Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn

  • rojane
  • 13:46 17 Gulan 2025
  • |
DÊRSIM - Bi hezaran kesên ku beşdarî bîranîna ji bo Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan a li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bûn soza domandina têkoşîna wan dan. 
 
 
Qadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê hatin bibîranîn. Malbatên Altûn û Kaytan, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Dersimê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, nûnerên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr tevlî bîranînê bûn.
 
Girseya ku bi berxwedanê astengiyên dewletê derbas kirin li Qada Seyîd Riza ji aliyê malbatên Kaytan û Altun ve hatin pêşwazîkirin. Malbatên Altûn û Kaytan bi vexwandina Gulbang û beytan hatin bîranîn. Bîranîn bi xwendina helbesteke ku Alî Haydar Kaytan dewam kir. Qutbûna elektrîkê ya li navendê, bi çepikan hat protestokirin. Girsê di meşê de siloganên "Çerxa Şoreşê" gotin û piştre siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu axaftinek kir û wiha got: "Vê erdnîgariyê şahidî ji komkujî û berxwedanên herî mezin re kirine. Ji malbatên Altûn û Kaytan re sersaxiyê dixwazim." Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Girsê piştî peyamê bi deqîqeyan siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
BAYINDIR: EM Ê ŞÎNÊ NEGIRIN 
 
Hevserokê DBP'ê keskîn Bayindir diyar kir ku Altûn û Kaytan 33 salan di sîwana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşiyan e û got, "Ew sembola rastiyê bûn. 50 salan ji bo gelê Kurd û bindest xwe nas bikin, ji bo rûmeta xwe nas bikin û bigihêjin azadiya xwe bêwestan têkoşiyan. Ew hevrê û pêkanînerên rastiyê ne. Em ê şînê negirin." 
 
Bayindir bi bîr xist ku tevî Altûn û Kaytan bi hezaran kes tevlî rêwîtiya heqîqetê bûne û wiha got: "Bi deh hezaran Derwêş û Adulêler rêwîtiya heqîqeta we didomînin. Ji bilî yên ku nivîsên xwe dibînin, dizanin û dixwînin, gelê Kurd û gelê Kurdistanê wan nas dike. Berpirsyarî û wezîfeya me giran e. Her cara ku em yek ji şehîdên xwe ji bo razanê radikin, em berpirsyariyê hildigirin ser milê xwe. Îro hêviya aştiyê derketiye holê. Em ê têkoşîna wan mezin bikin û bidomînin. Di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de Banga Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin û didome. Em dixwazin hemû hevalên me, lêgerînerên heqîqetê vê têkoşîna serkeftinê bibînin. Îro di têkoşîna aştiyê de xwegihandina qonaxekê jî bi saya şervanên  heqîqetê ye. Em ê ji bo bi hezaran Devrîş ên ku me ew razandin şînê negirin; li şûna vê em ê wan bi anîna azadî û aştiyê ji bo van xakan bi rûmet bikin Gelê me wê bi vê berpirsyarî û wezîfeyê têkoşîna xwe bidomîne. Oxir be Derwêşê Dêrsimê."
 
MEBYA-DER: EW RÊBERÊN ÇIYA BÛN 
 
Rêvebera Komeleya Piştgirî, Yekîtî û Çanda Malbatên ku Hezkiriyên Xwe Winda Kirine di Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) Emîne Kaya axivî û wiha got: "Têkoşîna me ya Azadiyê ku rastiya Kurdistanê ya hatiye înkarkirin, binaxkirin û ji bîrkirin - derbasî qonaxeke nû bûye. Têkoşîna me ya 52 salan bi hemû heybeta xwe didome. Ji bo yên ku xwe ji bo azadiyê sond xwarine, ev yek bi ti awayî ne dawî ye lê destpêkeke nû ye. Yên ku bi dildarî bi azadiyê ve girêdayî ne, ji bo wê her kêlî xwe feda kirine; li her bihosta Kurdistanê bi gotina 'Cil û berek e' gav avêtin û tovên azadiyê çandin. Ruhê wan kesên ku silav didan hev û heta hetayê dimeşiyan; yên ku li axaftinekê guhdarî kirin û nîv sedsal meşiyan ew tişt e ku me bi hêz hişt û em anîn roja îro. Em bi hêsanî nehatin roja îro; ev rêya ku kesên ji jiyanê hez dikin ji bo wê bimirin vebû ku em anîn vê derê. Gelek lehengên me tevlî vê karwanê ku bi hevrê Hakî Karer re dest pê kir, bûn. Li ser vê bingehê em şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşînê bi hezkirin û minetdarî bi mînetdarî bi mînetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna şehîd Alî Haydar Kaytan (Fuat) û sembola 'Hevrêtiya Azadiyê' li ber bîranînên wan bi rêzdarî ditewînin. Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hevrêyên hev bûn, di nava yên destpêkê de cih girtin. Baweriya xwe bi têza 'Kurdistan mêtingeh e' anîn û bi gotina 'israrkirina di mirovahiyê de israrkirina di sosyalîzmê de ye' girtin; ketin nava têkoşînê. Evîndarê çiyê bûn, derwêş bûn, hawarî bûn, bûn rêber."
 
Bername bi xwendina helbesta Alî Haydar Kaytan a "Ez mirov bûm" a ji aliyê Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgör dewam kir. 
 
Bîranîn bi belavkirina lokmayê, malbatên Altûn û Kaytan sersaxî qebûl kirin. Piştre malbatan berê xwe dan Kafeya Altiustu û li wir taziye qebûl kirin.
 
 

Sernavên din

17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin