AMED - Di rapora rêxistinên hiqûq û civaka sivîl a têkildarî 20 girtîgehan de hate gotin ku ji lêgerîna tazî heta astengkirina mafê tedawiyê, ji îşkenceyê heta muameleya xerab gelek binpêkirin tên kirin. Her wiha hate gotin ku li hinek girtîgehan her 2 girtî li ser yek cihî radizên.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Baroya Amedê û şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di mehên Çile û Sibatê de li girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê hatine kirin, aşkera kir.
Daxuyanî, li avahiya Şaxa OHD’a Amedê tê dayin û gelek parastvanên mafan tev li bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDa Amedê Ahmet Guler raporê xwend.
BANGA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’
Guler, beriya binpêkirinên li girtîgehan bal kişand ser tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin, mercên înfazê yên giran bên sererastkirin û biryarên DMME’yê yên têkildarî ‘mafê hêviyê’ bên cîbicîkirin. Hewceye di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de qanûn bên sererastkirin. Divê îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan tavilê bê bidawîkirin û der heqê peywirdarên cemaweriyê yên ketina nava kirariyên derhiqûqî de mekanîzmayên lêpirsînê bikevin meriyetê.”
Guler, da zanîn ku rapora wan têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Kampusê yên Amedê (7), Girtîgehên Kampusê yên Xarpêtê (5), Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê, Girtîgeha Jinan a Erzînganê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê, Girtîgeha Hejmar û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Oltu ya Erziromê û Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ye. Guler, got ku zêdetirî 40 caran çûne serdana girtîgehên behsa xeerê û yek ji binpêkirinên sereke jî binpêkrina mafê tenduristiyê ye.
KITEKITÊN RAPORÊ
Di raporê de hate gotin ku sewqên girtiyan ên ji bo revîr û nexweşxaneyan tên vehêlandin, di tedawiyên girtiyan de pirsgirêk derdikevin, girtî bi saetan di wesayîtên rîngê de tên sekinandin, cotkelemçe li girtiyan tê ferzkirin û dema girtî tên tedawîkirin jî cendirme ji odeya bijîşk nayên derxistin.
Bi domdarî Guler got ku çalakiyên sosyal ên girtiyan bi hinceta “ewlehiyê” hatine bisînorkirin, girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin, destûr nayê dayin girtî alav û amûrên xwe bi xwe re bibin. Her wiha hate gotin ku daxwaza sewqkirinê ya girtiyan jî bi mehan piştre tê bersivandin.
ÎŞKENCE Û MIAMELEYA XERAB
Di berdewamê de Guler da zanîn ku li odeyên 3 kes lê tên ragirtin de tenê xwarina ji bo kesekî tê dayin, di dema çêkirina xwarinan de hîjyen tê paşgunkirin, av kêm e, bersiva daxwaznameyên girtiyan nayên dayin, bihayê tiştên li kantînê bi ser bihayê li derve ye, hefteyê du caran zem ji tiştan re tên kirin, di dema têketina girtîgehê de lêgerîneke derusûlî li girtiyan tê ferzkirin, lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên li dijî vê derdikevin jî rastî îşkence û miameleya xerab tên.
PIRTÛKÊN BI KURDÎ TÊN ASTENGKIRIN
Bi domdarî Guler diyar kir ku alav û amûrên girtiyan tên desteserkirin, bêyî ku qanûnek hebe pirtûk û kovarên girtiyan tên desteserkirin, name û pirtûkên bi Kurdî li hinek girtîgehan nayên dayin an jî dereng tên dayin. Her wiha hate gotin ku naveroka nameyên girtiyan tên sansûrkirin.
PIRSGRIÊKÊN GIRTIYÊN JIN DIJÎN
Guler, bi domdarî got ku li ser lêpirsînên disiplînê cezayên hucreyê li girtiyan tên birîn û tehliyeya wan tê taloqkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku paketa hîjyenê nadin girtiyên jin, pedeke bêqelîte tê dayin û girtiyên van pedan bi kar tînin jî nexweş dibin. Her wiha, hate gotin ku girtîgehên girtiyên jin lê tên ragirtin li gorî yên zilaman hatine dîzaynkirin lewma girtiyên jin pirsgirêkan dijîn.
Di raporê de hate gotin ku li hinek girtîgehan her 2 girtî li ser cihekî radizên.
PÊŞNIYAR Û DAXWAZ
Di beşa encamê ya raporê de ev pêniyar û daxwaz hatin kirin:
“* Hewceye mekanîzmayên lêpirsînê yên der heqê peywirdarên li girtîgehan li dijî girtiyan dikevin nava kirariyên derhiqûqî de bi awayekî çalak bikevin meriyetê. Têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn, saziyên neteweyî û navneteweyî bên agahdarkirin û serlêdanên pêwîst bên kirin.
* Ji ber ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nikarin bi tena serê xwe sexbêra xwe bikin, divê bên berdan û înfaza wan were taloqkirin. Divê nirxandina girtiyên nexweş di her şert û mercan de li gorî nêzikatiya klînîk be û girtiyên ku raporên wan ên dibêjin nikarin di girtîgehê de bimînin tavilê bên berdan.
* Divê Xala 16’an a Qanûna Înfazê di çarçoveya pêdiviya girtiyên nexweş de bê guherandin.
* Sepana lêgerîna nava dev ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye û hemû usûlên lêgerînê yên qedexe divê bên bidawîkirin û girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan bên kirin.
* Divê xwarin û vexwarina girtiyan bitendurist, têr û baş be û teqwiyeya vîtamînê bê kirin.
* Divê li girtîgehan hejmara xebatkaran birêkûpêk û zêde be. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngê, bi wesayîtên ji bo tenduristiyê guncav sewqî sazî û nexweşxaneyan bên kirin.
* Yek ji pêdiviyên sereke av e û ev demeke dirêj e li gelek girtîgehan pirsgirêka avê nayê çareserkirin û ev yek êdî derbasî qonaxa binpêkrina mafê tenduristiyê bûye. Ji bo paqijiya şexsî ya girtiyan, divê bi lezgînî malzemeyên hîjyenê bêpere bên dayin û beriya her tiştî jî pirsgirêka avê were çareserkirin.
* Ji bo girtî di şertên bitendurist de bijîn, divê alav û amûrên paqijiyê jê re bên dayin û ji bo pêşîlêgirtina şewb û nexweşiyan jî hewceye di mijarên tenduristî û paqijiyê de bi hûr û kûr were tevgerîn.
* Hewceye pirsgirêkên girtî di mijarên ragihandin û serlêdanên nivîskî de bên çareserkirin, di rewşên awarte yên li girtîgehan de (sirgun, sewq, nexweşiyên şewbê û hwd) malbat û parêzer bên agahdarkirin û derfetên têkilîdanînê bên avakirin.
* Divê miameleyeke însanî ya li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî li dijî girtiyan û malbatên wan bê kirin. Bi navê ewlehiyê bên kirin jî, lêgerînên di têketina girtîgehê de divê ne li dijî rûmeta mirovan bin. Divê der heqê xebatkarên van sepanan cîbicî dikin de kirariyên qanûnî bên destpêkirin û ji dozgeriya girtîgehê re bên şandin.
* Îşkence û miameleya xerab ên li girtîgehan li dijî girtiyan tên kirin divê tavilê bên bidawîkirin û der heqê peywirdarên ketine nava tevgerên derhiqûqî de mekanîzmayên lêpirsînê bi awayekî çalak bikevin meriyetê.
* Endam û peywirdarên lijneyê; tespît kir ku divê têkildarî rejîma girtîgehan, mercên fîzîkî û miameleyên derhiqûqî yên li dijî girtiyan dixin meriyetê de venêrîneke îdarî û darazî bê cîbicîkirin. Divê li gorî Protokola Pêşîlêgirtina Îşkence û Mialameneyên Zalimane, Dermirovî û Rûmet Şikandinê were tevgerîn û em bang li hikûmetê dikin ku ji bo avakirina mekanîzmayên venêrînê yên serbixwe, tavilê dest bi xebatan bike.”