Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe

  • rojane
  • 09:20 14 Gulan 2025
  • |

ŞIRNEX - Eynete Akil a 60 salî ku di rêveberiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de cih digire û bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dibîne, got: “Ji bo ku zimanê dayikê tune nebe ez li vir im. Divê em nehêlin zimanê dayikê tune bibe.” 

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, bi salane li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatên çand û ziman dimeşîne. Dayika Eynete Akil a 60 salî, di rêveberiya komeleyê de cih digire û xizmetê ji zimanê Kurdî re dike. Eynete Akil ku hem fêrî ziman dibe û hem jî di rêveberiyê de cih digire, behsa giringiya zimanê dayikê kir. 
 
DI 60 SALIYA XWE DE JÎ JI BO ZIMAN TÊDIKOŞE
 
Eynete Akil, anî ziman ku ew bi zimanê dayikê mezin bûne lêbelê zarokên niha rastî her cureyên pişaftinê tên û ji bo ku pêşî li vê xetereyê bigire ew di nav xebatan de cihê xwe digire. Eynete Akil, got: “Îsal min di nav xebatên komeleya Birca Belekê de cihê xwe girt. Ji bo ku zimanê dayikê tune nebe ez li vir im. Bi zimanê dayikê xwendin, nivîsandin hesteke pir xweşe. Zarokên me her roj rastî pişaftinê tên. Em naxwazin ku zarokên me bi zimaneke din mezin bibin, naxwazin ku zimanê me winda bibe. Dixwazin ku zarok bên komeleya me perwerdehiya bi ziman bibînin. Em bi zimanê xwe hene. Heke ku ev çand û ziman nebe em tune ne. Dayik êdî bi zarokên xwe re Tirkî diaxivin û ev jî xetere ye. Emrê min 60 sal e û ez ji ber vê têm vê derê û dixwazim ku her dayikek jî xwedî li zimanê xwe derbikeve. Em dixwazin ku her dayikek zarokê xwe bîne vê derê ku zarok fêrî zimanê dayikê bibin."
 
BANDORA JINAN A LI SER ZIMAN
 
Eynete Akil, bi lêv kir ku her dayikek mamosteya zarokê xwe ye û got ku rola jinan a li ser zimanî pir zêde ye û wiha berdewam kir: “Bandora dayikan a li ser zarokan pir zêde ye. Îro dayik çi nîşanî zarokê xwe bide dê wê bizanibe. Bav mêvanên malê ne lê jin ne wisa ye, jin xwediya wî zarokî û malê ne. Kesa ku zarokî perwerde dike dayik in. Zimanê me nebe tişteke me tune ye. Ji ber wê li vir em têkoşîna ziman didin. Em dixwazin zimanê me li nexweşxaneyan, li dibistanan û di hemû saziyan de bê axaftin. Zimanê me niha di asta xeteriyê de ye. Ji ber wê jî berpirsyariya ku dikeve ser milê jinan pir zêde ye. Zimanê Kurdî ji her tiştekî xweştir e. Kî ji zimanê xwe şerim bike, ji dayika xwe jî, çanda xwe jî şerm dike.”
 
'BILA BÊN EM BI HEVRE TÊKOŞÎNA ZIMAN BIMEŞÎNIN’
 
Bi domdarî Eynete Akil xwest jin û dayik zarokên xwe bînin komeleyê û fêrî ziman bikin û ev bang kir: “Divê ku li her kolanekî, taxekî, bajarekî, gundekî em bi zimanê dayikê biaxivin. Ev zimane dewletê nedaye me, ziman dema ku mirov ji nû dayik dibe Xwedê dide. Zimanê me jî Kurdî ye û em jî dixwazin ku zimanê me winda nebe. Banga me ji dayikan û jinan re heye ku zarokên xwe bînin komeleya me û fêrî ziman bibin û bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. Bila bên em bi hevre tekoşîna ziman bidin.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

18/05/2025
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da