Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin

  • rojane
  • 09:03 23 Gulan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Li Semsûrê mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bi hatina havîne re pirsgirêkên mexdûrên erdhejê jî zêde dibin. Mexdûrên erdhejê yên di konan de diyar kirin ku êdî nikarin di konan de bimînin û gotin ku li benda konteyneran û alîkariye ne. 
 
Li Semsûrê ku bandoreke mezin ji erdhejên 6'ê sibatê yên Mereşê girt, li gor hejmarên fermî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Li navenda Semsûrê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan û welatî ji bêgavî di konan de dimînin. Li navenda bajêr bi dehan zêdetir konebajar hene. Ev konên ku tenê heya wextekê dikarin mirovan biparêzin, piştî demekê ji bo mexdûrên erdhejê dibin cihê pirsgirêkên mezin. Bi hatina havînê û germa dinyayê re, êdî mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin. Li gel vê li hemû konebajaran pirsgirêka ava paqîj heye. Her wiha bi hatina havîne re gelek ajalên wekî dûpişk, kêzik, vizik û hewd. jî zêde bûne û ev yek jî jiyana mexdûrên erdhejê ber bi xetereyê ve dibe.
 
Navenda Semsûrê wê li cihekî din bê avakirin û wê avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin. Lê nayê zanîn ku wê avahiyên bên çêkirin bidin kê. Her wiha di dema avakirina bajêr de wê civakîbûn, çand û dîroka Semsûrê bê parastina yan na, ev jî cihê prisnîşanê ye. Ji aliyê din ve jî mexdûrên erdhejê ku êdî nikarin di konan de bimînin, li benda konteyneran in. Lê nayê zanîn ku wê konteyner li kîjan pîvanan bên belavkirin. Mexdûrên erdhejê di vî warî de bi fikar in. Yek ji pirsgirêka mezin a bajêr jî fiyetê kirêyan e ku piştî erdhejê 2 qat an jî 3 qat zêde bûne û ji ber vê yekê jî mexdûrên erdhejê nikarin xaniyan kirê bikin. 
 
Têkildarî mijarê em bi mexdûrên erdhejê re axivîn. 
 
'EDÎ KON NIKARIN ME BIPARÊZIN'
 
Mexdûra erdhejê Zeynep Tok ku em li konebajar bi wê re axivîn bi lêv kir ku gelek xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 rojan ji ber ku kon tune bûne li derve mane. Tok anî ziman ku bi zorê konek peyda kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em neçarî kon jî nebin em ê bi ku ve biçin? Lê dema baran dibare, av di bin kon re tê. Êdî kon jî nikare pediviya me ya parastine dabîn bike. Pêdiviya me ya konteyneran heye, zarokên min tune ne. Ez û hevjînê xwe bi tenê ne. Bi vî awayî ancax em ê heya wexteke din karibin îdare bikin. Di germahiya havînê de meriv nikare di konan de bimîne. Kêzik hene, dûpişk hene. Êdî kon nabin." 
 
'DEWLETÊ ALÎKARIYA ME NEKIR'
 
Mexdûrê erdhejê Hasan Akyay jî diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan xesareke mezin dîtiye û bi zorê zarokên xwe xilas kirine û ev tişt gotin: "Em 15 rojan tevî zarokan di erebeyê de bûn. Her der girtî bû, ne nan, ne av tiştek tune bû. Dewletê jî alîkariya me nekir. Yanî piştî çar rojan mudaxile kirin. Mudaxileya piştî çar rojan bi kêrî titşekî nehat." 
 
Akyay destnîşan kir ku kon ji bo şert û mercên paqîj ne guncav in û wiha pê dê çû: "Mitbex, tuwalet û ava paqîj tune ye. Bi hatina havîne re qernî, dûpişk û hwd. derketine. Tu baweriya min tune ye ku pirsgirêkên me bên çareserkirin. Heke çareser bikirina wê di nava van 4 mehan de çareser bikirina, lê tu çareyek nedîtin. Xaniyê min xesareke mezin girt, divê ew xanî demildest bê hilweşandin. Zarokên min diçin li ber wî xaniyî dilîzin. Ji ber vê yekê jî em ditirsin ku tiştek bibe. Min ji bo hilweşandinê daxwazname jî da. Em li bendê ne bê xerakirin." 
 
'KIRÊ BIHA BÛNE'
 
Akyay bal kişand ser bihabûna xaniyên kirê û got: "Divê demildest mexdûrên erdhejê derbasî konteyneran bibin. Êdî konbajar nikarin pediviyên mirovan dabîn bikin. Ji ber bihabûna xaniyên kirê jî êdî tu kes nikare derbasî xaniyan bibe. Xaniyekî kirê di ser 8 milyaran re ye. Yanî wê mexdûrên erdhejê ev qas pereyan ji ku bibînin. Divê dewlet demildest pêşiya vê yekê bigire."
 
'LI BENDA KONTEYNER Û ALÎKARIYE NE'
 
Mexdûra erdhejê Semra Uyanik jî diyar kir ku pediviya wan bi kincên havînê heye û wiha got: "Dema erdhej çêbû, kincên zivistanê hatin belav kirin, lê niha em di havînê de ne lê kincên havînê tune ne. Me nikaribû ji zarokên xwe re jî kincên havînê bikire. Kincên havînê tên marketan lê ji bo wan jî em diçin navê xwe dinivîsinin. Lê ancax piştî çend mehan didin. Em di vê germahiya havîne de nikarin di konan de bimînin. Em li benda konteyneran in. Me navê xwe jî nivîsî, lê nizanim wê kengî bên dayin. Pîr û zarokên me hene, ew nikarin di konan de bimînin. Banga me ji xêrxwazan ev e ku alîkariya me bikin."
 
Ûyanik anî ziman ku ji ber bihabûna kirêya xaniyan ew nikarin derbasî xaniyan bibin û wiha got: "Tevî ku li Semsûrê erdhejeke mezin qewimî jî, xwediyên xaniyan bê wijdaniyê dikin û kirêyan biha dikin. Yanî li vir kar tune ye, tu kes nikare bixebite. Bixebite jî nikarin bi meaşê asgarî kireya xanî bidin û debara xwe bikin. Ji aliyê din vê jî gelek xanî xesardîtî ne û yên ku hene jî bihayeke mezin didin. Ji ber vê yekê jî welatî neçar dimînin ku koç bikin." 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

25/05/2023
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar
14:34 Ciwanên HDP’î hatin berdan
14:33 Ciwanê ku lê dan: Di mûayeneyê de polîs digot, bijîşk dinivîsand
14:33 MYK’a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dicivin
14:33 Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Daxwaza me ya heqîqet û edaletê bi cih bînin
14:14 Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
13:42 Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez em biçin dengdayînê
13:33 Nûçe weke ‘banga rêxistinê’ hate qebûlkirin: 15 sal cezayê hefsê hate xwestin
13:10 Hikûmeta Iraqê hate protestokirin: Hêzên xwe ji Mexmûrê vekişînin
12:39 Li Êlihê serdegirtinên malan
12:39 Daxwaza rakirina şertê kontrola edlî ya parlamenter Dogan hate redkirin
12:38 Li Îzmîrê 12 muzîkjen hatin binçavkirin
12:32 Qeyûm avahiya şaredariyê firot
12:20 Partiya Zafer biryar da ku piştgiriya Kiliçdaroglû bike
12:09 Zaroka ku wesayita zirxî lêxistibû taburcu bû
12:00 Rojnamevan Delal Akyuz hat berdan
11:59 Malbata Şenyaşar: Daraza ku hesabê napirse jî sûcdar e
11:38 Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin
11:19 Alimê olî Înal: Qasî AKP’ê kesekî ev qas zirar neda vî olî
11:03 Serokê AKP’ê bi fermandarê qereqolê re gef li gundiyan xwar
10:42 Ahmet Turk: Tu rewabûna Erdogan nemaye, em ji 14’ê Gulanê xurttir biçin hilbijartinê
10:40 21 salan dengê xwe dida AKP’ê: Guherîn şert e, ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû
10:09 Parêzera Ergîn Aktaş: Divê muxalefeta civakî xwedî li girtiyên nexweş derkeve
10:03 Piştî hilbijartinê ava gund hate birîn
09:50 Rewşa dawî ya derveyî welat
09:46 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 22 kes hatin binçavkirin
09:45 Kolanên Wanê: Em ê kesên nasnameya me nas nakin di sindoqê de têk bibin
09:44 Baroya Amedê dê giliyê Zehîr ê AKP’î bike
09:44 Personelê Nexweşxaneya Bismilê dest avêt zarokekî
09:43 Aborînas Altintaş: AKP pesnê xwe bi aboriya sedeqeyê dide
09:08 Rojnamevan Şahînlî: Em ê di rojnamevaniyê de israr bikin
09:07 Bîrol: Tûra duyemîn ne hilbijartin e dê referandûm be
09:07 Banga ji bo tûra duyemîn: Dengek dikare çarenûsa 85 milyon kesî biguherîne
09:06 Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Karlqvist: Bêdengiya ji bo tecrîdê cihê şermê ye
09:06 Endamê PADÊ: PDK, Iraq û Tirkiyeyê li ser xeta Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li hev kirine
09:01 Mexdurên erdhejê yên Semsûrê: Em êdî guhertinê dixwazin
09:00 Parêzer Kertîş: Tecrîd pirsgirêkeke civakî ye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANÊ YA 2023'YAN
23/05/2023
21:12 Li Edeneyê 12 kes hatin berdan
20:46 Mexmûriyan daxwazên xwe ragihandin rayedaran
20:31 Li Mêrsînê binçavkirin hatin şermezarkirin
18:51 Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir
17:51 Polîs bi kuştinê gef li rojnamevan Yalçin xwar
16:48 Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Çelîk hat binçavkirin
16:06 Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin
15:52 DBP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Dê nekarin bi ser kevin
15:21 Ciwanê hatiye îşkencekirin: Ma gerandina govendê sûc e?
15:11 Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
15:02 Di lêpirsîna navenda wê Tekîrdag de nêzî 30 kes hatin binçavkirin