Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye

img
ENQERE - Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê ya Metna Mutebaqata Hilbijartinê aşkere kir, diyar kirin ku ji bo di 14’ê gulanê de qezenç bikin ketine nava liv û tevgerê û wiha gotin: “Gotin xelas, dem dema çalakiyê ye.”
 
Tifaqa Ked û Azadiyê helwesta têkildarî hilbijartinan û metna mutebaqata Hilbijartinê li avahiya Yekitiya Mulkiyeyiyan a li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê aşker kir. Piştî aşkerekirina danezanê nûnerên partiyên di nav Tifaqa KEd û Azadiyê de cih digirin axaftinek kirin. 
 
TÎP: TIFAQA KED Û AZADIYÊ SÎGORTE YE
 
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş diyar kir ku di xebatên tifaqê de asteke girîng li pey xwe hiştin û wiha got: “Hebûna Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo li welatê me beriya hilbijartinan piştî hilbijartinan bihêzkirina wekhevî, azadî, aştî û edaletê pê were û ji bo welatekî ku hemû welatiyên me bikaribin bi dilxweşî di nava aştiyê de bijîn sîgorte ye.”
 
Baş têkildarî ketina hilbijartinan jî ev agahî parvekirin: “Li Tirkiyeyê 87 herêmên hilbijartinê hene, TÎP wê li 52 herêman bikeve hilbijartinê. TÎP tenê wê li 7 herêmên hilbijartinê ku HDP beriya niha parlamenter jê derxistibûn bikeve hilbijartinê. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku tifaqa ked û azadiyê mezin û xurt bikin û ji bo rizgarkirina vî welatî ya ji rejîma yek zilamî piştgiriyê bidin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê re dest bi meşeke ku em ê serbikevin dikin.”
 
EHP: EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIBIN ASTA HERÎ JOR
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi kedeke mezin hate van rojan û wiha got: “Em têkoşîna xwe dibin asteke jortir. Em bi keyfxweş in. Em ê li ser navê Partiya Çepên Kesk bikevin hilbijartinê. Em ê bi yekitiyê rejîma yek zilamî bişînin. ” Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo parlamentoyê bihêz bikin divê hêza gelê birêxistin li parlamentoyê nîşan bidin. Ji bo avakirina demokrasiyê divê xwişk û biratiya gelan û aştiyê ava bikin, divê bi rêya muzakere û diyalogê çareseriyê bigerin.”
 
EMEP: DAXWAZA MILYONAN EM Ê VEGUHERÎNIN TÊKOŞÎNÊ 
 
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz diyar kir ku dengê gelan kirine yek û wiha axivî: “Tişta ku em anîn cemhev ew e ku zarokên vî welatî bi şev birçî diçin nav nivînan e. Kedkar dibêjin em zêdetir dixebitin lê em xizantir dibin, em nikarin debara xwe bikin, nikarin bibin xwediyê xaniyekî, nikarin derkevin bazarê. Em ne weke tifaqeke hilbijartinê weke tifaqeke aştiyê derketin holê. Em ê 1’ê Gulanê veguherînin roja têkoşînê ku daxwazên bi milyonan lê bilind bibin.”
 
Akdenîz wiha berdewam kir: “Em dibînin dijîn, êşên erdhejê dijîn. Me şîna xwe girt û êşa xwe dizanin. Em ê êşên xwe bi hersê re bikin yek. Em ji bo hesab pirsînê tên. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina ku rejîma yek zilamî biçe. Tirkiye wê sibeha 15’ê Gulanê bi ronahiya ku dawî li rejîma yek zilamî aniye, şiyar bibe. Em ji bo kedê, ji bo demokrasî û azadiyê tên. Ferqa Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji tifaqên din bernameya wê ye. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê meşê. Em Tirkiyeyeke serbixwe, demokratîk û laîk dixwazin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha mafên wekhev çareser bibe, me dest bi meşa xwe kir. Dem dema hembêzkirina milyonan e. Em ji bo vê dest bi meşa xwe dikin. Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrokeke nû nikare bê nivîsîn. Em ê dîrokeke nû binivîsin, ji bo vê jî em vedixwînin têkoşînê.”
 
DÎNAMÎKÊN CIVAKÎ REF KIRIN YEK 
 
Ji SMF’ê Bariş Kayaoglû jî balkişand ku pêvajoyeke geşedanên civakî, siyasal û dîrokî lê dijîn pêk tê û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku ref diyar bûne û dînamîkên civakî ref kirine yek de derbas dibin. Bila gumana kesê nebe ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji kevneşopiya têkoşîna hevpar û berhevbûna têkoşîna dîrokî ya gelan pêk tê, wê vê dorpêça tarî hilweşîne û bişîne sergoyê dîrokê ku cihê heq dike. Her gotinên ku divê bên gotin hatin gotin. Her nîqaş hate birêvebirin. Tifaqa Ked û azadiyê bi gavên ji xwe bawer dimeşe. Di 14’ê Gulanê de bi biryar e ku beşa herî mezin a parlamentoyê bi hejmara herî mezin a parlamenteran temsîl bike. Ji bo me gotin xelas, dem dema çalakiyê ye.”
 
TOP: JI BO TIRKIYEKE DEMOKRATÎK EM KETIN NAV LIV Û TEVGERÊ 
 
Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca jî destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi berpirsyariyeke dîrokî derket rê û wiha got: “Em ji bo avakirina Tirkiyeyeke Demokratîk ketibûn nav liv û tevgerekê. Bernameya ku dê welat ji nû ve ava bike, jiyaneke nû û komareke demokratîk ava bike û li gorî rûmeta mirovahiyê li vir e. Ji roja ewil ve me got em ne tifaqa li ser maseyê ne. Em ji kolanan, qadên jiyanê û têkoşînê tên. Em bi awayekî herî xurt têdikoşin. Tifaqa Ked û azadiyê tifaqa karkeran, jinan, kurdan, elewiyan û bindestan e. Yekane alternatîfa xelasiya civakê ye. Em ê faşîzmê bişînin sergoyê dîrokê. Em ê pergala qesrê hilweşînin. Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re qezenc bikin. Rêya me vekirî be.”
 
HDP: HEVPARIYA HERÎ BERFIREH A TÊKOŞÎNÊ YE
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ev tişt gotin: “Em di serdemeke krîzên herî kûr ên dîroka welêt tên jiyîn de ne. Pêwîstiya afirandina hevpariyeke herî berfireh a têkoşînên demokratîk ên ji bo derketina ji vê serdemê, ji bo me hemûyan jî lezgîn e. Tifaqa Ked û Azadiyê bi van biryardariyan derketibû holê. Em armanc dikin ku bi vîna kesên bindest, keda wan tê xwarin, tên paşguhkirin avabûneke nû bidin destpêkirin. Armanca me şandina vê desthilatê û guhertina vê pergalê ye. Em ê bi rêya 3’yemîn di sedsala nû de komara demokratîk ava bikin.
 
DEM DEMA BIDAWÎKIRINA ŞER Û TALANÊ YE
 
Em ji bo ji van pirsgirêkan re bi rêgez û bernameyên gelparêz çareseriyê ava bikin tên. Em ji bo vê tarîtiyê belav bikin tên. Di vê mijarê de vîna me saxlem e û bi biryar in. Divê em bêjin ku bi tenê bi me re dibe ku dawî li polîtîkayên veguherîna demokratîk, şer, derew û talanê bê anîn û aştî û edalet li Tirkiyeyê pêk were. Bila gumana kesê nebe, em ê bi hev re serbikevin. Bila rêya me vekirî be, em ji bo veguherînê tên. Em ji bo bi hev re qezenc bikin tên.”
 

Sernavên din

12/04/2023
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn