Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin

  • rojane
  • 11:27 8 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Balarfirgeha Silêmaniyê dan û diyar kirin ku êriş li dijî hemû kurdan pêk hatiye û bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin. 
 
Duh di saetên êvarê de li dijî Balafirgeha Bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê êrişek hewayî pêk hat. Gelek siyasetmedarên başûrê Kurdistanê bertek nîşan êrişê dan. 
 
QUBAT TALABANÎ: COTYAR ADIL NE BERDEVKÊ HIKÛMETÊ YE 
 
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku Cotyar Adil ne berdevkê hikûmet Herêma Kurdistanê ye û tenê di nav hikûmetê de nûnertiya hizbekê dike.
 
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku bi tundî êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û wiha got: “Hedef girtina balefirgehek sivîl ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê ye, bilindbûnek metirsîdare li ser jiyana welatiyên Kurd. Cotyar Adil ne berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, tenê di hikûmetê de nûnertiya hizbekê dike. Ji ber wê nikare li ser navê hemû hikûmetê gotinan bike û daxuyaniya wî şermezar dikîn.”
 
Hêjayî gotinê ye ku di danê êvarê de Berdevkê Hikûmeta Herêmê Cotyar Adil wiha got: “Em xemgîniya xwe ji bo êrişa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê nîşan didin. Ev rewşa metirsîdar di encama dagirkirina sazî û dezgehên hikûmetê de û bikaranîna ji bo karên ne yasayî derketiye.” 
 
BAFIL TALABANÎ: SILÊMANÎ XETA ME YA SOR E
 
Serokê Yekitiya Nİştîmaniya Kurdistanê Bafil Talebanî di derbarê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin û wiha got: “Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin. Berê YNK’ê ji bo parastina yekrêzî û bidestxistina berjewendîyên bilind ên gelê me bêhna xwe didan, lê berdewam reftarên ne guncaw ên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke deshilatdar û serdest de, hemû sînor derbas kiriye û rewş ber bi rawestanê ve biriye.”
 
Serokê YNK’ê her wiha tekez kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind û wiha domand: “Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin. Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.
 
Di dawiya daxuyaniyê de Bafil Talebanî got: “Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”
 
YNK’Ê ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR 
 
YNK'ê jî derbarê êrişê de daxuyanî da. Daxuyaniya YNK'ê wiha ye: “Ev cara duyeme dewleta Tirk li gel Silêmaniyê rêya hewayî digire. Cara yekem ji ber cezadayîna referandûma sala 2018’yan bû ku qaşo ji bo serxwebûnê bû. Cara duwem ya girtina geştên navbera Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê û Tirkiyeyê de duh bû ku bi hinceta Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike bû. Ango ji ber ‘Kurdbûnê’ geştên ji Silêmaniyê rawestand.
 
Xebatên siyasî û dîplomatîk û pêşmergeyî yên Yekitî (YNK) yên li çiya û bajaran ji bo maf, Kurdayetî û ji bo Kurdistanê dayî, ne vala bû. Ji bo wê armanca siyasî ya Yekitî wek hêzek siyasî ji bo têkoşîna Kurdistanê ye ku navê wê jî Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ye. Serokê Yekitî di civîna yekem a Yekitî de got; ‘Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, tenê ne li Iraqê ye, her cih û parçeyên Kurdistanê cihê têkoşîna Yekitiyê ye.
 
Têkoşîna YNK’ê ji bo hemû Kurdistanê ye û hêzek Kurdistanî ye. Heke metirsiya terorîstên DAIŞ’ê li ser Kurd û Kurdistanê hebe, Yekitî amadeye ku bi lez ji bo parastinê biçe. Wek çawa li hewara Hewlêr û Kobanê çû, niha jî amadeye alîkariya cih û parçeyên din bike û metirsiya terorîstan ji holê rake. Ji vê re Kurdbûna rast tê gotin. Nekû bi dirûşma Kurdayetiyê propaganda dike û wek hêzên din berovajiyê Kurdayetiyê pêşengtî ji êrişên li ser Kurdan re dike.”
 
SEROKA PARLAMENTOYÊ JÎ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR 
 
Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq di derbarê êrişa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de wiha ragihand: “Wek çawa hemû êrişên ji beriya niha li ser Balefirgeha Hewlêrê hatîn kirin ne rewa bûn, ti hincetek ji bo êrişa ne rewa ya ser Balefirgeha sivîl ya Silêmaniyê jî nîne. Hikûmet mecbûre li hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi heman pîvanan tevbigere. Vê êrişê û her kesê ku vê êrişê rewa dibîne, şermezar dikîn.”
 
Hêjayî gotinê ye ku di danê êvarî de Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku di saet 16:18’yan de li nêzîkî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê teqînek çêbûye, lê ti ziyanên jiyanî û madî çênebûne.
 
Encumena parêzgeha Silêmaniyê di derbarê êrişa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û wiha ragihand: “Bi tundî êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û nerazîbûnên xwe nîşan didin ku ev êrişek ne rewa û ne yasayî ye li ser jiyan û aramiya welatiyan û serweriya Kurdistan û Iraqê.”
 
HEVPEYMANIYA FETÎH: BÊDENG NEMÎNIN
 
Ofîsa Ragihandinê ya serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî derbarê êrişê de daxuyaniyek li ser tora civakî belav kir.Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Êrişa li ser balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê bi tûndî şermezar dikîn. Ev binpêkirinek eşkere ya ser serweriya xak û asîmanê Iraqê ye. Nabe bi ti awayî û dibin ti hêcetek de dijî vê bûyerê bêdeng bimînîn.”
 
'ÊRIŞA LI SER ARAMIY HEMÛ KURDISTANÊ YE' 
 
Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa têkildarî êrişê daxuyaniyek belav kir. Cehfer Şêx êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Parastina canê welatiyan, ewlekarî, aramî erkê hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Divê demê de pêwîste ji hemû daxuyaniyên ne berpirsyar dur bin.
 
Pêwîste hemû aliyên siyasî vê bizanin, êrişa ser bostek nîştiman, êrişa ser aramiya hemû Kurdistanê ye. Pêwîste em hemû li gorî ast û berpisyartiyên xwe rê li van êrişan bigrin. Canê welatiyan, serweriya xak û welat ji hemû êrişên nayên xwestin biparêzîn.”
 
TEVGERA AZADÎ LI DIJÎ ÊRIŞAN BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR 
 
Tevgera Azadî li ber êrişê rabû û daxuyanî da. Tevgera Azadî di daxuyaniyê biryara qedexekirina qada hewayî ya Tirkiye li balafirên Silêmaniyê û êrîşa dijî wê jî weke kareke dijminane binav kir û got: “Ev kareke dijminaneye. Di heman demê de binpêkirineke mezin û eşkereye ser serweriya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê. Hebûna destê aliyekî emnî ya navxweyî di vê kiryarê de, xiyaneteke eşkere ya nîştîmaniye, di warê siyasî û exlaqî de wê bedeleke giran ya wê hebe. 
 
Em bi tundî êrîşê şermezar dikin û binpêkirineke ne rewaye li ser bajarê aramî, hilmet û qurbanî. Daxwaz dikin gel û hêzên siyasî bihevre li dijî vêya bisekinin, ji bo xeyalên dagirkerana û nokeran were vala derxistin. Li gel êrîşkirina dijminane, daxuyaniya hikûmeta demborî ya herêmê ya bi rêya berdevkê wê jî şermezar dikin.”
 
Berdevkê hikûmeta demborî li cihê ku êrîşê şermezar bike, weke her timî rewatî pê da û helwesta nîştîmanperwer ya Silêmaniyê hedef nîşan da. Bêgûman ew kiryara tirsonek bê beyhudeye. Siyaseta girêdayî dagirkeran weke siyaseta talankirina nefta Kurdistanê mehkûmê têkçûnê ye.”
 
JI PDK'Ê HEWLDANA REWAKIRINA ÊRIŞÊ 
 
Ji aliyê din ve Cotyar Adil ê PDK'yî jî êrişê rewa kiribû û wiha gotibû: "Ev êriş di encama dagirkirina saziyên hikûmetê û pêşxistina karên neqanûnî de pêk hatiye."
 

Sernavên din

12/04/2023
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn