DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin

  • rojane
  • 10:35 6 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha adarê parve kir û diyar kir ku di meha adarê de îşkence li 8 rojnamevanan hatiye kirin, 16 rojnamevan hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û 330 nûçe hatin astengkirin.
 
Komelaya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê binpêkirina mafên rojnamevanan de ropora meha adarê bi raya giştî re parve kir. DFG'ê di rapora xwe de da zanîn ku di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapameniyê di nava dorpêçê de ye û wiha hat gotin: "Desthiltadariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapameniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êrişî ser çalakiyên girseyî dike rojnameger tên derbkirin û astengkirin. Di nav meha adarê de îşkence li 8 rojnamegeran hat kirin, 16 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. Daraz jî mesayiya xwe ya li dijî rojnamegeran di meha adarê de jî berdewam kir."
 
DFG'ê di raporê de bal kişand ser ser hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê ku wê di 14’ê Gulanê de pêk were û wiha hat gotin: "Encama vê hibijartinê wê bandorek bêhempa li siberoja gelê Tirkiyeyê bike. Ji bo vê hilbijartina ku ewqas wateyeke mezin û girîng lê tê barkirin “ewlehiya hilbijartinê” jî di nava mijarên sereke de cihê xwe digire. Di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapameniyê di nava dorpêçê de ye. Her çend hilbijartin nêz dibe jî zext û dorpêçên li ser medyayê tên zêdekirin. Hemû rojname, malperên nûçeyan, ajans, radyo û televîzyonên ku ne li gor hesab û xwestekên desthilatdariyê weşanê dikin hedef tên girtin û cezayên curbicur li wan tên birîn."
 
Berferihiya raporê wiha ye: 
 
ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ
 
Di demên dawî de rojnamegerên tên binçavkirin û girtin li dijî wan 'Yasaya Dezenformasyonê' ya hikûmeta AKP-MHP’ê derxist û di raya giştî de ji wê re dibêjin “Qanûna Sansurê” hatiye bikaranîn di nirxandina roporê de bi birxistin ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re rojnamegerên ku mîkrofonê dirêjî welatiyên li dijî polîtîkayên disthilatdariyê dengên xwe derdixin, nerazîbûnên xwe aşkera dikin di çarçoveya vê yasayê de tên binçavkirin, girtin û der barê wan de doz tên vekirin.Çapameniya Azad û rêxistinên din ên hevpîşeyî bi yek dengî, hê di serdema destpêka derxistina vê yasaya sansurê de bal kişandibûn ser vê xetereyê û hatibû gotin ku dê ev di pêşiya azadiya çapameniyê û azadiya ramanê de bibe astengeke mezin. Careke din em bi heman biryardariyê dibêjin ku heta ev yasa paşve neyê kişandin dê têkoşîna me bidome. Desthiltadariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapameniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êrişî ser çalekiyên girseyî dike rojnameger tên derbkirin û astengkirin. Di nav meha adarê de îşkence li 8 rojnamegeran hat kirin, 16 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. Daraz jî mesayiya xwe ya li dijî rojnamegeran di meha adarê de jî berdewam kir. Der barê 4 rojnamegeran de dest bi lêpirsînê kir û li 5 rojnamegeran jî doz vekir. Di meha borî de di 4 dozên pêk hatin de 2 sal cezayê hepsê û 48 hezar û 746 TL cezayê pere li rojnamegeran hat birîn. 2 hevpîşeyên me jî ji kar hatin derxistin.
 
'BÛYE GOPALÊ ZEXTÊ'
 
Helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê û darazê ya li dijî alavên ragihandinê yên wek înternetê jî bi heman rengî pêk hat û 8 malperên înternetê girtin, ji bo 330 nûçeyan û ji bo hezar û 84 navarokên medya sanal jî biryara qedexekirinê derxistin. Mîsyona Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÜK) ew e ku, gel ji bo xwe bigihîne agahiyên rast û di vê babetêde bikaribe weşanê bike, derfetan biafirîne. Lê îro di destê hikumetê de li dijî vê misyona xwe bûye gopala zextê. Bi taybet jî di van rojên nêz ên hilbijartinê de kanalên ku propagandaya disthilatdariyê nakin dibin hedefa RTUK’ê. Radeya vê pirî zêde bû ku Serokê RTUK’ê Ebûbekîr Şahîn di ser medya sanal de peyamên heqaretê yên li dijî rojnamegeran parve kir. Moderatorê TV’yek  ji bo ku di bernameya xwe de cih da pirtûka siyasetmedar Selahattin Demirtaş bi “provakatoriyê” tewambar kir û bi birîna cezayan gef li kanalê xwar. Piştî vê gefê li kanalan ceza li ser ceza hat birîn. Em bang li RTUK’ê dikin ku dev ji berdevkiya desthilatdariyê berde û dest bi rol û mîsyona xwe ya esasî ya ji bo gel bike.
 
Hevserokê komaleya me Serdar Altan jî di nav de 16 rojnamegerên ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn binçavirin û piştre hatibûn girtin piştî 10 mehan hê temam bû. Angaştnameya ku ji aliyê dozger ve hat nivîsandin û ji 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re hat şandin hê tu biryarek ji bo wê nehatiye dayîn. Em li bende ne ku dadgeh der barê angaştnameya ku di 28’ê adarê de gihiştiye ber destê wê de demildest roja danişînê diyar bike û biryara serbest berdana hevpîşeyên me bide. Heta ku ev pêk bê jî em ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin." 
 
 

Sernavên din

09/04/2023
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin
16:59 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin
16:42 Şandeya Iraqê ji bo êrişê lêkolîn bike li Silêmaniyê ye
16:30 Aydenîz: Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, faşîzmê têk bibin
16:30 Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Başaran bê berdan
16:12 Li Şirnexê bi sedan kes kom bûn: Beyî Ocalan azadî nepêkan e
16:05 KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
15:52 Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin
15:48 ‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’
15:22 Malbata Şenyaşar: Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike
15:00 Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye
14:50 Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye
14:47 Xizmên Windayan çalakiya xwe domandin: Kujer li ku ne?
14:39 Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
14:27 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye
13:43 Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin
13:32 Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike
13:20 Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin
12:56 Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
12:44 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
12:34 Salih Muslim: Hilbijartin dê rasterast bandorê li Rojava bike
12:33 Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
12:23 Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
12:12 Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin?
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN
07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!