Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!

  • rojane
  • 13:42 18 Kanûn 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Di doza polîs Sirri Erdogan de ku bi wesayîtê li parêzer Serkan Karakaş xistibû û bi giranî birîndar kiribû, dadgehê nehişt parêzerên Karakaş parastina xwe bikin û bi darê zorê ji eywanê derxist. 

Amirê poLîsan Sirr Erdogan di 10’ê Nîsanê de li Şirnexê bi wesayîtê li endamê Baroya Şirnexê parêzer Serkan Karakaş xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Bi sedema “Hewldana kuştina biqesdî” û “Zirardayîna mal” doz li polîsê êrişkar Erdogan hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. 
 
Serkan Karakaş, endamê Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Alî Bayram, serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Polîsê bersûc Sirri Erdogan ku negirtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 
 
DAXWAZA PARASTINÊ HATE REDKIRIN
 
Karakaş, xwest beriya mutalaaya dozgeriyê îfadeyan bide. Dadgehê ev daxwaz red kir û got ku dê piştî mutalaayê mafê axaftinê bide. 
 
Karakaş, diyar kir ku divê beriya dozger mafê axaftinê yê wî be û xwest îfadeyê bide. Karakaş, destnîşan kir ku heke biryareke cuda were dayin jî divê li zaptan were qeydkirin û di vê mijarê de biryareke navberê were dayin. 
 
SEROKÊ DADGEHÊ NEHIŞT PARASTINÊ BIKE 
 
Dadgehê, li dijî vê daxwazê li Karakaş qêriya û got: “Ez mafê axaftinê nadim.” Piştî ku Karakaş di daxwaza xwe de israr kirî, serokê dadgehê dengê xwe bilindtir kir û xwest ku parêzerên beşdar ji eywana dadgehê bên derxistin. 
 
PARÊZER HATIN DERXISTIN
 
Parêzerên Karakaş jî xwestin ku têkildarî vê rewşê biryara navberê were dayin. Endamê şandeya dadgehê ji bo hemû parêzeran got; “Neaxivin, kurro hûn çi diaxivin” û ferman da polîsan ku parêzeran ji eywanê derxînin. Polîsan, parêzer bi darê zorê ji eywanê derxistin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Piştî rageşiya derketî, şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 12’ê Sibata 2025’an kir. Parêzeran, li pêşiya edliyeyê helwesta dadgehê protesto kirin û daxuyanî dan. 
 
SEROKÊ BAROYÊ: EM Ê GILÎ BIKIN 
 
Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik di daxuyaniyê de got klu ew ê helwesta şandeya dadgehê qebûl nekin û wiha got: “Şandeya dadgehê ji ber xwezaya kar nekarî danişînê birêve bibe. Sedema vê jî helwesta wî ya xelet bû. Tevî ku dizanî dê bi sedan parêzer li dosyayê binêrin jî, bi israr li eywaneke 3-5 kesan danişîn li dar xist. Mafê axaftinê neda parêzer Serkan Karakaş û ewqas ji rê derket ku ji me tevan re got; ‘Neaxivin kurro.’ Em ê giliyê dadger bikin. Îro ne tenê mafê hempîşeyê me hate xespkirin, di heman demê de li dijî pîşeya me jî cihêkarî hatiye kirin. Em vê rewşê qebûl nakin û dê pêvajoyê bişopînin.” 
 
ENDAMÊ TBB’Ê BAYRAM: EM Ê BIŞOPÎNIN
 
Endamê Desteya Rêveber a TBB’ê Alî Bayram jî got ku mafê parastinê hatiye xespkirin û wiha got: “Şandeya dadgehê bêalîtiya xwe winda kir û em vê şandeyê red dikin. Biryarên vê dadgehê dê adilane nebin. Em ê dozê bişopînin.” 

Sernavên din

18/01/2025
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî