Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin

  • rojane
  • 09:56 13 Kanûn 2024
  • |
AMED - Fesîh Çelebîoglû ku di şewata 20’ê Hezîranê ya li gundê Tobinî yê navçeya Xana Axparê de 90 sewalên wî miribûn, diyar kir ku alîkariya ji bo malbata wî hatiye şandin ji hêla keyayê gund û kurên wî ve hatine desteserkirin û doz vekir. 
 
Di 20’ê Hezîranê de li çolterên navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de şewat derket û bandor li devereke bi qasî 55 hezar hektaran kir. Di şewatê de yek jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran sewal mirin û zirar gihişt 20 hezar dekarên çandiniyê. Piştî şewatê şandeyeke kesên pispor hate avakirin û vê şandeyê rapora xwe ya têkildarî ziyanan amade kir. Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeya Xana Axparê jî têkildarî sewalên mirin ên cotkarên gundê Tobinî yê Xana Axparê raporek amade kir. 
 
Di şewatê de 30 bizin û 60 mîhên cotkarê bi navê Fesîh Çelebîoglû mirin. Li gorî agahiyan; Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê M.S.Ş., sewalên Fesîh Çelebîoglû yên di şewatê de mirin li ser navê xizmê xwe Omer Çelebîoglû nivîsand. Keyayê gund Huseyîn Çelebîoglû û kurên wî Abdurrahman û Omer Çelebîoglû, alîkariyên ji bo 90 sewalên Fesîh Çelebîoglû hatibûn şandin, nedan wî. 
 
LÊPIRSÎNA DOZGERIYÊ DIDOME
 
Fesîh Çelebîoglû û zarokên wî, têkildarî mexdûriyeta xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê. Di daxwaznameyê de hate gotin ku 30 bizin û 60 mîhên wan di şewatê de mirine û ji ber ku guharkên wan nebûn, li ser navê Omer Çelebîoglû hatine qeydkirin û veterîner jî di nav de gelek kesan şahidiya vê kirine. 
 
Çelebîoglû, derheqê keyayê gund û du kurên wî û Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê M.S.Ş. de li dozgeriyê gilî kir. 
 
2 SERLÊDAN JI BO CÎMER’Ê KIR 
 
Heta niha tu bersiv ji bo serlêdana malbatê nehatiye dayin. Îcar jî malbatê di 9’ê Îlonê de serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Di serlêdanê de bûyer hate vegotin û giliyê keya û kesên din hate kirin. CÎMER’ê di 11’ê Cotmehê de bersiv da serlêdanê û got ku serlêdan ji hêla qeymeqamtiyê ve hatiye lêkolînkirin, windahiyên sewalan li gorî qeydên daneyên Pergala Agahiyan a Sewalan (HBS) hatiye kirin, li gorî girtekê tu xeletî xuya nakin, heke hebin bi belge û delîlan serlêdana bike û lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê ya têkildarî mijarê didome. Li ser vê yekê malbatê careke din serî li CÎMER’ê da. 
 
 
Ramazan Çelebîoglû têkildarî mexdûrbûna xwe axivî. 
 
‘ME SEWAL BI DEYN KIRIBÛ’
 
Çelebîoglû, diyar kir ku ji ber Ceyna Qurbanê wan sewalên xwe bi deyn kiribûn û sewalên wî di 20’ê Hezîranê de mirine. Çelebîoglû, da zanîn ku beytar û veterîner piştî şewatê hatine gund û girtek amade kirine û wiha domand: “Beytar û veterînerê ji hêla wezaretê ve hatin şandin, bi sedema ku dosyeya (guharê) sewalan tune ye gotin; ‘Tiştek nabe ev ên xizmên we ne, sewalên xwe li ser navê wan bidin.’ Me jî sewal li ser navê keya û kurê wî nivîsand.” 
 
SEWALÊN XWE LI SER NAVÊ KEYA NIVÎSAND 
 
Bi domdarî Çelebîoglû anî ziman ku piştre gel alîkarî şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev alîkarî gihandin me. Lê alîkariyên dewletê şandin nedan me. Rapora ku dibêje 90 ajal mirine me da nivîsand. Me xwest zirara me bê pêşwazîkirin. Lê keyayî dest danî ser van alîkariyan. Keyayî ji me re got; ‘We heqê xwe girt. Em vê alîkariyê nadin we.’ Madem heqê me hatibe dayin, ez çima serî li derdorê didim. Ez ê çima serî li CÎMER’ê bidim.” 
 
‘675 HEZAR TL NEHATIN DAYIN’
 
Di berdewamê de Çelebîoglû got ku birayê wî û xizmekî wî çûne cem keyayî û wî jî gotiye “em ê heqê we bidin.” Çelebîoglû, wiha dom kir: “Lê Abdurrahman Çelebîoglû piştre heqê me neda. Dewletê zirara 90 sewalên me da. Ji bo 90 sewalan derdora 675 hezar TL da. Lê ji ber ku me sewal li ser navê kurê keyayî nivîsandiye, pereyê me nade. Dosyeya me û şahidên me hene. Di dema şewatê de walî, qeymeqam, parlamenter û her kes li hewşa me bû. Veterîner nêzî mehekê li pêşiya mala me û sewal tedawî kir. Heke yek kes jî bibêje ‘ev sewalên we nînin’, ez ê yekcarê tevekan jê bibim. Me gelek kes xistin navberê lê ev 6 meh in ev pirsgirêk çareser nebû. Gelo keya ji mohr û fermiyetbûna xwe bawer dike? Em naxwazin di navbera me de pirsgirêkek derkeve. Em dixwazin çareseriyeke were dîtin û alîkariya me were dayin.” 
 
KEYAYÎ RED KIR
 
Têkildarî îdiayan em li keyayê gundê Tobiniyê Huseyîn Çelebîoglû geriyan. Keya Çelebîoglû jî îdia red kir. Keya Çelebîoglû qebûl kir ku sewal li ser navê kurê wî hatine nivîsandin û got ku ji wan re ji bo heqê serjêkirinê 290 hezar TL hatine şandin û ev jî li ser hesaba malbata Fesîh Çelebîoglû hatine şandin. Me jî pirsa “gelo dewletê ji bilî heqê serjêkirinê tu alîkarî daye we yan na?” kir û keya Çelebîoglû jî wiha bersiv da: “Dewletê, AFAD’ê yan Midûriyeta Çandiniyê? Kê alîkarî daye nizanim lê ya ku ez dizanim ji bo serê her sewalekê 5-6 hezar TL hatiye dayin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

04/01/2025
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin