Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze

  • rojane
  • 09:33 11 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçakê diyar kir ku divê êdî pêvajo nebe pêvajoyeke ku ji aliyê DEM Partî û desthilatê ve tê meşandin û got: "Divê hemû saziyên sivîl bi taybet partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin pêvajoyê."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, di 28'ê Kanûnê de bi heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin pêk anî. Di peyamên Abdullah Ocalan de, wekî navnîşana çareseriyê îşaet bi Meclisê hat kirin û hat xwestin ku her kes rola xwe bilîze. 
 
Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçakê bal kişand ser girîngiya peyama Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê her kes ji bo çareseriyê bi berpirsyarî rabe.
 
Ayfer Koçakê bal kişand ser hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re û gengeşeyên didomin û got ku hevdîtin bi şer û aloziya ku li Rojhilata Navînê diqewime ve girêdayî ye. Ayfer Koçakê got: “Hevdîtina ku pêk hat, ne derî pêvajoya nû ya li Rojhilata Navînê ye. Pirsgirêkên Sûriye, Xeze, Îsraîl û Rojavayê yek in. Di vê çarçoveyê de atmosfera şer a li gelek nuqteyan bi xwe re fikarên cidî tîne. Pêvajoya li Rojhilata Navînê diqewime ji aliyekî ve ji bo me hemûyan fikarên cidî û li aliyê din jî hêviyê bi xwe re tîne. Di rewşa heyî de gelên li herêmê dijîn zirareke mezin dîtine. Şer zirareke mezin dide hemû beşên civakê. Di vî warî de hêvî û daxwaza me ew e ku serdema bê ji bo gelan bibe formeke wiha ku hêviyê bi xwe re bîne." 
 
Ayfer Koçakê pêvajoya diyalogê ya di navbera 2013-2015'an de bi bîr xist û diyar kir ku "pêvajoya çareseriyê" ya wê demê ji aliyê desthilatê ve hatiye astengkirin. Ayfer Koçakê got: "Di salên bi navê pêvajoya çareseriyê de mirov dikaribû piçekî nefesê bigirta. Lê çi dibe bila bibe, pêvajo ji aliyê desthilatê ve hat qutkirin û bi dawî bû. Wê demê gelek koman berpirsyarî girtin ser xwe. Li gorî nêrîna me ger bi qasî serê derziyê jî ji bo aştiyê ronahî hebe, em wê tercîh dikin." 
 
Ayfer Koçakê da zanîn ku şer herî zêde gelê feqîr û kedkar dike hedef û got: “Ji ber ku qezenceke ku şervanan afirandiye heye. Kesên ku herî zêde ji şer mexdûr bûne bê şik feqîr in ku debara xwe bi keda xwe dikin. Êdî baweriya gel bi siyaseta 'yek welat, yek netewe, yek al' nemaye. Zarokên belengaz ên vî gelî têra xwe bedel dane. Niha gel dadikevin kolanan ji bo bi awayekî mirovî bijîn. Di vî warî de di van şeran de ciwan jiyana xwe ji dest didin. Di serî de daxwaza me aştî ye."
 
Ayfer Koçakê diyar kir ku hevdîtinên DEM Partiyê yên bi partiyên muxalefetê re girîng in û got: “Divê hemû saziyên sivîl bi taybet partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Meseleya rast wê piştî van hevdîtinan dest pê bike. Di vê wateyê de divê partiyên muxalefetê jî erkên xwe bi cih bînin. Bi gotineke din, divê êdî mesele nebe pêvajoyeke ku tenê ji aliyê DEM Partî û partiya desthilatdarê ve tê meşandin. Wekî pêvajoyeke bi gelek pêkhateyan, divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe. Divê rêxistinên kedê û partiyên siyasî di vê pêvajoyê de hilberînê bikin. Ji bo vî karî divê hemû beşên civakê yên li vî welatî dijîn hevkariyê bikin. Divê her kes erka xwe pêk bîne."
 
MA / Ferhat Sezgîn

Sernavên din

05/02/2025
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî