Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên

  • rojane
  • 09:04 24 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîzî Koylûoglû diyar kir ku suîqastên li Kurdistana Federe ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve tên kirin û got: "Kujerê van bûyeran jî endamên Hîzbullahê ne."

 
Li Herêma Kurdistana Federe, hedefgirtin û qetilkirina siyasetmedarên kurd dewam dike. Di saleke dawî de li Silêmaniyê tenê 5 kes bi suîqestan jiyana xwe ji dest dan. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Di 28’ê Tebaxa heman salê de endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) hat qetilkirin. Di 17’ê Gulana heman salê de li Taxa Bextiyarî welatparêz Kurdistanê Zekî Çelebî bi giranî birîndar bû û di 18’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Di 17’ê Îlona 2021’ê de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Di 16’ê Îlona 2021’ê de ji welatiyên Bakur Ferhad Bariş Kondû li Silêmaniyeyê bi giranî birîndar bû. Îsal jî welatparêzê kurd Huseyîn Turelî li Dihokê di êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Hat zanîn ku Turelî beriya niha jî rastî êrişekê hatibû û bi birîndarî jê xelas bûbû. 
 
Rojnamager Aziz Koyluoglû ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, der barê suîqastên li dijî rojnameger, akademîsyen û siyasetmedarên kurd ên li Başûr pêk tên  ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
MÎT-PARASTIN Û HÎZBÛLLAH
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû da zanîn ku suîqast ji aliyê sê komên çete ve tê kirin û wiha axivî: "Li herêmê suîqastên ku faîlên wan diyar, lê nayên dîtin çêdibin. Ev suîqast demeke dirêje li herêmê çêdibin. Ev suîqast bi taybetî di sala 2021'ê de li dijî welatparêzên ku ji bakurê Kurdistanê tên herêmê pêk tên. Yek ji wan jî qetilkirina welatparêzê bi navê mamoste Şemal ê li Kifriyê bû. Helbet ev hemû bûyer, bûyerên sîstematîk in. Sê hêzên ku van suîqestan pêk tînin hene. Ji aliyekî ve MÎT heye, ji aliyekî ve jî îstîxbarata PDK'ê ya bi navê Parastinê û ji aliyekî din ve jî Hîzbullah heye. Hîzbullahê di salên 1990'î de li Bakur suîqest pêk anîn. Niha jî wek HUDA Par siyasetê dike. Lê bêguman ev ne partiyeke siyasî ye, çete ye. HUDA Par, di sala 2012’an de weke partiyeke siyasî hatiye avakirin û piştî avakirina wê li Başûrê Kurdistanê jî nûnertiya xwe vekiriye. Ji wê demê ve têkiliyên wan bi PDKê re pir baş in. Bi taybetî PDK li ser van têkiliyan heye. Li herêmê gelek endamên HUDA Parê bi awayekî aktîf dixebitin. Helbet wek Hîzbullah xwe didin nasîn. Hizbullah a Bakur, niha li Başûrê Kurdistanê xwe çalak dike. Yên ku van suîqestan pêk tînin jî, îtîfaqa MÎT-Parastin-Hîzbullahê ye. Bi giştî jî kujer bi piranî ji endamên Hizbullahê tên hilbijartin. Îstixbarat, lojîstîk, çek û tiştên bi vî rengî jî ji aliyê Parastin û MÎT'ê ve tên dayîn. Lê kujerên van bûyeran pîranî jî endamên Hizbullahê ne ku ji kurdên Bakur hatine hilbijartin. Van kesan di encama lihevkirinekî de tînin herêmê û êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Mirov nizane ku bi awayekî çawa xwe bi rêxistin kirine, lê belê piştî ku êrişên sûîqastê pêk tînin, ji herêmê derdikevin." 
 
'BÛYERA TURELÎ JI YÊN DITIR CUDA YE'
 
Koyluoglû diyar kir ku bi van êrişan tê xwestin ku di şexsê siyasetmedarên kurd de peyameke bidin gelê kurd û wiha pêde çû: "Çima niha li Dihokê bûyereke bi vî rengî pêk hat? Helbet ev tiştekî balkêş e. Huseyîn Turelî ew demeke dirêj bû ku li Dihokê dijî. Hem esnaf bû û hem jî yek ji cihên herî qelebalix e li Duhokê, dikana wî hebû û her kes dizanibû ku ew li wir e. Sala borî jî Turelî rastî êrişa çekdarî hat, lê bi birîndarî ji wê êrişê rizgar bû. Îsal jî ew kuştin. Ew li navendeke danûstendinê ya bi navê Family Mall û her cure yekîneyên ewlehiyê di hundurê wê de heye hat gulebarankirin. Eger bixwestana dikaribûn Huseyîn Turelî bigirtana û radestî Tirkiyeyê bikirana. Ji ber ku Dihok, bi taybetî Hewlêr cihekî di bin kontrola PDK'ê de ye û MÎT bi awayekî aktîf lê de dixebite. Lê wan li şûna girtinê, kuştina wî tercîh kir."
 
Koylûoglû axaftina xwe wiha domand: "Divê bi zelalî bê ditin ku li pişt vê êrişê peyameke cidî heye. Dixwazin bibêjin ku hem li cihekî ewle û hem jî li cihekî weke Dihokê em dikarin her kesî bikujin. Ev komkujî bi taybetî ji bo tirsandina kurdên welatparêz wek polîtîkayekê tê meşandin. Armanca wan diyar e. Armanca wan li ku derê kurdayetiya resen hebe bikin hedefa xwe de.Hewl didin Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan weke cihekî ne ewle nîşan bidin. Li gorî wan kurd herin ku derê, şert û merc çi dibin bila bibin, dibêjin ger welatparêz bin, heta bi têkoşîna kurdan re sempatiyê bikin hedefa me ew in. Hewl didin ku Başûrê Kurdistanê ji bo kurdan weke cihekî ne bi ewle nîşan bidin. Dibêjin kurd herin ku derê, şert û merc çi dibin bila bibin, heger welatparêz be heta ku bi têkoşîna kurdan re sempatiyê bikin hedefa me de ye." 
 
'VEŞARTINA BÛYERAN PÊŞIYA SUÎQASTAN VEDIKE'
 
Koyluoglû da zanîn nûxûmandina van bûyeran zemîna êrişa li ser welatparêzên kurd vedike û got: "Mînak di êrişa berê ya li dijî Huseyîn Turelî de, me weke xebatkarên çapemeniya herêmî ev rewş anî rojevê. Dema me ev yek anî rojevê Turelî, malbata wî û derdora wî xwest ku nûçeyên me belav kirine paşve bikêşin. Ji me re gotin, 'Me bi wan re li hev kiriye, nûçeyê belav nekin, êdî tiştekî nakin, nûçeyên xwe rakin.' Bi veşartina van tiştan, veşartina van gefan, veşartina şantajan bingehê êrîşa li ser welatparêzên kurd vedike. Lê divê malbat û gelê kurd di her şert û mercan de di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bidin. Tenê wiha dikarin pêşiya van êrîşan bigirin. Gelo ev herêm bi ewle ye? Ez bawer nakim tu cihek ji bo  kurdê ku ji welatê xwe hez dike ewle be. Ne tenê Kurdistanê, tu cîhê cîhanê ne ewle ye. Ji ber ku kurd miletekî di bin jenosîdê de ye. Geleke ku jenosîdê de derbas dibe ne pêkaneyeke ku ciheke ewle bibîne. Mixabin gelê kurd bi terikandina welatê xwe  nikare ji qirkirinê xwe xelas bike.Tu deverên cîhanê de rewşeke wiha nîne. Di vî warî de herêm ne bi ewle ye."
 
'HERÊM WEKE WALITIYA TIRKIYEYÊ YE'
 
Koyluoglû diyar kir ku diivê li qada navneteweyî polîtîkayên suîqastê yên li herêmê pêk tên bên ronîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rastî li tu derê cîhanê nehatiye dîtin ku rêveberiya herêmê ji MÎT-Hîzbullahê re qadeke wiha vekiriye. Ev cihê fikariyê ye. Herêm bi temamî di bin kontrola MÎT'ê de ye. Niha desthilatdarên wê herêmê û desthilatdariya PDK'ê tenê weke waliyê Tirkiyeyê rola xwe dilîzin. Li dijî van êrîşan bertekên YNK’ê jî  hene, nerazîbûna wan jî PDK’ê re heye, lê ev bertek ne bi zêde xurtin. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî naxwaze mudexele navxweyî bike. Nêrazîbûnên wan jî piranî daxuyanî ne.Divê ku ev êrîşên MÎT'a Tirk ên terorîstî di qada navneteweyî de jî bên teşhîr kirin. Encax bi vî awayî dikarin bisekinin. Heke wisa nebe, xuya ye ku êrîşên bi vî rengî di demên pêş de jî berdewam bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

27/04/2023
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne