Tê gotin ku alîkariyên radestî AFAD'ê tên kirin tên firotin

  • rojane
  • 17:39 11 Sibat 2023
  • |
img

AMED - Dilxwazan diyar kir ku malzemeyên alîkariyê yên li Sumerparkê tên komkirin, piştî wextekê ji mexazeyekê kirîne û gotin ku ji ber ku îtiraz kirine bi darê zorê ji qada konan hatine bidûrxistin. 

Dilxwazên bi navê Ozan Serhat û Merve Nazlican ku li Amedê li konên li Sumerparkê bi dilxwazî xebitîne, gotin ku alîakriyên bingehîn ên ji bo mexdûrên erdhejê hatine berhevkirin û radestî AFAD'ê hatine kirin, hatine firotin. 
 
EŞYAYAÊN ALÎKARIYÊ TÊN FIROTIN
 
Ji dilxwazan Ozan Serhat anî ziman ku eşyayên ku ji bo alîkariyê radestî AFAD û şaredariyê hatine kirin, li dikanekê hatine firotin û got ku nivîn û betanî jî di nav de 2 qamyon eşya li vir hatine danîn. 
 
Serhat bilêv kir ku piştî wextekê ferq kiriye ku eşyayên hatine vir nehatine belavkirin û ev yek ji peywirdarên AFAD'ê û tîmên şaredariyê yên li wir pirsî ne û got ku wan jî jê re gotiye "eşya hatine belavkirin." Serhat ragihand ku piştî vê li hemû konan geriyane û dîtine ku hemû kon bê betanî û nivîn in û got: "Piştî vê me ji peywirdaran re got, 'hemû kon çima bê nivîn û betanî ne.P' Bersiv nedan. Paşê gotin eşya di depoyê de ne. Ji bo em li depoyê mêze bikin, me mifte ji wan xwest, lê nedan." 
 
Serhat diyar kir ku gelek amûrên ku ji mexazeyan hatine stendin û di hundirê pakêtan de bûne, hin kesên li vir ew firotine dikanekê û got: "Em çûn me ji xwediyê mexazeyê pirsî. Xwediyê mexazeyê got, 'Mala AFAD'ê ava be. Piştgiriyê dike. Ji me re tîne, em jî bi erzanî difiroşin. AFAD û AKP li her kesî belav dike, lê em dikandar bêyî ku qezenca xwe li ser bikin wan bi erzanî difiroşin.'  Betaniya ku me ew bi 250-300 lîreyî stendiyeî bi 400-500 lîreyî cardin tê firotin." 
 
Serhat ku got "zexîreyê ku em tînin diçin ku em nizanin", destnîşan kir ku AFAD û rayedarên şaredariyê li cihê ku çapemenî lê heye wekî ku xizmet tê kirin hereket dikin, lê bi tu awayî alîkariya gel nakin. 
 
Merve Nazlicanê jî da zanîn ku Parlementera AKP'ê Pakîze Mûtlû Aydemîz û Midûrê Zabiteyan ê Şaredariya Yenîşehîrê Engîn Bûdak jî di nav de şandeyek serdana wan kiriye. Nazlicanê anî ziman ku parlementer Pakîze Mûtlû Aydemîrê ji wan prisiye ku "kî van alîkariyan tîne?", wan jî gotiye "HDP'ê TIR'ek û TÎP'ê jî 2 TIR anîne." Nazlicanê got ku gava wisa kiriye Midûrê Zabiteyan Bûdak heqaret li wan kiriye û ji wan re gotiye, "Ma rastî bi serê te ketine?" û xeber ji wan re gotine. 
 
Merve Nazlicanê jî bilêv kir ku alîkariyên ku gel dikin nayên tomarkirin û got: "Min TIR'ên ku TÎp û HDP'ê ew şandin vala kirin, lê nehatin tomarkirin."
 
Serhat û Nazlican ku ji ber îtiraz kirine heqaret li wna hatiye kirin, polîsan ew bi darê zorê ji qada konan derxistine. Serhat û Nazlican jî çûne Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê û giliyê Midûrê Zabiteyan Engîn Bûdak kirine. 
 
Têkildarî îdiayan me xwe gihand Bûdak. Bûdak nîqaşa ku duh êvarî çêbûye piştrast kir û got ku li qereqlê îfade daye, lê hemû îdia red kirin. 

Sernavên din

14/02/2023
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin
16:15 Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
16:14 Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne
16:14 Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ
09:34 24 sal in li dijî komployê li qadan in
09:19 Ji bo gundên Bazarcixe seferberiya alîkariyê
09:05 Çîçek: Em mecbûr in şertên ku azadiya birêz Ocalan tên axaftin biafirînin
09:03 ‘Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye nahêle alîkarî derbasî Rojava bibin'
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2023’YAN
01:21 Biryarnameya qada tenduristiyê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de ye
01:06 ÇHD: Gureşçî, di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da
00:54 Dayika Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz wefat kir
00:41 Li ser navê Serokê Cemxaneyê ku di erdhejê de mir konbajar hate avakirin
00:28 Baroya Îzmîrê: Tu rewşên îstîsnaî îşkenceyê rewa nakin
00:08 Serokê Giştî yê EHP’ê û endamên partiyê hatin berdan
12/02/2023
23:51 'Cenazeyê parlementerê AKP'î hat derxistin, qontaq hatin girtin'
23:24 Rapora erdhejê ya TURKONFED'ê: 72 hezar û 663 mirî, 84 milyar dolar xesar
22:56 NASA'yê Nexşeya Pêşvekolanê ya Erdhejê belav kir
22:48 Welatiyê ku alîkarî bir ji herêma erdhejê re di rê de jiyana xwe ji dest da
22:13 Li Hatayê roja 7'an: Amûrên ji bo definkirina cenazeyan bi dest nakevin
21:41 Zarokê di bin kavilan de piştî 158 saetan hat rizgarkirin
21:33 Mexdûrên erdhejê: Ka dewlet?
21:22 Leşker û polîs ketine etra qaseyên pereyan ên di bin kavilan de
21:05 Pêşî HDP çû: Kesên ku hûn dibêjin terorîst, beriya dewletê gihîştin hawara me
20:10 Tenê kesên ku xizmên wan di bin kavilan de li Îskenderûnê mane
19:54 Li herêma erdhejê 3 kes bi îşkenceyê hatin kuştin
19:48 30 hezar nanên tenûrê yên jinên Botanê hatin belavkirin
19:25 HDP û DBP çûn şînên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
19:03 Alîkariya ji Herêma Kurdistanê 3 roj in tê astengkirin
18:55 Malbat li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne
18:48 Platforma Piştevaniyê ya Erdhejê ya Enqereyê hat avakirin
18:30 TSK'ê êriş bir ser gundekî Kobanê
18:23 Li gundên Çaglayancerîtê bîlançoya erdhejê
17:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 29 hezar û 605'an
17:33 Li Amedê ji bo 250 hezar mexdûrên erdheê cih hat peydekirin
16:52 Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn jiyana xwe ji dest da
16:51 Parlmenterên HDP’ê serdana mexdûran kirin: Li Dîlokê alîkarî negihîştiye xelkê Rojava
16:49 Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê bi awayeke awarte dicive
16:43 Hêj jî alîkarî negihiştine tax û gundên Osmaniyeyê yên gelemperî kurd lê dijîn
16:38 Zarokên Êlihê jî tev li tora piştevaniya bo mexdûrên erdejê bûn
16:31 2 girtiyên ku 30 sal şûnve hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
16:30 TJA’yê ji bo piştevaniya bi jin û zarokan re bang kir
16:21 Mexdûren erdhejê yên Samandagê: Me 6 cenaze bi destê xwe ji bin kavilan derxist
15:54 HDP bi tevlibûna 3 hezar û 200 dilxwazan piştevaniyê mezin dike