Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan

  • rojane
  • 14:24 13 Nîsan 2022
  • |
img
DÊRSIM - Hêzên Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî tundiya polîsan a li Dogûkan Gul dan. Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Heke hêzên ewlehiyê weke çeteyan tevbigerin, gelê me jî wê xwe bi xwe biparêze.”
 
Ciwanê bi navê Dogukan Gul li gel sê hevalên xwe di 11’ê nîsanê de li Taxa Ataturk a Dêrsimê hatibû binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îşkence lê hatibû kirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi armanca bertek nîşanî îşkenceyê bidin li Kolana Hunerê daxuyanî da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlû, endamên Meclîsa HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.  
Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê teslîmî faşîzmê nebin, polîsên îşkencekar wê hesab bidin” û “Ji îşkenceyê re na” hatin vekirin û dirûşmeyên “Dêrsim wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Polîsên îşkencekar wê hesab bidin”, “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Dêrsimê Gurbuz Solmaz diyar kir ku piştî îşkenceyê Gul serî li ÎHD’ê daye û bi lêv kir ku li dijî neheqiyên diqewimin tu caran bêdeng nemane. Solmaz, anî ziman ku tundiya polîsan a li ser Gul şermezar dikin û diyar kir ku îşkenceya li Gul hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye. 
 
BAROYA DÊRSIMÊ: EM HIŞYAR DIKIN
 
Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn jî bi lêv kir ku piştî bûyerê bi saziya rayedar û gelek kesan re hevdîtin kirine û diyar kir ku her cure mudaxileya bedena mirovan “sûcê mirovahiyê ye”. Çetîn, destnîşan kir ku weke baro wê şopdarên bûyerê bin û wiha got: “Piştî bûyerê hin welatiyên din jî xwe gihandin me. Ev jî nîşan dide ku ev bûyer ne cara ewil e. Dema ev serlêdan veguherîn fermiyetê wê demê em ê bi çapemeniyê re parve bikin. Bila kes Dêrsimê weke milkên bavê xwe nebine. Em weke baro bi awayekî cidî hişyar dikin; em vê ji hêzên ewlehiyê û amirên mulkî û îdarî re dibêjin: Bûyerê bi awayekî zelal ji raya giştî re parve bikin û peywîrdarên cemaweriyê yên weke îdarî îhmala wan di bûyerê de hene demildest ji peywîrê bigirin. Daxwaza me ev e.”
 
‘BÛYEREKE EDLÎ NÎNE’
 
Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu jî wiha got: “Ev faşîzm ne tenê ciwanên me yên li Dêrsimê, her wiha jin, xweza, gel, kedkar û wijdanên me li her dera Kurdistan û Tirkiyeyê qetil dike. Daxuyaniya ku Walitiyê têkildarî bûyerê kirî ji bûyerê xerabtir e. Ev ne hêzên ewlehiyê yên gel di parêzin in. Ev bûyer ne bûyereke edlî ye bûyereke kirêt e. Ev êrîşeke dijminane ya li ser ziman, çand, bawerî, her tiştê gel e. Ew çete ne. Walî û serokê AKP’ê yê bajêr bi awayekî metirsîdar dilîzin. Eger hûn lêgerîna mafan ji çeteyên bi vî rengî re bihêlin, ev gel wê tedbîrên xwe bigire. Eger hêzên ewlekariyê mîna çeteyan tevbigerin, ciwanên me, gelê me wê xwe bi xwe biparêzin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/04/2022
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê