Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye

img

STENBOL - Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê diyar kir ku zext û binpêkirinên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne. Demîrê bilêv kir ku girtî di daxwaza xwe de zelal in û got: "Heke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, dê hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn." 

Çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê dest pê kir, bi çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ya di 27'ê Mijdara 2023'yan de hat destpêkirin, didome. Çalakiyên Nobeda Edaletê ku ji aliyê malbatan ve ji bo piştevaniya bi girtiyan re hatine destpêkirin jî bajar bi bajar belav dibin. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez Demîrê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li 14 girtîgehên Herêma Marmarayê û got ku girtî ji ber çalakiya xwe tim rastî çewisandinê û binpêkirina mafan tên.
 
 Demîrê bibîr xist ku grevên birçîbûnê yên tên lidarxistin dorveger in û got ku pêdiviyên girtiyên ketine greva birçîbûnê û yên yên çalakiya wna bid awî bûne nayên dabînkirin. Demîrê amaje bi wê yekê kir ku di vî warî de hin binpêkirin rû didin û got ku vîtamînên pêwîst nadin girtiyan. Demîrê parve kir ku girtî di hucreyên yekkesî de hatine bicihkirin û ji bo helwesta rêveberiyên girtîgehan got: "Girtî tên tehrîkirin. Bi gotinên wekî 'Îro xwarineke xweş hatiye çêkirin, bêhna wê pir xweş e' tên tehrîkkirin." 
 
 Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr
 
DAXWAZ ZELAL E: AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN
 
Demîrê anî ziman ku girtî bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin û bi bîr xist ku daxwaza girtiyan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Demîrê diyar kir ku ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û wiha got: “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye û zelal e. Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye. Em bibiryar in ku heta ev daxwaz pêk neyên wê çalakiyên me bidomin. Eger azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê hemû civak pêş bikeve û hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn."
 
DENGÊ GIRTIYAN: NOBETA EDALETÊ 
 
Demîrê bilêv kir ku çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatan ve tê kirin jî dengê girtiyan e û got: “Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin, di heman demê de rengvedana hemû civakê ye. Mînaka vê yekê jî Nobetên Edaletê yên li Tirkiye û Kurdistanê tên lidarxistin bi xwe ne. Nobet bi pêşengiya dayikên me pêk tê. Nobeda ku li Esenyûrtê dewam dike, berfireh dibe; veguherî çalakiyeke kesên dibêjin em çepgir û sosyalîst in û tecrîdê qebûl nakin. Ev jî dengê girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne. Heta daxwazên girtiyan neyên qbeûlkirin dê çalakiyên me bidomin." 
 
Demîrê anî ziman ku divê êdî hemû gel nefesê bistîne û divê Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e xwedî li van çalakiyan derkeve. Divê êdî civak bêhnê bistîne, rihet bibe û bi awayekî azad hereket bike û ji bo pêkanîna vê jî divê tecrîd bê rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku ger em bên gel hev û bi hev re tevbigerin, em ê xebatên pir baş bikin. Em hemû em ê azadiyê bînin warê xwe. Em ê bi awyakeî aştiyane bijîn. Lewma divê hemû beşên civakê bên cem hev û vê tecrîd û bêhiqûqiyê bişkînin. Werin em bi hev re ji bo jiyaneke azad û mirovî têbikoşin.”

Sernavên din

12/02/2024
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin