Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan

  • rojane
  • 13:47 17 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan. 

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî di 25’ê Îlonê de li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Ronî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar û gelek mamosteyên zimanê Kurdî danişîn şopandin. 
 
PARASTINA RONΠ
 
Ronî, parastina xwe bi Kurdî kir. Ronî, da zanîn ku kurteya îdianameyê gihiştiye ber destê wî û xebatên wî yên ji bo Kurdî weke hinceta girtinê hatine nîşandin. Ronî, qala kêliyên binçavkirinê kir û wiha got: “Dema em birin nexweşxaneyê, em destkelemçekirî bûn. Dema me got ev yek neheqî ye, hêj bêhtir şidandin.” 
 
Bi domdarî Ronî diyar kir ku komeleya wan komeleyeke fermî ye û ji ber xebatên wê tê sûcdarkirin. Ronî, wiha domand: “Nabe ku gotinên têkildarî pirsgirêka Kurd weke sûc bên nîşandan.” Ronî, gotinên rêveberên îktîdar û muxalefetê yên têkildarî pirsgirêka Kurd bi bîr xist. 
 
Ronî, da zanîn ku beşdarbûna wî ya merasîmên cenazeyan weke sûc hatine nîşandan û got ku tevlibûna merasîman, rîtueleke çandî ye. 
 
‘PÎROZKIRINA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ SÛC NÎNE’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ronî bertek nîşan da ku xebatên têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Her wiha pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî weke sûc hatiye nîşandan. Çawa ku Cejna Zimanê Tirkî tê pîrozkirin, divê Cejna Zimanê Kurdî jî were pîrozkirin. Bi bîr anîna Cegerxwîn weke sûc hatiye nîşandan. Cegerxwîn, nivîskar û zanyareke bi nav û deng e ku hemû dinya nas dike. Orhan Velî çawa were bibîranîn, divê Cegerxwîn û nivîskarên Kurd jî bikarin bên bibîranîn. Di tawanbariyan de îdiaya tundiyê tune ye, êriş û muqawemet tune ye. Di daxuyaniyê de tu sûc tune ne. Em di 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ne. Ev peyman, bûye malê hemû mirovahiyê. Hêvîdarim ev maf li welatê me jî bikevin meriyetê.” 
 
Parêzera Ronî, Cemîle Turhalli jî anî ziman ku muwekîlê wê bi dehan caran li van dadgehan wergêrî kiriye û wiha got: “Ji ber îfadeyên Umît Akbiyik, delegetiya KCD’ê û û tevlibûna çalakî û xwepêşandanan îro li vir e. Îdiayên tên kirin, nabin hinceta ‘endamtiya rêxistinê.” Cemîle Turhalli, biryarên beraetê yên têkildarî HDK’ê pêşkeşî dadgehê kir û xwest miwekîlê wê were berdan. Parêzer Eyûp Aydenîz jî got ku ew bi xwe jî ji rêveberên MED-DER’ê ye û ev yek sûc nîne. 
 
Endama Komîsyona Mafên Ziman û Çandî ya Baroya Mêrdînê Dîlan Koç jî bertek nîşanî gotinên “qaşo Kurdî” û “qaşo zimanê dayikê”  da. 
 
Dozger, xwest li îtîrafkar Umît Akbiyik were guhdarîkirin û di vê pêvajoyê de Ronî girtî bê darizandin. 
 
Ronî, jî wiha got: “Ez tev li mutalaaya dozger nabim. Rewşa min a tenduristiyê nebaş dibe. Dixwazim bêm tehliyekirin. Ji ber îfadeya Umît Akbiyik dixwaze taloq bike. Ez amade me ku her tim beşdarî danişînan bibim.” 
 
Şandeya dadgehê bi şertê qedexeya derveyî welat ji bo Ronî biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 10’ê nîsana 2025’an hate kirin. 

Sernavên din

05/01/2025
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran