Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin

  • rojane
  • 09:15 8 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Malbatên girtiyan bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang kirin ku deriyên girtîgehan bên vekirin. 
 
Desthilata AKP-MHP'ê her diçe polîtîkayên xwe yên der barê girtîgehan de dijwartir dikin û li girtîgehan nafan li ser mafan binpê dikin. Êrîş, zext û îşkenceyên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Girtî ji mafên xwe yên dermankirinê bêpar tên hiştin. Malbatên girtiyên nexweş îşaret bi hilbijartinên serokkomariyê û parlementoyê yên 14'ê Gulanê kirin û ji bo berdana girtiyên nexweş bang kirin. 
 
'EM Ê TECRÎDÊ RAKIN'
 
Îsmail Tanboga ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de ye ji mideyê xwe nexweş e û bi alikariya hevalên xwe pêdiviyên xwe pêk tîne. Dayika wî Kumriye Tanbogayê anî ziman ku di vê hilbijartinê de firsendeke mezin ddi estê gelê kurd de ye û got ku divê mifteyê ji destê desthilatê derxin û deriyên girtîgehan vekin û wiha axivî: "Daxwaza me ji vê hilbijartinê ew e ku zarokên me azad bibin û bên tedawîkirin. Kurê min di 15 saliya xwe de hat girtin û ev 8 sal in di girtîgehê de ye. Em jî heqê dixwazin. Em heqê doza xwe dikin. Weke her gelekî em jî zarokên xwe li cem xwe dixwazin. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizîn. Em ê di vê hilbijartinê de vê tecrîda li ser girtiyan rakin. Divê em li hev xwedî derbikevin. Divê em malbat xwedî li zarokên xwe derkevin. Hêviya me ew e ku ev hilbijartin bibe sedema vekirina deriyên girtîgehan. Em ê bi destûra xwedê di 14'ê Gulanê de zarokên xwe ji van girtîgehan derxînin. Bila gelê kurd hemû rabe ser pêyan û vê desthilat AKP'ê û MHP'ê hilweşîne da ku emkaribin deriyên zindanan vekin, zarokên xwe azad bikin. Ji vê zilmê re bes e. Di vê hilbijartinê de bila gelê kurd hemû destê xwe bidin hev û rabin ser pêyan û wê mifteyê bi dest bixin û deriyên girtîgehan vekin."
 
'BILA EV ZILM RABE'
 
Hatîce Yûsûfoglû, dêya Girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu ku di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de ye, bi lêv kir ku hêviya wan ji vê hilbijartinê heye ku desthilata zilimkar biçe û zarokên wan azad bibin û got: "Ev 4-5 sal in min kurê xwe yê girtî neditiye. Di her çûyina hevdîtinan de em gelek nêçar dibîn. Ji ber ku ez nexweş im ez nikarim biçim. Kurê min jî nexweş e. Ev bi salan e em daxwaz dikin ku wî bînin girtîgehe nêzikî me, da ku em karibin biçin hevdîtinê. Ji ber ku dûr e ez nikarim biçim hevdîtinê."
 
Yûsûfoglûyê destnîşan kir ku ew edaletê dixwazin û got: "Ji vê hilbijartinê daxwaza me ew e ku deriyên girtîgehan vebin. Desthilateke ku edeleta wê hebe û vê xwînê bide sekinandin bê. Kurê min ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Di van 28 salan de zilm roj bi roj zêdetir bû. Roj bi roj îşkenceya li ser wan zêdetir bû, roj bi roj cihê wan nexweştir bû. Di vê desthilata AKP-MHP'ê de me malbatên girtiyan yek ereniyek nedît. Bi hezaran mirovên bêsuc girtin û avêtin girtîgehan. Em ji vê hilbijartinê daxwaz dikin ku her gelek bi zimanê xwe û nasnameya xwe bijî. Em dixwazin ev zilm rabe. Kî vê zilmê bi dawî bike û edeletê mayinde bike em dixwazin ew bibe desthilat. Em dixwazin ku ev desthilat biguhere. Hêviya me heye ku di vê hilbijartinê dê deriyên girtîgehan vebin." 
 
'BILA KURD DENGÊ XWE NEDIN KISÎKEKE MEQERNEYÊ'
 
Meryem Îverendî, dayika du girtiyên nexweş Abdurrahman Îverendî û Botan Îverendî diyar kir ku hêza gelê kurd heye ku îktîdara AKP'ê û MHP'ê bişîne û got ku mifteya deriyên girtîgehê di destê her kurdeki de ye û ev tişt anî ziman: "Hêviya me ji vê hilbijartinê ew e ku Erdogan biçe, biçe û biçe. Du zarokên min yên girtî nexweş in. Min dîtiye nedîtiye em li ber deriyên girtîgehan e. Em perîşan dibin. Her cara em diçin girtîgehê em di lêgerînê re derbas dibin. Ji serî heta binî lêgerînê dikin. Em ewq asî rê diçin, tenê em 10 deqîqeyan dikarin zarokên xwe bibînin. Siyasetmedarên me, nivîskarên me, rojnamegerên me hemû bêsûc û bêgûneh hatin girtin. Ji tirsa kurdan wan bernadin. Ev zilm, zordarî û îşkenceya ku li me dikin êdî nayê qebûlkirin. Em ji gelê kurd rica dikin ku di vê hilbijartinê de destê xwe bidin destê hev û em dengê xwe bidin xwe. Bila dengê xwe bidin partiya xwe. Em ê heta kengî koletiyê bikin? Bila dengê xwe nedin kîsikeke meqerneyê. Erzaq dê xelas bibe, komir dê xelas bibe lê şeref û namûsa mirovî xelas nabe. Bila gelê kurd şeref û namûsa xwe nefiroşe. Em hêvî dikin ku kesên ku heta niha gelê xwe firotine bi kîsikeke meqerneyê ji wê rêya şaş vegerin. Serkeftin ji me hemûyan re. Bi destûra xwedê dê AKP biçe gel dê bê." 
 
'EV HILBIJARTIN HILBIJARTINA SERKEFTINÊ YE'
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Cizîrî, hevjîna girtiyê nexweş Onder Poyraz ê di Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê de û platîn di pişta wî de heye û ji mîdeya xwe nexweş e, bi lêv kir ku ev hilbijartin hilbijartina hesbapirsîna ji vê desthilatê ye û got: "Em dixwazin ewilî deriyên girtîgehan vebe. Ev jî bi çûyina vê desthilatê pêkan e. Em dixwazin ev desthilat hilweşe. Divê ev desthilat bê guhertin û nema li wê kursiyê rûnê û biçe. Hêviya me heye ku di vê hilbijartinê de, dê tiştên xweş çêbibin. Me di serdema desthilata AKP'ê de gelek zehmetî dîtin. Gelek îşkence û zilm li girtiyan kir. Girtî ji mafên xwe bêpar hatin hiştin û nehatin tedawîkirin û heta ku ji wan hat girtiyên me ji me dûr xistin da ku em neçin hevdîtinan. Armanca me ya sereke ew e ku em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku destê xwe bidin hev û vê desthilatê bişînin. Divê em li sindoqên xwe, partiya xwe û dengên xwe xwedî derkevin. Ev hilbijartine dê bibe şikandina tecrîda li ser girtîgehan, ev hilbijartin hilbijartina serkeftinê ye."
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/04/2023
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn