Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be

  • rojane
  • 09:06 12 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Ji Desteya Lijneya Dîwanê ya KCDK-E Mûsa Farisogullari diyar kir ku dewleta ku bi komployê xwest "Têkoşîna azadiyê ya kurd tasfiye bike" hatiye asta tasfiyeyê û got: "Eger aliyê AKP'ê pêvajoyê asteng bike, wê Tirkiye winda bike."

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Komplo, bi derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de, dest pê kir û Heta 15'ê Sibata 1999'an ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, dewam kir. Di pêvajoya piştî vê de, eşkere bû ku ev komplo pêngaveke stratejîk e ku li gorî hevsengiya hêzê ya cîhanî pêk hatiye. Bandora vê destwerdana ku bi taybetî di çarçoveya pirsgirêka kurd de hatiye kirin, heta îro berdewam dike.
 
Tevî ku 26 sal derbas bûne jî, pirsgirêka kurd ne tenê nehatiye çareserkirin, her ku çûye kûrtir bûye. Paradîgmaya ku Ocalan di şert û mercên tecrîdê de derxistiye pêş, ji aliyê bi mîlyonan ve li derveyî sînor hatiye qebûlkirin. Kurdistanî û dostên wan komploya ku ket sala 26'an, bi kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" pêşwazî dikin. Di vê çarçoveyê de wê li Strasboûrgê di salvegera komployê de bi beşdariya sed hezaran kesî mîtîngek bê lidarxistin.
 
Demek berê hatibû ragihandin ku wê Abdullah Ocalan jı bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna welêt bangekê bike. Ger bigihêjê, wê banga Ocalan di mîtînga Strasboûrgê de olan bide. 
 
Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Mûsa Farisogûllarî komployê û kampanyaya "azadî"yê ya cîhanî nirxand.
 
'TIRKIYE HAT ASTA TESFIYEYÊ'
 
Farisogullari anî ziman ku yek ji armanca sereke ya komployê "Di şexsê Ocalan de tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd e" û got ku gengeşeyên "pêvajoya nû" yên di meha Cotmehê de dest pê kirin, careke din nîşan da ku komplo bi ser neketiye. Farisogullari da zanîn ku di komployê de rola "cerdevaniyê" ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn û got ku ev komplo li welêt bûye sedema rizîna aborî, siyasî û civakî. Farisogullari bal kişand ser gengeşeyên "pêvajoya nû" û got: "Dewleta ku asê bûye, mecbûr e têkeve nava lêgerînê. Tasfiyeyê xwest, lê Tirkiye bi xwe hat asta tasfiyeyê." 
 
'EM Ê BI HER AWAYÎ PIŞTGIRIYÊ BIDIN BANGAWAZIYÊ'
 
Farisogullari bal kişand ser daxuyaniya dîrokî ya ku tê payin wê Ocalan bide û got: "Rêber Apo li hemberî hemû zehmetî, tecrîd û tecrîda pergala Îmraliyê xwe ji bo pêvajoyeke ku wê 'tariyê veguherîne ronahiyê' amade dike. Perspektîfa ji 7 xalan pêkhatî ya ku di hevdîtinên xwe yên bi Şandeya Îmraliyê re şand, di gelê kurd de bû cihê moral û coşê. Perspektîfên wî û rêbazên wî yên çareseriyê, daxwazên gel ên ji bo azadiyê û demokratîkbûyînê dihewîne. Ji ber vê wê li bara gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bibe cihê hêviyeke mezin bangawaziya wî. Her gotineke Ocalan ji bo me di wesfa talîmatê de ye û em ê bi her awayî piştgiriyê bidin bangawaziya wî." 
 
Farisogullari da zanîn ku hin derdor hewl didin di ser banga Ocalan re "dubendiyê" çêbikin û got: "Em ê li dora Rêberê xwe bibin yek û rêbazên wî yên çareseriyê ji bo me girîng in. Nêzîkatiya gelê kurd jî diyar e. Dibe ku dewlet armanca xwe biafirîne. Hin nêzîkatiyên jehrî yên wekî ku birêz Ocalan rêxistina xwe teslîm bike hene. Berevajî wê, em vê wekî pêngava birêz Ocalan a rizgarkirina Tirkiyeyê binirxînin. Di vî warî de,  em dibêjin ku çek, şer û pevçûn ne çare ne û dixwazin zorê bidin gelê Tirkiyeyê ku ber bi demokratîkbûyînê ve biçin û meseleya kurd di vî warî de binirxînin. Ev ne pêvajoyeke ku nû dest pê kiriye. Birêz Ocalan ji sala 1993'yan û vir ve perspektîfa çareseriyê her tim xistiye rojeva xwe û nirxandinên berfireh kiriye."
 
'YÊ WINDA BIKE WÊ TIRKIYE BE'
 
Farisogullari diyar kir ku divê şert û mercên ewlekarî û azadiyê ji bo Ocalan werin dabînkirin û got ku divê Ocalan bi rêxistina xwe û aliyên cuda re hevdîtinê pêk bîne. Farisogullari got: "Eger aliyê AKP'ê hesab bike ka wê çawa ji vê pêvajoyê sûdê wergire û pêvajoyê asteng bike, wê demê yê winda bike wê gelê tirk be û wê Tirkiye be. Ji ber ku gelê kurd wê bi her awayî têkoşîna xwe bidomîne û bi bilindkirina têkoşînê wê pêşvetir biçe. Yê winda bike wê ne gelê kurd be."
 
Farisogullari anî ziman ku wê di salvegera komployê de bi sed hezaran kes li Ewropayê li hev bicivin û 15'ê Sibatê bi hemû derdoran re heta Strasboûrgê dewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê daxwazên xwe yên azadiyê bigihînin asta herî bilind. Wê bibe rojeke xwedîderketina li daxuyaniya dîrokî ya Rêbertî. Em hemû gelê kurd û dostên li Ewropa û cîhanê vedixwînin mîtîngê."
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

06/03/2025
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!
15:42 MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek
15:26 Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir
14:55 Nîmet Tanrikulu ya ÎHD’î hate tehliyekirin
14:20 TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin
13:37 HPG: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Êdî gotin têr nake, dema pratîkê ye
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin
11:02 ‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’
10:36 MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne
10:33 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavan biavêje û agirbestê ragihîne
10:29 'Divê di pêvajoya muzakereyan de jin hebin'
09:58 Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan
09:54 Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e
09:40 Di banga dîrokî de 10 rojên krîtîk: Gelo dê dewlet gavan biavêje?
09:38 Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
09:06 Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin
09:05 Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin
09:04 Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Ocalan li Amarayê bibîne
09:03 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên
09:00 ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
08:47 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
03/03/2025
21:59 Bahçelî di 27'ê Sibatê yeko yeko li endamên Şandeya Îmraliyê geriya
21:56 Gelê Cizîrê nobeda Tişrînê dewr girt
16:34 Rapora binpêkirinên mafan a girtîgehên Kirşehîrê: Dawî li binpêkirinên mafan bînin
16:00 Di doza tecawizkirina zarokê de bersûc nehate girtin
15:35 Girê Spî û Eyn Îsa tên bombebarankirin
15:30 Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
15:05 DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
15:03 Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
14:47 Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
14:36 Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
13:46 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin
13:34 GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin
13:21 Rapora MKG’ê ya Sibatê: 2 rojnamegerên jin hatin girtin
13:06 KCDP: Di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin
12:57 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir
11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’