Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • rojane
  • 16:28 11 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene, Mêrsîn û Mêrdînê didomînin, diyar kirin ku ji bo daxwazên xwe dê heta dawiyê têbikoşin û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin, di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger dabûn destpêkirin.  Çalakî di roja 46’emîn de berdewam dike. 
 
Malbatên girtiyan jî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.  
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam kir. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Seyhanê Fatma Çatikkaş û Şefîk Ozbey û rêveberên navçeyê hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Biji berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. 
 
Ji welatiyên hatin serdanê Bedrî Şengul pergala tecrîdê ya li Îmraliyê rexne kir. Şengul, got ku ji bo aştî û edalet bê welêt divê tavilê tecrîd bê rakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
MÊRSÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 39 roj in didome. Îro jî gelek kes hatin serdana çalakiyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek kesên pê re hatin serdana nobetê. Koca, di çalakiyê de got ku berxwedana dayikan a li dijî tecrîdê û “pergala faşîst” a vê polîtîkayê dimeşîne didome. Koca, anî ziman ku ji bo edalet û aştiyê heta niha bedelên giran hatine dayîn û diyar kir ku ew xwedî li çalakiya nobetê derdikevin. 
 
Piştî axaftinan, çalakiya bi guhdarîkirina dengbêjan dom kir. 
 
STENBOL
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 30’emîn de berdewam dike. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê tê domandin. Şandeya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê îro hate serdana nobetê. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku têkoşîna xizmên girtiyan û ya komeleya wan dişibin hev. 
 
Yolerî, wiha got: “Gelemperiya yên di avakirina ÎHD’ê de cih girtin jî xizmên girtiyan ên mîna we bûn. Îro li girtîgehan tecrîd û îşkence heye. Îşkence hem di qanûnên Tirkiyeyê de hem jî di peymanên navneteweyî de hatiye qedexekirin. Mixabin îro li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û tecrîd heye. Tecrîda herî girankirî jî li Îmraliyê ye. Em bandora van a li ser girtîgehan dişopînin.” 
 
Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun jî got ku gelê kurd salên duvdirêj e rastî zextê tên û ev tişt anî ziman: “Ji salên 1980’î ji Zindana Amedê heta niha me bedelên giran dan. Em xizmên windakiriyan e û windahiyên me ne windahiyên jirêzê ne. Nasnameya siyasî ya tevahiya xizmên me yên di bin çavan de hatine windakirin heye. Dewlet ji vê ditirsiya û zarokên me da windakirin. Niha ji girtiyan ditirsin. Ji ber ku hedefeke wan heye û di wê hedefa xwe de xwe şaş nakin. Têkoşîna wan, têkoşîna me tevan e.” 
 
Di çalakiya nobetê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
WAN
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 38’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bernamzetên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di serdanê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Çalakvanan gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 
 
AMED
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 39’an de berdewam kir. Gelek kes tev li nobetê bûn. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), rêveberên DEM Partiyê ya Rêxistina Navçeya Bajarê Nû û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin serdana nobetê. 
 
Nobet, bi gotina stranan berdewam kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiya destpêkirin jî di roja 8’an de didome. 
 
Li eywana çalakiyê pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan", "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Her wiha çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Karabaglarê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Karabaglarê Emîne Bozdag di çalakiyê de axivî û got ku ew piştgiriyê didin nobetê. Bozdag, anî ziman ku li Tirkiyeyê pergala edaletê hatiye tunekirin û ev pergal hewl dide hêviyan jî tune bike. Bozdag, wiha domand: “Dixwazin hêviya edaletê jî tune bikin. Lê dayikên me tu caran hêviya xwe winda nakin û li pey şopa zarokên xwe ne. Ya ku me li ser pêyan digire jî hêvî û îrade ye.” 
 
Bi domdarî Bozdag bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Ev bêedaletiye li tu deveran nîne. Bêdengiya li hemberî vê îşkenceya mezin tiştekî asayî nîne. Divê em dengê xwe zêdetir derxînin. Ji ber ku pergal hewl dide îşkenceyê rewa nîşan bide. Divê em li dijî vê derkevin da ku nekarin îşkenceya li ser me bidomînin.” 
 
Piştî axaftinan, xizmên girtiyan stran gotin û nobet berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê jî tê meşandin îro komeke din a nû dewr girt. Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrdînê Kamûran Tanhan û Berîtan Guneş Altin û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Nobet bi stranên hatin gotin berdewam kir. 
 
Dayika Aştiyê Nûrê Tarlak a di Nobeta Edaletê de cih digire wiha got: “Ev li vir ji bo Serokatiya xwe û zarokên xwe di çalakiyê de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan nêzî du meh in didome. Ji bo ku em piştevaniya wan bikin li vir in. Zarokên me ji bo serokatiya xwe û ji bo mafên xwe di grevê de ne. Em têkoşîna serokatiya xwe didin. Em dixwazin parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Bi hevdîtinan re dê ji bo me hemûhan rojên xweş bên. Heta ku zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de bin em jî dê di çalakiyê de bin. Em tecrîda li ser zarok û Serokatiya xwe qebûl nakin. Em naxwazin xwîn were rijandin û ji girtîgehan darbest derkevin. Em ê heta dawiyê jî têkoşîna xwe bidomînin. Em azadiya serokatî dixwazin. Daxwaza me ev e.”
 
 

Sernavên din

16/01/2024
09:44 Girtiyên siyasî 51 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:25 Li navçeya Peyas û Cizîrê hejmartina dengan bi dawî bû
09:04 Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin
09:03 Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin
09:02 Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:54 Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:19 Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn
15/01/2024
23:59 Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man
21:54 Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’
20:54 Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin
20:36 Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû
20:09 Kişanak: Ya ku welat xelas bike aştî ye, deriyên Îmraliyê vekin
19:06 Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya
17:45 Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin
16:53 Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin
16:34 Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt
16:33 Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma
16:32 KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin
16:20 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin
15:34 Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan
15:29 Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man
15:28 DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
15:16 Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin
15:03 Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir
14:57 Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
14:50 Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne