Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin

  • rojane
  • 14:10 10 Kanûn 2024
  • |
img
RIHA - Rojnameger Nazim Daştan got ku armanca ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku hêviya pêşeroja demokratîk tune bikin. 
 
Rojnameger Nazim Daştan têkildarî mudaxileyên hêzên navneteweyî yên piştî rûxandina rejîma BAAS’ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Daştan, got ku Tirkiye hewl dide ji nediyariya siyasî sûd bigire û li dijî kurdan qirkirinê bike. 
 
Daştan, anî ziman ku bi 8’ê Kanûnê ve li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Rast nîne ku mirov bibêje her tişt qediya. Sûriye di 8’ê Kanûnê de li serdemeke nû hişyar bû. Hêzên navneteweyî mudaxile kirin û HTŞ a bi navê xwe yê berê El Nusra ji Helebê dest pê kir û xwe gihand Şamê. Vê jî Sûriyeyeke ku hevsengiyên wê serûbin bûyîn derxist pêşiya me. Nirxandina, hêj nediyar e dê hevsengiyên heyî çawa teşe bigirin rastir e. Rejîma BAAS’ê hilweşiya lê êrişên dagirkeriyê didomin. Dê piştî BAAS’ê hevsengiyên nû bên avakirin. Di demên berê de hevkêşeyên weke Îran û Rûsyayê hebûn lê niha bandora wan pir kêm e. Ji Şamê heta Heleb û sînorê Iraqê hêzên Îranê hebûn û xeyalên Rûsyayê ji bo Behra Spî hebûn.” 
 
Rojnameger Nazim Daştan
 
‘MESELE NE TENÊ MINBIC E’
 
Daştan, got ku operasyona HTŞ’ê, operasyoneke NATO’yê ya li dijî Rûsya û Îranê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama ve operasyonê de her du hêz hema hema hatin tunekirin. Tirkiye jî dixwaze di vê pêvajoyê de destkeftiyên kurdan û dostên wan tune bike. Di vê çarçoveyê de tevî komên xwe yên paramîlîter êrişî Kantona Minbicê kirin. Mesele ne tenê Minbic e. DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişî Kobanê kiribû û êşa Tirkiyeyê heye. Minbic, parastina Kobanê û Reqayê ye. Minbiceke dagirkirî, amadekirina bingeha dagirkeriya Kobanê. Êrişên ser Qereqozaq û Tişrînê jî di vê çarçoveyê de tên kirin. Qereqozak, deriyê li Kobanê vedibe ye. Ji gelek aliyan ve bi çekên giran êriş tên kirin. Ji bo mirov bibêje her tişt qediya hêj pir zû ye. Ev êriş dibe ku li cihên pir cuda belav bibin. Di sala 2011’an de rejîm hema hema hildiweşiya lê 13 sal piştre bi temamî hilweşiya. Niha jî pêvajoyeke wiha dest pê kir.” 
 
‘SIYASETA ENTEGREBÛNÊ TÊ FERZKIRIN’ 
 
Bi domdarî Daştan bi lêv kir ku mudaxileyên navneteweyî ne tenê ji bo bisînorkirina Rûsya û Îranê têne kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha li dijî gelên di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de birêxistin kirin, entegreyî bloqên NATO û Rûsya-Îranê nebûn jî tê kirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran îspat kir ku çareseriya aloziya heyî ye. Dixwazin bi awayekî teşe bidinê. Bi tevgerên dadgirkeriyê dixwazin bifetisînin û li hinek tiştan razî bikin. Bi ambargoyê dixwazin entegreyî siyaseta xwe bikin. Heta niha li ser stratejiya şerê gel ê şoreşgerî gelek caran şer hate kirin. Berxwedaneke ev 13 sal in didome heye. Tirkiye dixwaze vê berevajî bike û berê HTŞ’ê bide gelê kurd û destkeftiyên wê hedef digire. Kurdan di van 13 salan de nîşanî cîhanê dan ku jiyaneke demokratî pêkan e. Ew dixwazin vê hêviyê tune bikin.” 
 
‘POLÎTÎKAYA QIRKIRINA KURDAN DI MERIYETÊ DE YE’ 
 
Rojnameger Daştan, êrişên dewleta tirk ên bi destê komên paramîlîter dide kirin weke “qirkirina Kurdan” pênase kir û wiha got: “Dixwazin bajaran dagir bikin û hêviya pêkvejiyanê tune bikin. Di êrişan de pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tê girtin. Dixwazin planên xwe yên Mîsaqi Mîllî û neo-osmanî bi cih bînin. Nikarin bi artêşa xwe vê bikin lewma komên mirovan serjê dikin, jinan tecawiz dikin, demografyaya herêmê diguherînin, talan û wêraniyê dikin bi kar tînin. Polîtîkaya qirkirina kurdan di meriyetê de ye.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

02/01/2025
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'