'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'

  • rojane
  • 11:27 16 Gulan 2025
  • |

AMED -  Çaran, di 17'ê Gulana 1982'an de li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an bedena xwe dabûn ber agir. Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş ê bi Çaran re li Girtîgeha Amedê maye wiha got: “Pêvajoya ku em îro tê de derbas dibin, mîrateya Çaran e."

Di 12 Îlonê 1980’an de li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbû. Piştî darbeyê rejîm, Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Hejmar 5’an vediguherîne navenda îşkenceyê. Di pêvajoyên darbeye de Çaran, li dijî zext û zordariya rejîmê bedena xwe didin ber agir. Piştî çalakiya Çaran 43 sal derbas bû. Di nav Çaran de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn ve Necmî Oner hebû. 
 
Di çalakiya 17'ê Gulana 1982'an de Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş jî li heman girtîgehê bû. Bariş şahîdiya xwe ya wê demê anî ziman ku ew li kêleka qawîşa Çaran maye û beriya pêvajoya girtîgehê Ferhat Kurtay ji Merdînê nas kiriye. Bariş da zanîn ku di Tîrmeha 1981’an de ew birine Girtîgeha Hejmar 5’an û got, “Wê deme heval beriya min, di 1979’an de, hatibûn girtin. Ji ber vê yekê ew di qawîşa 33’an de, em jî ya 34’an de diman. Di navbera me de korîdorek hebû, di navbera deriyên me de 2 metre mesafe hebû.  Em ne li heman cihê bûn lê li kêleka hev bûn.” 
 
HOVÎTIYA HERÎ GIRAN  
 
Bariş da zanîn ku çalakiya Çaran, di pêvajoya zext û zordariya herî dijwar de çêbû û axaftina xwe wiha domand: “Beriya çalakiya Çaran, Mazlûm Dogan di qawîşa 35’an de jiyana xwe dest da. Newroza 21’ê Adarê bi canê xwe pîroz kir. Nexwe heval bi xwe bi hev re xebitîbûn û hev jî nas dikirin. Çaran ji bo bikaribin bibin bersiva çalakiya Mazlûm Dogan di qawîşa 33’an de biryar girtibûn û li ser vê esasî çalakî lidarxistin. Dibû bi awayekî din jî çalaki lidarbixistana lê bedena xwe li ber agir danîn ji bo nîşandana zehmetiya jiyana girtîgehê girîng bû û bi vê çalakiyên xwe jî serketin.”
 
DENGÊ TEQÎN Û SLOGANAN  
 
Bariş li ser şeva ku Çaran bedena xwe dan ber agir axivî û wiha got: “Di seat 04:00’an de dengê teqîn û qîrîn hat. Tu kes bawer nedikir ku li girtîgehê teqînekî wiha çêbibe. Pace û deriyên me hejiyan. Bêhna boyaxê hat. Pişt re jî denge sloganan hat. Gelemşe çêbû û 3-4 deqe şûn de gardiyan hatin gotin dûr bikevin û ketin hûndir. Piştî 45 deqe Esat Oktay hat. Dengê leşkeran dihat, agahî dabûn rêveberiya girtîgehê. Ji bo paqijî ji me 12 kes xwestin. Me jî di nav xwe de yekeya paqijiyê avakir. Me ji wan re got 'Heta cihê bûyerê hûn çi bibînin ji me re bibêjin.' Piştî 15-20 deqeyan hevalên me vegeriyan û çi qewimiye ji me re gotin. Navên hevalên Çaran li korîdorê li ser maseyekî dîtibûn û ji me re gotin. Me jî fêm kir ku çalakiyeke mezin pêk hatiye.”
 
Bariş da zanîn ku di roja duyemîn de hevalekî ji Cizîrê ji qawîşa wan hatiye cem wan û behsa bûyerê kiriye û wiha axivî: “Dema me guhdar kir, armanca çalakiyê zelal bû.  Li girtigehê tu mafê mirovan tûnebû û tenê hovîti hebû. Li Girtîgeha Hejmar 5’an de rojane nêzî 4-5 hezar kes rastî îşkenceyê dihatin. Ji siharê hetanî êvarê dengê îşkence dihat. Bê navber sirûdên xwe didan guhdarkirin û mirov dixistin hûndirê kanalîzasyonê. Dema girtî ji cihêkî derbasî cihêkî din dibûn, bi nizama leşkeri dibirin. Ev hovîtî bi deste Esat Oktay Yildiran dihat kirin. Nîşaneyên mirovahiyê nemabû, ev zilm jî bû sedema vê çalakiyê. Bedelên mezin hatin dayîn. Jixwe tenê çalakiyekî bi vî rengî dikaribû me ber bi serkeftinê ve bibe. Ji bilî vê ev hovîtî dê dewam bikira.” 
 
ENCAMA BERXWEDANÊ
 
Bariş, bi bîr xist ku Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz piştî çalakiya Çaran a 14'ê Tîrmehê di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “ Heval wê demê jî berxwedaneke mezin nîşan dan. Ev jî bû sedema guherîna rêveberiya girtîgehê. Şert û merc baştir bû û ev yek encax bi berxwedaneke mezin pêkan bû. Di encama van berxwedanan de li girtîgehê guherînên mezin çêbû û ji bo girtiyên ne siyasî jî bandorekî mezin avakir. Ji xeynî girtiyên siyasî, nasîna îradeya heyî pêkan bû. Îro jî her çiqas di heman polîtîkayê de israr bikin jî encamnegirtina wan encamê berxwedana wê deme ye.”
 
‘EV PÊVAJO MÎRATEYA ÇARAN E’
 
Bariş, da zanîn ku divê ji wan rojan ders bê girtin ku pêvajo bi yek milî nayê meşandin û wiha got: "Divê li her qadê mirov ji bo mafên xwe têbikoşin. Yek kes be jî, divê ev maf bê qebûlkirin. Eger tu hestên dijminatiyê geş bikî dê dijminatî mezin bibe. Ji welatên din gelek mînakên wê hene, li gelek deverê bi salan têkoşîn hatiye dayîn û mafên çandî, siyasî û demokratik hatiye bi dest xistin. Em jî civakeke wisa ne. Jiyana ku em îro dijîn bi saya mîrateya ku Çaran ji me re hiştiye ye, divê dewlet ji bo aştiya bi rûmet çi pêwîst be, bike û wisa nêz bibe. Tevgera ku bi Çaran destpêkiriye îro bandor li ser tevahiya cihanê dike. Ev yek bi saya keda wan çebû û ez bi rêzdarî wan bi bîr tînim.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

14/06/2025
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin