Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe

  • rojane
  • 09:23 22 Çile 2025
  • |

ŞIRNEX - Xizmên girtiyan gengeşeyên "çareseriyê" yên piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kirin nirxandin û gotin: "Divê li dor maseyê rûnin û behsa aştiyê bikin."

Deklarasyona ji 7 xalan pêkhatî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtinê hat parvekirin, di raya giştî de tê gengeşekirin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyê amade ye û bang li hemû derdoran kir ku bi berpirsiyarî rabin. 
 
‘EM JI BO HER KESÎ AŞTIYÊ DIXWAZIN'
 
Dayika Osman Baytur ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Nîzîpê ya Dîlokê girtî ye Hatîce Beyturê got: "Em ji girtin û qetlîaman re dibêjin êdî bes e. Pêwîst e her kes di warê aştiyê de li hev bike. Pêwîst e birêz Abdullah Ocalan li Meclesê be û aştî û wekheviyê temsîl bike. Tenê em naxwazin kurd bên qetilkirin. Divê li ser maseyê rûnên û behsa aştiyê bikin. Divê aştî were û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan serbest bên berdan. Em êdî naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Em ne tenê ji bo xwe ji bo her kesî dibêjin aştî."
 
'WÊ PIRSGIRÊK LI SER MASEYÊ BÊ ÇARESERKIRIN'
 
Dayika Fîkret Erden ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye Sîdîka Erdenê jî diyar kir ku gelê kurd tevî zilm û zordariya desthilatê hîn jî dest ji banga çareseriyê bernadeye û got: “Em wekheviyê û jiyaneke azad dixwazin. Birêz Abdullah Ocalan jî divê azadiya xwe ya fizîkî ji nû ve bi dest bixe. Lê belê em azadiya zarokên xwe yên dîl dixwazin. Girtiyên nexweş ên dibin nexweşxaneyê hê jî bi kelepçe tên muayenekirin. Tu eleqeya vê bi edaletê re nîne. Dîsa êrişên li dijî Rojava dewam dikin. Rojava welatekî cuda ye, Tirkiye li wir çi dike? Ew erd axa yên ku li wir dijîn bi xwe ye. Ev ne pirsgirêkeke ku bi mirinê çareser bibe. Ji ber vê yekê nikarin kurdan biqedînin. Divê êdî cîhan vê yekê bibîne û çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne. Kurê min 5 sal in di girtîgehê de ye û 107 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Em wekî dayikên girtiyan dibêjin aştî."
 
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
 
Dayika Celalettîn Demîr ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Xarpêtê girtî Şîrîn Demîrê diyar kir ku ji bo aştiyê dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em ji hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re kêfxweş in. Hêvîdar im ku ev danûstandin bibin cihê aştî û aramiyê. Kurê min bi cezayê muebedê û 54 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Ez dayika aştiyê me û li ser navê dayikên aştiyê bang li hemû cîhanê dikim; rabin û daxwaza aştiyê bikin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Em aştiyê dixwazin, ne zilm û mirinê."
 
Xwişka Sînan Yaşar ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê girtî ye Sîbel Yaşarê diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di wan de hêviyek çêkiriye û got: “Em dixwazin girtiyên siyasî demildest bên berdan. Em bi hêvî ne. Lê em dixwazin hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan. Ji aliyekî ve muzakere tên kirin û li aliyê din jî polîtîkayên qeyûman didomin, ev me nerehet dike."
 
‘DIVÊ ŞER RAWESTE'
 
Birayê Salîh Gun ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Sîncanê ya Enqereyê girtiye Gungîn Gun diyar kir ku gelê kurd bi salan e li dijî zilm û zordariyê têdikoşe û got: “Tu hêviyên min ji dewletê nîne. Hêvîkirina ji dewletê xwexapandin e. Lê êdî kes nikare kurdan bixapîne. Helbet em ji hevdîtinan kêfxweş in, lê nabe ku em ji dewletê bi giştî tiştekî hêvî bikin. Me tu carî zilm û heqaret qebûl nekiriye û em ê qebûl nekin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Birayê min cezayê muebedê yê giran xwar û ev 33 sal in girtî ye. Em aştî û aramiyê dixwazin. Pêwîst e êdî ev şer raweste."
 
MA / Omer Erdogan
 

Sernavên din

06/02/2025
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin