Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e

  • rojane
  • 09:01 30 Çile 2025
  • |
img

STENBOL- Parazvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi rêxistina xwe û nûnerên partiyên siyasî re di nava têkiliyê de be û got ku bêyî ku gav bên avêtin banga "çekdanînê" ya desthilatê ne armanceke rasteqîner e. 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê didomin. Piştî ku amadekariyên der barê vê mijarê de bi dawî bûn dê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bên dayîn."
 
Siyasetmedar-parêzvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal ku di navbera salên 2013-2015'an de di pêvajoya bi navê "çareseriyê" de di Komîteya Aqilmendan de cih girt, çareseriya pirsgirêka kurd û peyamên Îmraliyê nirxandin.
 
Unsal bal kişand ku geşedanên dawî ji pêvajoyên berê cudatir in û got ku di serdema nû de hin guhertinên radîkal hene. Unsal bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê jî û wiha got: "Berê jî pirsgirêka Sûriyeyê eşkere bû, lê niha li Sûriyeyê guherîneke radîkal çêbûye. Îran, Rûsya û Beşar Esed bi awayekî mayinde ji Sûriyeyê derketin û hêzeke din a navîn derket holê. Ji aliyekî ve derfetek bû ku pratîka siyasî ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tê jiyandin li tevahiya Sûriyê belav bibe."
 
Unsal bal kişand ku wekhevî û jiyana azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo siberoja Sûriyeyê îlhamê dide û got: "Niha muzakereyên Muhammed Colanî û Mazlûm Ebdî bi dawî nebûne. Lê xuya ye ev pratîka serket, wê bi awayekî bê qebûlkirin. Tişta ku herî zêde Tirkiye jê aciz dibe, berbelavbûna vê pratîkê ye. Pêvajoya ku bi Bahçelî dest pê kir, wekî gaveke ku geşedanên li Sûriyeyê neyên berbelavkirin tê dîtin." 
 
'DIVÊ ÇARESERÎ HEMÛ KURDAN BIHEWÎNE'
 
Unsal diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dixebite û got: "Ev xebat hê bi civakê re nehatiye parvekirin. Ger ku serdanên giravê neyên qedandin û xebatên Ocalan bi wan re bê parvekirin, ez bawer dikim ku wê ev jî wekî vebijêrkeke girîng li ser maseyê be. Heta niha tu gavên zelal nehatine avêtin. Lê belê divê ev mesele tenê di ser Sûriyeyê re neyê gengeşekirin. Ji lew re meseleya kurd bi zimanê dayikê ve girêdayî ye." 
 
Unsal destnîşan kir ku divê çareseriyeke ku hemû kurdan dihewîne li meydnaê bê danîn. 
 
Unsal da zanîn ku di pêvajoya 2013-2015'an de hêviyeke wekî "Wer xuya ye vê carê mesele tê çareserkirin" çêbûye û got ku lê belê di gengeşeyên pêvajoya nû de ev hêvî kêmtir bûye. Unsal bilêv kir ku siyaseta tundiyê wê tu tiştî bi ser nexe. 
 
Unsal anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û ev yek pêvajoyê xera dike û got ku ger tecrîd tune be wê pêvajo hêsantir bimeşe. 
 
‘BÊYÎ AVÊTINA GAVAN BANGA DANÎNA ÇEKAN NE RAST E'
 
Unsal bal kişand ser gotinên Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ku gotibû “Çûnhatina ziyaretê ya li Îmraliyê qediya. Ji niha û pê ve ya ku tê payîn banga tasfiyekirina rêxistinê ye" û got: "Lê belê di pêvajoya pevçûnê de mijara danîna çekan gava dawî ye. Dibe ku agirbest hebe, divê agirbest hebe. Lê heke hûn rasterast bêyî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavan bavêjin armanceke wekî 'bila çek bên binaxkirin' deynin holê, wê ev ne aarmanceke rasteqîner be. Ji ber ku heta niha tenê 3 caran serdana giravê hatiye kirin û ev nayê wateya ku Abdullah Ocalan û rêxistina xwe an jî heyeta xwe ya siyasî baş gengeşe kiribin. Lewma teqez divê tecrîd bê rakirin. Divê Ocalan bi gel re, bi rêxistina xwe re û bi partiyên siyasî re pêwendiyê deyne ku pirsgirêka mezin çareser bibe. Lewma domandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin." 
 
'DIVÊ AZADIYA ABDULLAH OCALAN JÎ HEBE'
 
Unsal diyar kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî piştî hin qonaxên pêvajoyê bê misogerkirin û wiha domand: "Lê em dibînin ku gavên destpêkê yên ku divê bên avêtin jî nehatine avêtin. Ji aliyekî ve bloka desthilatdariyê dibêje 'Bila Ocalan derkeve û ji mafê xwe yê hêviyê sûd werbigire, ger hewce bike bila li Meclisê biaxive', lê li aliyê din ziman û şêwazeke dijminane ya li dijî ruhê vê pêvajoyê bi kar tîne. Zimanê nefretê didomîne û li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyoneke kîn û nefretê dimeşîne û bi ser çapemeniya nêzî tevgera siyasî ya kurd de diçe. Lewma, ger pêvajoyek çêbibe divê nezaketeke siyasî ya li gor ruhê pêvajoyê hebe; hem ji aliyê PKK'ê hem jji aliyê dewletê ve. Hem hûn ê bixwazin li hev bêb gem jî hûn ê heqaretan li muxatabê maseyê bikin. Ev ne li gor ruhê pêvajoyê ye. Ger gavên girîng bên avêtin, wê ev bê asta azadiya Ocalan. Ji lew re derfeta mafê hêviyê li holê ye." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

05/02/2025
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin