabû saet di 23.00’ê de hejmartin bikirana. Heke wisa bikirana dê haya wan jê bûbûya. Heke bi telefonê geriyabûna belkî Rojîn îro bijiya. Ew jî bi qasî kujeran sûcdar in. Ya din, xeletiyên zanîngehê jî hene. Hem li aliyê têlê kamera nîne hem jî ronahî tune ye. Li wir dewriye jî nekirine. Ez ji zanîngeh û wargehê gilîdar im. Min der heqê wan de gilî kir lê tu pêşketin di serlêdanê de tune ne. Min ev li dozgeriyê jî gotin. Dozger ji min re got ‘Ev dê piştî pêvajoya dadgehê dest pê bikin.’”
ŞOP HEYE LÊ KUJER TUNE YE
Kabaîş, got ku hevdîtina wî ya dawî li gorî yên berê erênîtir derbas bûye û wiha pê de çû: “Der heqê dosyayê de me agahî giritn. Ricaya me ew e ku aqûbeta vê keçikê bê zanîn û kujer tavilê bên girtin û cezakirin da ku dilê me hinek rehet bibe. Kesên li wê devera tarî ya zanîngehê eraq vedixwarin hebûn. Heta min li wir şûşeyên eraqê dîtin. Her çi bibe li wir bûye. Ricaya min ew e ku kî çi bizane bê parve bike. 32 hezar xwendekar, mamoste û xebatkarên ewlehiyê hene. Niha mihaqeq kesekî tiştek dîtiye. Lê her kes bêdeng e. Tenê li gund şahidek heye ku dibêje wesayîteke spî dîtiye. Emniyet dibêje lêkolîn kirine lê tiştek derneketiye. Di qirik, pişt û destên zarokê de şopên derbkirinê hene. Şop heye lê kujer li holê nîne. Dema kujer hatin cezakirin emê rehet bibin.”
BÊDENGIYA HEVALA WÊ YA ODEYÊ
Kabaîş, bal kişand ser bêdengiya hevala keça wê ya odeyê û got: “Tevî ku zaniye hevala wê nehatiye jî agahî nedaye hêzên ewlehiyê. Ev, bêwijdanî ye. Saet di 18.30’ê de li ser peyamê bi hev re axivî ne lê saet di 22.30’ê de weke tiştek nebe raza ye. Rojîn tune ye lê raza ye. Tu bi kîjan wijdanê radizêy? Li şûna bibêje ‘hevala min nehatiye, gelo dibe ku tiştek bi serê wê hatibe’, bêdeng maye. Ev, tiştekî derexlaqî ye. Heke wê şevê agahî dabûya ewlehiyê, belkî Rojîn wê şevê bihata dîtin. Ji hevala wê heta midûriyeta wargehê, tu kesî peywira xwe bicih neaniye. Ez ji tevekan jî gilîdar im. Heqê li tu kes ji wan helal nakim. Min zaroka xwe teslîmî wan kir lê xwedî lê derneketin. Hêj jî li wargehê pergala kamerayan tune ye û hêj kes li wan deran eraqê vedixwin.”
‘EW CIHÊ TARÎ XETERE YE’
Kabaîş ku bi rêveberiya zanîngehê re hevdîtin kir, got ku cihê keça wê lê jiyana xwe ji dest daye hêj jî gelek xetere ye û wiha qedand: “Min ji rektor re got; ‘Rojîn û lê bil tu Rojînên din neçin.’ Divê li wê noqteyê hişyar bin. Bila ew beredayî li wir eraqê venexwin. Hêzên ewlehiyê hene lê têl tune ne. Li ber derî kontrola nasnameyê tê kirin lê li piştê tu tevdîr nînin. Ew noqteya tarî ji bo xwendekaran gefeke mezin e.”
MA / Rûken Polat