Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'

  • rojane
  • 09:13 14 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - Aborînas Îzzettîn Onder destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên di çareserkirina pirsgirêka kurd de yekser bandorê li aboriyê dike û vê jî bandora xwe li hilbijartinan kiriye. Onder, got ku di halê hazir de gotina îktîdarê “ewllehiya welat” bandor li gelan nekiriye.  
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî yên 31’Adarê derbas bûn û careke din rojev bû rewşa aborî. Her ku diçe li gel krîza aborî, zem, bêkarî û enflasyon zêde dibin. Aborînas Îzzettîn Onder destnîşan kir ku li gel polîtîkayên şer xizaniya civakî jî kûr dibe. Onder der barê reşwa aborî û hilbijartinên derbasbûyî de axivî. 
 
DI HILBIJARTINÊ DE MIJARA ABORIYÊ
 
Onder, destnîşan kir ku krîza aborî di rojekê de derneket holê û da zanîn ku aboriya ser jiyana rojane bandor dike, rasterast ser hilbijartinan jî bandor dike û wiha got: “Polîtîkayên rojane yên aboriyê û mijarên debarê yên di kêliyê de ser hilbijartinan bandor dikin. Bi min AKP wek giştî jî winda kiriye. Ji ber aborî bi rastî jî xirab bû. Hin komên biçûk gelek dewlemend bûn lê belê rewşa teqewit, kedkar û esnafên dahatuya wan teng, gelek xirab bû. Aborî ser hilbijartinê gelek bandor kir.”
 
DI KRÎZAN DE ROLA POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Onder, bandora polîtîkayên şer ên ser aboriyê bi bîr xist û wiha got: “Şer bi tena sere xwe ji bo derketina ji krîzê rêbazeke pergala kapîtalîzmê ye. Li gorî vê pergalê divê lêçûn werin zêdekirin. Ji ber şer lêçûna zêde dike ne Dîwana Destûra Darayî ne jî Dadgeha Bilind nikare hesabê bipirse. Herwih dewlet qerdar dibe û şer tê fînansekirin. Ji ber wê gotina ‘mayîndetiyê’ tê rojevê. Mînak xwediyê ÎHA û SÎHA’yan di nava cîhanê de bûn kesên herî dewlemend.”
 
‘RIZÎBÛNA AKP’Ê DI HILBIJARTINA GULANÊ DE DEST PÊ KIR’
 
Onder da zanîn ku sedeme yekene ya lewazbûna AKP’ê ne aborî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber polîtîkayên desthilatê yên şaş, gelê me xwedî li rêveberiyên xwe yên xwecihî derket. Gel li hemberî polîtîkayên qeyûman, li dijî îstîmlaqkirinê, ji vekirin û rakirina îmarê ya cihekê re bi bertek bû. Desthilat di hilbijartina berî niha jî bi manîpulasyonên mezin bi ser ket. Bimin îro hilbijartina serokkomariyê were kirin desthilat nikare dengên berê bistîne. Rizîbûna desthilatê di hilbijartinên gulanê de dest pê kiribû lê belê wekî hin nexweşiyan nehatibû asta ketinê.” 
 
‘TENÊ GEL DIKARIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’
 
Onder diyar kir polîtîkayên şer ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tê pêşxistin ser hilbijartinê rasterast bandor dike û bi bîr xist ku gelan guh nedan gotina desthiatê ya ‘mayîndetiyê’. Onder axaftina xwe wiha domand: “Desthilata AKP’ê bi ser PKK’ê gotina ‘Dê Tirkiyeyê parçe bikin’ bikar anî û wekî Tansu Çîllerê dengê xwe zêde kir. Lê bêencam e, polîtîkayekî şaş û xabandina gel e. Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin. Desthilat çiqas bi hêz be jî gotina ‘AKP dikare vê pirsgirêkê çareser bike’ şaş e. Desthilat bi dijmin nîşandana gelan nikare pirsgirêkê çareser bike, dikare bi yekkirina gelan çareser bike. Encamên hilbijartinê yên derketine holê di vê hêlê de encamekî baş e.” 
 
LI ANATOLIYA NAVÎN SEDEMA XURTBÛNA AKP’Ê
 
Onder got ku AKP bi windakirina piştgiriya gel di Anatoliya Navîn de tengijiye û wiha pê de çû: “Di destpêkê de AKP’ê xitabî Anatoliya Navîn kir. Ji ber li wan deran tirkbûn olparêzî zêde ye. Heya ku olperestî neyê tunekirin û pîşesazî nekeve wan deran, ew der nayên xelaskirin. Dema ku welatiyê li wan deran bi ser makîneyan sekini, dê bi xapandina xwe bihese û dê bi ser rewşa xwe bifikire.”
 
‘AKP NEBÛ DESTHILAT, KIRIN DESTHILAT'
 
Onder bilêv kir ku AKP bi bernameya IMF’ê ya 2000’an, anîn desthilatê û derbarê pêvajoyê de wiha got: “AKP ji ber vê rewşê hêj di desthilat e. Binêrin ez nabêjim bû desthilat, anîn desthilatê. Erê gel hilbijart lê bi hin fêl û fanan ev yek çêbû. Tirkiyeyê bêyî pîşesazî hiştin û girêdayî derve kirin. Dibêjim ‘Hûn kar bikin û pere kom bikin, hilberînê nekin, tenê ji me bistînin, ji ber ku em hilberînê dikin, ji me re pere lazim e’.  Dixwazin em nimêj bikin, rojî bigirin lê belê nefikirin.”
 
'HÊZÊN DERVE BI DESTHILATÊ RE ELEQEDAR IN'
 
Onder diyar kir ku kapîtalîzm bi dîtina mêtingeriyên nû xwe mayînde dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye halê hazir gelekî nêzî kapîtalîzmê bûye. Ji ber ji 100’an zêdetir cihan çavkaniyên binerd pêşkeşî şîrketên biyanî kirine. Gelek cih û kargeh firotin biyaniyan. Tirkiye di bin dagirkirina sermayeya derve ye. Ji ber wê em di nava vê xizaniyê de ne. Hêj 10 meh derbas nebûbû van anîn desthilatê û ev 20 sal in jî bi ser sere vî welatî ne.”
 
‘DI DEMEKÎ KIN DE GUHERÎN ÇÊNABE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Onder da got ku rewşa di hilbijartinan de derketiye holê ji hêla gelen Tirkiyeyê de girîng e û wiha derbirî: Ev encam di demekî nêz de guherînekî mezin çênake. Di me de feraseta Osmanîyan a evdbûn, li hember desthilatê bêdengbûn hêj serwer e. Ji ber vê yeke em îslamiyetê wek koletî û serî tewandin fêm dikin. Gûherîna nifşan di 100-150 salan de pêk tê. Ji ber vê yekê AKP xwe bi du rastiyan ve girtiye.  Ev oldarî û feraseta tirk û îslamê ne. Jixwe ji ber vê yekê bi MHP’ê re hate cem hev. Ev feraset ji Osmaniyan ma û bi hêz e. Encama hilbijartinên herîmî xweş e lê belê di demekî kin de ez ne bawer im ku hin tiştan biguherîne.” 
 

Sernavên din

18/04/2024
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû