Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin

img
MÛŞ – Ji rêveberên HDP’ê parêzer Sedat Duşunmez dema ji merasîma definkirina cenazeyê Mîr Perwer ku li Parîsê hatibû qetilkirin vedigeriya, li noqteya kontrolê hate sekinandin û derbkirin. 
 
Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) di 23’yê kanûnê de li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîs a Fransayê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Cenazeyê Mîr Perwer di 5’yê çileyê de li gundê Ewran ê girêdayî navenda Mûşê tevî êrişa leşkeran jî bi girseyî hate definkirin. Ji rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê parêzer Sedat Duşunmez jî tev li merasîma definkirina cenazeyê bûbû. Hat zanîn ku dema Duşunmez ji merasîmê vedigeriya li noqteya kontrolê ya polîsan hatiye derbkirin. 
 
Ji ber tundiya lê hatiye kirin, gelek deverên laşê Duşunmez reş û şîn bûn û heta demekî binçavkirî ma. Duşunmez piştî ku hate berdan, giliyê polîsên êrişkar kir. 
 
Duşunmez di îfadeyê xwe yê li qereqolê de diyar kir ku piştî noqteya kontrolê derbas kirin, wesayîta wan dîsa hatiye sekinandin. Duşunmez, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Polîs qebe nêz dibûn û min jî ew hişyar kirin. Li ser vê yekê êrişî min kirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun ji polîsekî re got; ‘gelo we bi kîjan sedemê em dan sekinandin?’ Polîsî jî bersiv neda. Piştre Karakoyun dîsa pirsa ‘gelo heke kesekî rayedar hebe em dikarin pê re biaxivin?’ kir. Di wê navberê de polîsekê ku cilên TEM’ê li ser, bejin bilind û rihên wî dirêj bûn hate cem me û got; ‘dirêj nekin û dom bikin.’ Handan xanimê dîsa pirsa ‘gelo em dikarin hîn bibin bê ka em çima hatin vegerandin?’ jê kir. Polîsî jî nasname xwest. Min jî ji polîs re got; ‘hûn nûnertiya dewletê dikin û divê hûn kubartir bin. Heke hûn ji hevala jin re bibêjin ‘ji kerema xwe nasnameya xwe bidin’ em ê nasnameyên bidin we. Ez jî parêzerim û bi sepanê dizanim.’ Min hêj gotina xwe temam nekiribû ku pirsa ‘tu kî yî’ ji min kir û deriyê aliyê min vekir. 3 an jî 4 polîsên ku cilên sivîl li xwe kiribûn li wir bûn. Piştre jî polîsekê porspî ku 3 stêrk li ser bûn hat. Di nava qelebalixê de serê xwe dirêj kir.” 
 
LI CIHÊ KU KAMERA NEBÛN TUNDÎ HAT KIRIN
 
Duşunmez, destnîşan kir ku komîser jê pirsa “Tu nasnameya xwe nadî?” kiriye û bûyer wiha vegot: “Hewl da min bi darê zorê ji wesayîtê paya bike. Komîser çêr li min kirin. Di nava qelebalixê de pêhn û kulm li min dan. Her wiha derbasî cihê ku MOBESE nebînin. Ez birim devera ku bloqên beton lê hebûn. Pê devî li erdê dirêj kir û li serê min xist. Serê min li erdê kaş kir, ji pişt ve kelemçe kir û pêhn li serê min û zikê min dan. Piştre jî rakirin ser pêyan û rûyê min dan dîwarê beton. Dema dibirin gefa ‘gelo hêj aqilê vî b*jî nehatiye serî?’ li min xwarin û kulmek li çavê min xistin. Piştre jî li wesayîtê hatim siwarkirin. Dema min gava xwe avêtî nav wesayîta binçavkirin, li çok û zikê min xistin û çêr kirin. Nêzî saetekê klîmaya ku hewayê sar dide vekirin û di wesayîtê de hatim hiştin.” 
 

Sernavên din

08/01/2023
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin