Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin

img
AMED - Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Remzî Kaymak û Serokê SP’ê ya Amedê Abdurrahman Ergîn diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mafên destûra bingehîn ên Kurdan bên naskirin.  
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û PKK’ê jî di danezana 12’emîn Kongreya xwe de got “me xebatên xwe bi dawî kiriye.” 
 
Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Remzî Kaymak û Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn, têkildarî biryarên PKK’ê axivîn. 
 
Remzî Kaymak, diyar kir ku ji bo aştiyê tişta ji dest tê ew ê bikin û got: “Em biryarê erênî dibînin. Divê qîmeta vê were zanîn. Êdî bila ne dayik ne jî bav û zarok negirîn. Divê Kurd di destûra bingehîn de bên pênasekirin. Divê mafên wan di çarçoveya destûra bingehîn de bên dayin. Heke ev kar bi ser keve, em ê ji bo welatên Rojhilata Navîn bibin welatekî mînak.” 
 
‘BI LIHEVKIRINA CIVAKÎ RE FIKARÊN HEYÎ DIKARIN JI HOLÊ BÊN RAKIRIN’ 
 
Abdurrahman Ergîn jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êşên giran hatine jiyîn û ev tişt anî ziman: “Lê ji bo ev êş bi dawî bibin, aştî şert e. Biryara fesixkirinê û çekdanînê ya PKK’ê ji bo hizûr û aştiyê gelek girîng e. Ji vir û şûnde divê li gorî daxwaza gel, ev mijar li Meclisê were axaftin û ev meseleye di çarçoveya maf, hiqûq û edaletê de bê çareserkirin. Li hêla din fikarên gel jî hene. Tecrûbeyên berê rê li ber van fikaran vedikin. Ji bo çareseriyê, divê jidilbûnek hebe. Divê kes nekeve pey dengan û mesele di çarçoeya maf, hiqûq û edaletê ya lihevkirina civakî esas digire bê çareserkirin. Civiyana partiyên muxalefetê, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û hwd. girîng e û dê bandoreke erênî bike. Ev fikarên heyî bi vî awayî dikarin bên tunekirin.” 
 
‘DIVE MEKANÎZMAYA EDALETÊ BÊ CÎBICÎKIRIN’ 
 
Ergîn, anî ziman ku girîng e ku ji vir û şûnde mekanîzmaya edaletê bê cîbicîkirin û wiha pê de çû: “Ev meseleya divê ji hêla destûra bingehîn ve bê misogerkirin. Qanûn, li Meclisê tên dayin. Bi tunehesibandina Meclisê re ev meseleye çareser nabe. Divê siyasetmedar ji ber muxalîfbûna xwe neyên girtin û li şûna wan qeyûm neyên tayînkirin. Di mijara ziman û çandê de divê temînateke destûra bingehîn hebe. Ev ne tenê bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîng e.” 
 
‘ARGÛMANÊN DIJBERTIYÊ ÇÊDIKIN DIVÊ BÊN TUNEKIRIN’ 
 
Ergîn, bi lêv kir ku di encama polîtîkayên înkar û pişaftinê yên ji destpêka komarê heta niha de neheqî û derhiqûqtiyên pir mezin hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Zilmeke mezin hate kirin. Êşên mezin hatin kişandin û bedelên giran hatin dayin. Ji bo êdî ev neyên jiyîn, divê gelê me bibêje ‘me ev welat bi hev re ava kir û divê em xwedî heman mafan bin.’ Anku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û pêşiya wî were vekirin, divê cihêkariya aborî ya li dijî herêmê bê bidawîkirin, nasname û çand bê naskirin û di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Ev meseleye ne tenê dikare bi polîtîkaya navxweyî were çareserkirin. Aliyê wê yê herêmî û navneteweyî jî heye. Dema Tirkiyeyê bi Bakurê Iraqê û Sûriyeyê re têkiliyên baş danî, ev dê destê Tirkiyeyê gelek xurt bike. Ji bo vê jî divê li hundir dev ji zimanê cihêkar û sorkirinê berdin. Bi vê re dê aramî û aştî bê.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

18/05/2025
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da