Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve

img

KONYA - Parêzer Eylûl Yaylaci da xuyakirin ku eger dewlet gavan biavêje, wê çareseriyeke lezgîn pêş bikeve û got: "Eger mafên kurdan bên dayîn, Tirkiye wê li her qadê bi ser bikeve."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, di 27’ê Sibatê de li gel Heyeta Îmraliyê û 3 hevalên xwe yên girtî daxuyaniyeke bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” da. 
 
PKK'ê piştî daxuyaniyê biryara agirbestê da û bi vê re bang li hemû cîhanê bandorek mezin çêkir.
 
Parêzer Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku banga Ocalan gelek bi nirx û watedar e. Eylûl Yaylaciyê bi bîr xist ku PKK bi daxuyaniya xwe agirbest îlan kiriye û got ku divê detshilat ji bo lidarxistina kongreya PKK'ê zemîneke ewlehiyê ava bike.
 
Eylûl Yaylaciyê da xuyakirin ku pêvajo bi lez pêş dikeve û ne wekî pêvajoyên berê ye û got: "Ez dikarim bibêjim ku eger dewlet erka xwe pêk bîne û gavên pêwîst bavêje, wê her tişt bi lez û bez bi encam bibe." 
 
Eylûl Yaylaci da zanîn ku desteka ji bo bangawaziyê pir mezin e û got: "Ev pêvajo li gorî serdema berê bêhtir alîgirên wê hene. Di pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013-2015'an de tu piştgirî ji aliyê neteweperestan ve nehat. Niha li Tirkiyeyê tevgera neteweperest pêşengiya pêvajoyê dike. Ji bilî vê, piraniya partiyên muxalefetê piştgiriyê didin vê pêvajoyê."
 
Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku divê rê li ber siyasetê bê vekirin û wiha got: "Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan di hevoka xwe ya 'amadekirina zemîna siyasî û hiqûqî' de ku bi rêya Sirri Sureyya Onder ve bi taybetî xwest bê parvekirin, vê yekê da der. Gava rê li ber siyaseta sivîl bê vekirin wê atmosfer jixweber rihet bibe." 
 
Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku divê rêgezên qanûnî û destûrî bên çêkirin û got: "Bi taybetî ji bo serbestberdana girtiyên siyasî, sererastkirin gelekî girîng e. Li aliyê din eger kongre biryara betalkirinê bide, pêşeroja gelên di vê rêxistinê de gelekî girîng e."
 
‘DÊ KURD WINDA NEKIN'
 
Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dewlet gavan neavêje wê kurd tiştekî winda nekin û got: "Eger li pey armancên biçûk bimeşin, ev yek wê bibe sedema windahiyeke mezin. Dema em lê dinêrin, pêşketineke demokratîk nîne. Bi awayekî din, em behsa gelê ku rastiya qadan dizane dikin. Yanî rastiya rêxistinbûyîna PKK'ê ya rêxistinbûyîneke mezin e. Ev 50 sal in rêyên demokratîk hatine girtin û înkarkirina nasnameyê ye. Derdoreke civakî ya berfireh piştgiriya PKK'ê dike. Ger mafên kurdan bên dayîn dê Tirkiye û kurd i her warî de bi ser bikevin." 
 
Eylûl Yaylaciyê da zanîn ku dê sedsala 21'emîn bibe "sedsala kurdan" û wiha got: "Ji ber ku di têkiliyên navneteweyî de kurd di pozîsyoneke serkeftî de ne. Ji HEP'ê heta îro bi navên cuda pêkhateyên cuda hatine avakirin. Li YPG'ê binêrin; YPG avaniyeke ku tenê 13-14 sal in heye. Lê îro di ser sedhezarî re hêzên wê yên leşkerî hene. Yanî kurd di vî warî de serketî ne. Çima? Çimkî gelekî rêxistinkirî û polîtîk heye. Tiê xwedî li nasnameya xwe û zimanê xwe derdikeve. Piştî vê saetê pêşiya kurdan vekiriye û rojên xweş li benda kurdan e." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2025
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be