Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan

  • rojane
  • 14:48 1 Kanûn 2024
  • |

RIHA -  Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku li Rojhilata Navîn siyaseta “xwînê” tê meşandin û wiha got: “Şerte ku di vê pêvajoyê de kurd bên naskirin. Weke hûn jî dibînin, bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destekftiyên kurdan. Divê em tifaqa xwe mezin bikin.” 

Rêxistina DEM Partiyê ya Curnê Reş a Rihayê li avahiya xwe kongreya xwe ya awarte li dar xist. Rêveberên DBP’ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek û gelek partiyî tev li bûn.
 
Di kongreyê de pankartên “Ne qeyûm demokrasî” û “Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser bixin” hatin daliqandin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Piştre jî Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan axivî. Karayilan, anî ziman ku Curnê Reş di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de xwedî cihekî dîrokî ye û wiha got: “Em di pêvajoyeke cidî û aloz de ne. Di vî hevraziyî de rêya me kin ma ye. Hindik ma ye em govenda azadiyê bigerînin. Di vê pêvajoyê de hewceye em têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
‘ARMANCA ME EW E KU XIZMETÊ JI BO GEL BIKIN’
 
Hevşaredara Curnê Reş Garîp Yeşîl jî da zanîn ku di 6 mehên peywirê de rastî gelek astengkirinan hatine û ev tişt anî ziman: “Me xebatên di nava 10 salan de nehatine kirin, di nava 6 mehan de kir. Tevî ewqas astengkirinan jî xebatên me didomin. Dev ji gundan berdin, li navenda navçeyê jî pergaleke stabîlîze nehatiye avakirin. Me xizmet ji gelê xwe re kir û dê hêj bêhtir bikin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû jî bal kişand ser dîroka têkoşînê ya Curnê Reş. 
 
SILAVÊN ABDULLAH OCALAN JI BEŞDARAN RE GOT 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û wiha got: “Em ê siyaseta xwe li gorî paradîgmaya birêz Ocalan bimeşînin. Ev bajar, bajarê birêz Ocalan e. Wekî hûn jî dizanin me di cotmehê de bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Gotibû ku tu biçî ku derê silavên min ji gel re bibe. Ez careke din silavên wî ji we re dibêjim. Şerê li Rojhilata Navîn kûr dibe û xwîn dirije. 
 
Birêz Ocalan di hevdîtinê de got; ‘Ez li vê derê me.’ Got; ‘Heke şert û merc guncav bên avakirin, ez dikarim şer derbasî zemîna hiqûq û çareseriyê bikim.’ Lewma banga me ji bo gelê me ew e ku têkoşîna xwe mezin bike. Medyaya Tirkiyeyê şerekî psîkolojîk dimeşîne. Li Rojhilata Navîn siyaseta xwînê tê meşandin. Şert e ku di vê pêvajoyê de hebûna kurdan were naskilrin. Weke hûn jî dibînin, bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan. Kurd, nûnertiya aştî û demokrasiyê dikin. Medyaya Tirkiyeyê jî derewan dike û rastiyan berevajî dike. Divê gelê me li dijî vê hişyar be û siyaseta xwe li gorî vê bike. Gelê kurd mafên tirkan, ereb, suryan û ermenan jî diparêzin. Lewma divê em partiya xwe ya siyasî, tevgera xwe bişopînin. Meseleya me, îdiaya me û fikrên me mezin in. Em kurd divê li dijî vê siyaseta ji bo tunekirina me tê meşandin têbikoşin. Divê Riha, ji bo Rojhilata Navîn û Rojava bi rol û berpirsyartiya xwe rabe. Hewceye em tifaqa xwe mezin bikin.” 
 
Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin û Başak Saridal û Mehmet Paç weke Hevserokên DEM Partiyê yên Curnê Reş ên nû hatin hilbijartin. 
 
 

Sernavên din

22/12/2024
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin