Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike

  • rojane
  • 10:58 9 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnameger-nivîskar Veysî Sarisozen diyar kir ku AKP dê bi rêya Partiya Doza Azad êrişeke îdeolojîk bide destpêkirin û wiha got: “Divê li ser bingeha paradîgmaya Abdullah Ocalan, vesazkirineke îdeolojîk a xurt were kirin.” 
 
Piştî hilbijartinê, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hevdîtina xwe ya ewil bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re kir ku vexwendibû torena serokkomariyê. Rojeva sereke ya hevdîtinê jî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê bû. Piştî hevdîtinê nirxandin hatin kirin û hat gotin ku dibe Erdogan paşdegavê biavêje. Rojnameger û nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê û helwesta dualî ya Tirkiyeyê nirxand û got ku li ser krîza aborî û polîtîkayên şer bazarî hatine kirin. 
 
Sarisozen li ser nîşaneyên serdema nû sekinî û got ku AKP’ê bi tevlikirina Partiya Doza Azad a di nava Tifaqa Cumhur re îşaret daye ku dê li Kurdistanê dest bi êrişeke îdeolojîk bike û wiha pê de çû: “Dixwazin tevgera azadiyê ya kurd li Kurdistanê tesfiye bike û zîhniyeta Barzaniyan li Kurdistanê xurt bikin. Li rexekî şer bi awayekî fîîlî didome û li rexa din jî dixwazin êrişên îdeolojîk pêk bînin. Dixwazin pirsgirêka kurd di çarçoveya vê planê de çareser bikin.” 
 
NÎŞANEYÊN SERDEMA NÛ
 
Bi domdarî Sarisozen diyar kir ku vexwendina Stoltenberg a ji hêla Erdogan ve ji bo têkiliyên nû gelek nîşane derxistine holê ev nirxandin kir: “Mehmet Şîmşe di nava olîgarşiya fînansê ya navneteweyî de navekî girîng e û weke Wezîrê Xizîne û Maliyeyê hate tayînkirin. Vê yekê eleqeya xwe bi vê rewşê re heye. Tirkiye tev li Şerê 3’yemîn ê Cîhanê bû û têk çû. Bi berxwedana Kobanê re, piştî sala 2015’an gav bi gav têk çû. Mîna her dewleta têk diçe, Tirkiye jî dê di dawiya dawî de xwe radestî hezêkî kûrewî bikira. Îxtîmale ku xwe radestî dewletê kûrewî yên rojavayî bike. Gelek nîşaneyên xurt hene ku xwe radestî wan kiriye. Em dikarin bibêjin armanca hatina Stoltenberg ew bû ku ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê Erdogan qaneh bike. Gav bi gav dê Tirkiye bedela şerê tê de têkçûyî bide.” 
 
‘XELASIYA JI KRÎZÊ DÊ EWQAS HÊSAN NEBE’
 
Di berdewamê de Sarisozen destnîşan kir ku Tirkiye ev demekî dirêje di navbera NATO û Rûsyayê de polîtîkaya “hevsengiyê” dimeşîne lê bi tevlibûna Stoltenberg a torena sondxwarinê re Tirkiyeyê nîşan da ku meyla ji bo dewletên rojavayî xurt bûye. Sarisozan, wiha dom kir: “Ji bo ku Tirkiye ji krîza aboriyê xelas bibe dibe ku NATO hinek gavan biavêje. Tevî van gavan jî xelasiya Tirkiyeyê ya ji vê krîzê dê ewqas hêsan nebe.” 
 
KURD LI BENDA ÇI NE?
 
Rojnameger Sarisozen anî ziman ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê, şerê li Kurdistanê tê domandin e û ev nirxandin kir: “Bûdçeya vî şerî jî ji berîka gel tê derxistin. Tirkiye di dema bazariya bi NATO’yê re de destkeftiyên kurdan hedef digire. Îxtîmaleke mezine ku Tirkiye di hevdîtinên bi dewletên rojavayî re de destkeftiyên kurdan û daxwaza xweseriyê bazariyan dike. Erdogan niha jê re gotiye; ‘ez ê aboriya xwe teslîmî we bikim lê hûn jî destûrê bidin ku ez şerê li Kurdistanê bidomînim.’ Di dema xwe de ev lihevkirina qirêjî di dema Peymana Lozanê de ketibû meriyetê. Dewletên rojavayî derfeta rewabûna dewletê dabûn Tirkiyeyê. Di heman demê de weke bertîla êrişên pişaftin û qirkirinê yên li dijî bakurê Kurdistanê dabûn Tirkiyeyê. Li gorî min dibe ku heman rewş dîsa dubare bibe. Ji bo sala sedemîn a Lozanê demekî kin ma ye. Dema em li geşedanên dawî dinêrin, dibînin ku dîsa li ser destkeftî û statûya kurdan bazarî tên kirin. Hêzên kûrewî li ser Kurdistanê di nava planên bêhtir tevlihev û tarî de ne.” 
 
PEYWIRÊN ÎKTÎDARÊ DA YE PARTIYA DOZA AZAD
 
Sarisozen bi bîr xist ku di serdema nû de Tifaqa Cumhur peywirên nû dane Partiya Doza Azad ku partiyeke dij kurd e û wiha pê de çû: “Dema em li kabîneya Erdogan dinêrin, vê fêm dikin; dewleta tirk nikare serdestiya xwe ya li Kurdistanê pêk bîne lewma serî li rêbazên nû dide. Dixwaze Partiya Doza Azad jî di vê çarçoveyê de bi kar bîne. Ev partî eslê xwe kurd e lê li gorî senteza tirk-îslamê tevdigere. Lewma ji bo bikaranînê tam li gorî daxwaza îktîdarê ye. Îktîdar bi vê yekê re nîşan dide ku dê bi destê Partiya Doza Azad li dijî Kurdistanê dest bi êrişeke îdeolojîk bike. Bi taybet jî dixwazin li Kurdistanê tevgera azadiyê ya kurd tesfiye bikin û zîhniyeta Barzaniyan lê xurt bikin. Li rexekî şerê fîîlî didomînin û li rexa din jî dixwazin êrişên îdeolojîk bikin. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya van planên gemarî çareser bikin. Lewma divê hemû kes bi hemû hêza xwe piştgiripyê bide tevgera azadiyê ya kurd. Divê HDP û Partiya Çepên Kesk jî tavilê nîqaşên hilbijartinê xelas bike, xwe jinûve saz bike û xurtir bike. Hewceye tifaqa xwe berfireh bike, hemû noqteyên şilo yên îdeolojîk zelal bike û li ser bingeha paradîgmaya Abdullah Ocalan, bi awayekî xurt xwe jinûve saz bike. Heke bikarin vê bikin, dê pêşî li ber hewldana îktîdarê were girtin û plana tesfiyekirina tevgera azadiyê ya kurd vala derkeve.” 
 
STRATEJIYA RÊYA SÊYEMÎN
 
Têkildarî hilbijartinan jî Sarisozen ev tişt anî ziman: “Gelê kurd di hilbijartinan de bersiveke tund dan. Îktîdarê di vê serdemê de jî nekarî encama dixwest bi dest bixe. Partiya Doza Azad dê li pêşiya projeya Tirkiyeyîbûnê bibe astengiyeke mezin. Dema em ji hêla mezinbûn û biwesfbûna Partiya Doza Azad dinêrin, dibînin ku pir zêde talûke ye. Îslamîstên tundrew in, hewldaneke neteweperest e û li pêşiya Tirkiyeyîbûnê astengiyeke mezin e. Divê tevgera azadiya kurd, girseyan bîne ser xeta îslamê ya ku Ocalan di demên pir berê de gotibû. Ev xet tê wateya dîtina rasteiya îslamê, lê guhdarîkirina wê, qebûlkirina kevneşopiyan û xurtkirina xeta kurdayetî ya Tirkiyeyîbûnê ye. Ji ber ku Tirkiyeyîbûn nayê wateya dûrketina ji kurdîbûnê. Tirkiyeyîbûn tê wê wateyê ku kurdîbûn û tirkîbûn bikarin li ser bingeheke demokratîk bi hev re têkiliyan deynin.” 
 
TIRKIYEYÎBÛNA BÊYÎ APO!
 
Sarisozan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê di serdema nû de paradîgmaya Ocalan esas were girtin. Tevgerîna weke ku li holê pirsgirêkeke kurd nebe û anîna Tirkiyeyê ya li ser xeta bêyî Apo, dê bi xwe re encamên xeternak bîne. Tirkiyeyîbûna bêyî Apo dê ber bi pişaftinê ve bibe. Kurdîbûna bêyî Apo dê tevgera azadiyê ji xeta xwe derxîne û li ser xeta Barzaniyan a li ser bingeha neteweperestiya sexte tune bike. Anku di navendê de paradîgmaya Abdullah Ocalan heye. Heke yên kurdî û tirkî bikarin li ser bingeha vê paradîgmayê derfetên karbeşiyê ava bikin, wê demê serkeftin dê pêk were. Divê HDP û Partiya Çepên Kesk encamên hilbijartinê û rexneyên li dijî xwe bidin aliyekî û dest bi pêvajoya jinûvesazkirinê bikin. Divê ji bo hilbijartinên herêmî tavilê amadekarî bên destpêkirin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

13/06/2023
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand