TJA: Em aktorên pêvajoyê ne

  • jin
  • 13:57 17 Gulan 2025
  • |
img

AMED – TJA’ê der barê biryarên kongreya PKK’ê daxuyanî da û diyar kirin ku ew di rêvebirina pêvajoyê de aktor in û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi biryar in ku bi hişmendiya jinê, bi ruh û piştevaniyê, li ser esasê konfederalîzma jinê sedsala 21’mîn veguherînin sedsala jin û gelan.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê kogreya PKK’ê ya ku di 5-7’ê Gulanê de pêk hatibû daxuyaniyek niviskî weşand. Daxuyanî bi sernava “Bi ruhê jin, jiyan, azadî ve em civaka demokratîk û komunal ava bikin” hate weşandin, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şanaz in ji bo şahidiya serdema pêkrewaniya ku di dîroka mirovahiyê de kêm rû daye.”
 
Daxuyaniya TJA’ê wiha ye: 
 
Di dîroka me de mîrateya ku me wergirtî, me bi ruhekî azad û bi berdêlên giran heta îro domandî. Bi keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em wek jin, gelan, komên olî û pêkhateyên neteweya demokratîk bi hemû rengên xwe bi hevre çand, aborî, hiqûq, tenduristî û perwerdehî û di qadên dîtir ê jiyanê ku emê xwe bi paradîgmaya demokratîk, ekolojik û azadiya jin birêxistin bikin, li ser hîmên sosyalîzmê armanca me ya aştî û avakirina civaka demokratîk xurt bûye.  
 
Rêberê Gelê Kurd bi perspektîfa “Jin mêtingeha yekemin e, heta jin azad nebe civak azad nabe” ve nexşeya me ya têkoşînê diyar kirî. Bi vê baweriyê jinên Kurd, saziyên xweser ava kirî û Îdeolojiya Azadiya Jinê pêşxistî û li gorî hîmên jîneolojiyê bûne pêşeng ji bo avakirina jiyana azad. Nîşaneya dijminatiya li hember jinê hemû cûre tundî, destdirêjî û polîtîkayên zayendperestiyê veguheriye sazûmaniyê û vê yekê di civakê de birînên kûr vekirî. Tevgera Azadiyê, ji xwe de dest bi perspektîfa ‘Hevjiyana Azad’ kirî û bi vê perspektîfê de bibiryar e ji bo veguherandina têkiliya jin û mêr ê ku bûye jêderka pirsgirêkên civakê. Destkeftiyên wek pergala hevserokatiyê, der barê azadiya jinê de îlham daye cîhanê. 
 
‘JI BO TÊKOŞÎNÊ QONAXA NÛ’
 
Erdnîgariya Kurdistanê destpêka dîrokê de ji bo mirovahiyê bûye warê destkeftinê û di qeyranên pergala nûjen de nirxên demokratîk afirandî. Serkeftina xwe dispêre çanda dîrokî ya qedîm û berdêlên giran ên k udi oxira têkoşîna azadiyê de daye. Tevgera azadiyê, bêyî ku bikeve nava dogmatîzmê her tim xwe nû kirî û xurt kirî, bi vê yeke ve derfeta veguherandina dîrokî zeft kirî. Ev dînamîzm êrişên herî hovane yê dîrokê vala derxistî û li Rojava hêzên demokrasiyê kirî diyardeya dîrokî.
 
Rêzdar Ocalan bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê sîtava wêrekiya serdemê ye. Ji bo hêzên serdest hewcedarî bi esagirtinê vê hêzê çêbûye û bûye wesîle ji bo qonaxeke nû. mekanîzmayên wek komun, meclis û siyaseta demokratîk a tevgera azadiyê dê bibe bingeha qonaxa nû. Têkoşîna aştiyê bi avakirina civaka demokratîk û sosyalist dê encamên herêmî û navneteweyî biafirîne. Bingeha jiyana sosyalist, azad û wekhev dê xwe bispêre azadiya jinê û deriyên ronesanseke nû veke ji bo avakirina civaka demokratîk.
 
Ruhê demê rûmeta pêşengî û berpirsiyariya vê pêvajoyê bexşî me kirî. Rastiyek heye kesên ku vî ruhî tênegijîn dê şûnde bimînin û ev peyamek e ji bo famkirina dînamîkên pêvajoyê. Avakirina civaka demokratîk banga rêzdar Ocalan û yek ji biryarên kongreya PKK’ê ye û armanc dike ku ne tenê gele Kurd herwiha gelen li Tirkiyeyê, jin, ciwan, astengdar, komên olî, ziman û çandên dîtir bi hevre azad û wekhev bijîn. 
 
‘DIVÊ HERKES BERPIRSIYAR BE’
 
Jiyana ekolojik, azadiya kedê, wekheviya di têkiliya navbera jin û mêr hîmên esasî ne di civaka demokratîk û sosyalist de. Her wiha pergala jiyanê ye ji bo gel bi biryarên kolektîf û bi îradeya cewherî xwe rêvebibin. Ev modeleke wisa ye ku Çiyayên Kurdistanê, bi pelên serhildêr ên Behrareş, deştên Çukurovayê û darên zeytûnê yên Egeyê re ahengsaziyekê ava bike û dewlemendiya çandî bijî. Di têkoşîna demokrasi û azadiyê de erk û berpirsiyarî dikeve ser milê hemû pêkhateyên civakê. Divê îktîdar, Meclîs û hemû dînamîkên siyasetê ji bo serkeftina civakê gav biavêjin û berpirsiyar bin.
 
Birêz Ocalan gotibû, divê ji bo rêvebirina pêvajoyê divê mercên xebatê bên avakirin. Divê girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan, dawî li polîtîkayên qeyûm bê û îradeya gel were qebûlkirin. Her wiha hemû qanûnên dij demokratik çi çerçoveya hiqûqî û destûra bingehîn de li Meclîsê bikeve rojevê, dê bendewariyên gel zêde bibin der barê samîmiyeta dewletê de.
 
Çareseriya hiqûqî û îdeolojîk a der barê kuştina jinan de divê xebata tevgerên femînîst û tevgerên jinan esas bê girtin û gavên ciddî bên avêtin ev yek ji bo civaka demokratîk pêwîst e. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin, zewaca zarokan tê rewakirin, polîtîkayên bêceza dewam dikin û di rewşeke wiha de ne mimkun e aştî pêk were. Ji bo gavavêtinê, divê tenê benda îradeya hinek kesan neye hiştin. Rola jin, ciwan, ekolojist, femînîst, û rêxistinên civakî di van pêvajoyan de û di aştiya civakî de girîng e. Bi vî haweyî, vê pêvajoya ku bi destkeftiyên mezin ve avabûyî, dê bi mîsogerbûna nirxên demokratîk ve veguhere rûpleke dîrokî.
 
‘EM AKTORÊN PÊVAJOYÊ NE’
 
Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinê ya ku xwe dispêre felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û hişmendiya ‘xwebûn’ê  rastiya gelekî ku xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derdikeve avakirî. Jinên ku nikaribûn ji malen xwe derbikevin bi îdeolojî û polîtîkayên tevgera azadiyê di her qadên jiyanê de det bi pêşangiyê kirî. Di çerçoveya ezmûnên dîrokî de, wek TJA’ê di rêvebirina vê pêvajoyê de em xwe weke aktor dibînin. Li gel têkoşîna aştiyê, bi hevrêyên me yên di zindanan de, bi Dayikên Aştiyê û bi hemû pêkhateyên civakê em mê civaka demokratîk avabikin. Di şer de jin êşa mezin dikşînin û dê pêşengiya wê ya ji bo aştiyê jî bibe hevseng ji bo pîroziya jiyanê. Ji bo vê armancê, kûrbûna îdeolojîk, rêxistinkirin û daxwaza me ya mezinkirina têkoşînê her bidome. Em bi biryar in ku bi hişmendiya jinê, bi ruh û piştevaniyê, li ser esasê konfederalîzma jinê  sedsala 21’mîn veguherînin sedsala jin û gelan.
 
‘DÊ MEŞA ME YA AZADIYÊ BIDOME’
 
TJA’yê di konferansa xwe ya 5’mîn de destnîşan kirî ku bingeha civaka demokratîk û azad bi azadiya jinê û bi gihîştina mêr ji bo nasnameya sosyalîst a wek Prometheus ve pêkan e. Mercên pêwîst ji bo civaka demokratîk sosyalîst, di nava nirxên têkoşîna azadiya jinê de cihê xwe digre. Ji bo vê yekê, em wek jin di avakirina civaka demokratîk ku banga serdemê ye, em ê bi gele xwe re li ser kokên xwe heta dawiyê ji bo jiyana azad têbikoşin. Em ê xwe berpirsiyar bibînin ji bo hewldanên aştiyê û guftûgoyan. Em dizanin ku aştî tenê qada siyasetê ve nayê sînordar kirin em ê li ser hîmên jîneolojiyê meşa xwe ya azadiyê ber bi cîhanê ve bidomînin.
 
Tevgera Azadiyê, bi çanda têkoşînê ve ruh û hişmendiyek nû avakirî. Em ji bo qonaxa nû ya têkoşînê, bi hêza kevneşopiyê û bi kelecana pêşerojê ve xwe amade dikin ji bo vî ruhî bijîn. Bêyî ku em nirxên ku dîroka meya têkoşînê afirendî ji bîrbikin, emê wan mezin bikin, bi ruh û hişmendiya azadiyê ve mezin bikin û bi nêrîna jinê ve estetîze bikin û em ê bibin pêşeng ji bo civaka demokratîk. Ji bo vê em ê bi ezmûna xwe ya îdeolojî, çandî ve rêxistin bibin û bibin gerdûnî. Em girêdayîna xwe ya bi hemû nirxên têkoşîna azadiyê rave dikin. 
 

Sernavên din

11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN