Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn

  • rojane
  • 10:28 23 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Zîhniyeta ku temenê Erdal Eren mezin kir û wî bidarve kir piştî 28 salan vê carê temenê Bager Sayak mezin kir û cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî û mafê wî yê “hêviyê” ji destê hat girtin. 
 
Wiha dest bi nameya xwe dike: “Herî dawî ji min re muhletname dan min û gotin 'heta roja ku heqê berdanê bi dawî bibe'. Ma ew ne pênaseyek hovane û nefretê ye? Ez vê pênaseyê wek tehrîk û teşebûsa mirinê pênase dikim. Bi rakirina hemû xewn û hêviyên me, ew tenê rêyek nîşan didin: mirin. Ew gelek li bendê ne. Weke kesên ku ji jiyanê hez dikin û bijîn, em ê dîroka serbestberdana min di qirika wan de bihêlin. Gelek cihên ku ez dixwazim herim û bibînim jî hene. Heta ez wan cihan nebînim, niyeta min a mirinê tune ye.” 
 
Bager Sayak niha 30 salî ye. Cezayê girankirî yê heta hetayê lê hatiye birîn. Niha ew li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Ew jî yek ji wan girtiyan e ku mafê wî yê hêviyê û siberojê ji destê wî hatiye girtin û ev 13 sal in di girtîgehê de ye. Ew feraset ango zîhniyeta ku temenê Erdal Eren mezin kirin û di 17 saliya wî de li 13’ê kanûna 1980’î bidarve kir, îro jî li ser kar e. Vê carê jî heman zîhniyetê piştî ku cezayê darvekirinê rakir 4 sal şûn ve temenê Bager Sayak mezin kir û cezayê girankirî yê heta hetayê lê birîn. 
 
Sayak li gelek girtîgehan tê sirgûnkirin û pirtûkê dinivisîne jî tên desteserkirin. Herî dawî di meha cotmehê de Sayak ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Sîncana Enqereyê dikin û dixin hucreya yek kesî. Sayak derbarê jiyan û têkoşîn û binpêkirinên mafan diqewimin ji ajansa me re nameyek şand. 
 
SİNCAN CEZAEVİNİ TARİFLEDİ
 
Sayak di nameya xwe de diyar dike ku ew her tim dixwaze xwe baş hî sbike û divê li gel her tiştî jî ew xwe baş bibîne û pozîtîfbûn mirovan li hember bêhêviyê diparêze û zindewer dike. Sayak diyar kir ku wî dixwest wî bibin bajarê ew lê hatiye dinê Çewligê an jî cihek nêzî wir lê di destê pergalek wiha hov de daxwaza dilê wî pêk nayê. Sayak behsa şert û mercên Girtîgeha Sîncanê dike û dibêje, “Ji bo me girtiyan ji hev qût bikin û me bêdeng bikin, di navbera me de odeyan vala hiştin e. Ev der mîna Hotêla Hilbert a bêdawî ye.” 
 
Sayak bal kişand ser mezinkirina temenê xwe û cezayê lê hatiye birîn û got: “Du sedemên cezakirina min hene. A ewil di şexsê min de dixwazin malbata min ceza bikin. A duyemîn jî ew e k udi şexsê min de ciwanên gelê kurd ceza bikin. Malbata min ji heyama Şêx Seîd ve têkoşiyaye û xwe di nava têkoşînê de dîtine. Jixwe tiştek tune be jî paşnavê me ji bo wan têr dike ku sûcdar bikin. Bi derewên mezin min kirin berdevkê ciwanan û wisa dixwazin ciwanên gelê kurd ceza bikin.”
 
WEZÎRÊ DADÊ LI XWE MIKÛR HATIYE 
 
Sayak destnîşan kir ku dema wî girtine ew 17 salî bûye û niha 30 salî ye û wî xwestiye ku derbarê mezinkirina temenê wî de ji Saziya Tiba Edlî şandeyek serbixwe xwestiye lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Sayak anî ziman ku Wezareta Dadê jî li xwe mikûr hatiye ku temenê wî hatiye mezinkirin û got: “Li Meclîsê derbarê min de pêşniyazpirs hatin dayîn. Wezîrê Dadê yê wê demê Sadullah Ergîn li xwe mikûr hatibû û gotibû, ‘belê temenê wî hatiye mezinkirin’. Piştî ceza li min hat birîn, dadgehê derbarê min de gotiye, ‘zarokê ku xistine nava sûc’ û temenê min ê zarok qebûl kiriye. Lê li gel vê yekê jî temenê min hatiye mezinkirin û cezayê giran li min hat birîn. Ev ji nedîtî ve hat. Ji ber ku temenê min biçûk bû nêzî du mehan min di muşadeyê de xistin tecrîdê.”  
 
DADGER Û DOZGERÊN CEZA LÊ BIRÎNE NIHA GIRTÎ NE 
 
Sayak destnîşan kir ku ew dozger û dadgerê ku cezayê giran lê birîne niha ji lêpirsîna cemaetê girtî ne û got: “Bi rastî jî li ser esasê qanûnê li dijî zarokê kiryarên neqanûnî pêk anîn û wezîfeyên xwe binpê kirin. Dema ku ew di normalê de bi cezayê giran nehat darizandin, wî bi awayekî ecêb li dadgehê cezayê giran da min. Nîv zêde kirin û gotin 'giran e'. Li vî welatî qanûn û hiqûq her tim bi awayekî şaş hatine xebitandin. Li gorî dewlet an jî rejîmên hêzdar ên wê demê hatiye bikaranîn. Çawa dixwazin wisa temen mezin dikin û dema dixwazin wek (Erdal Eren) bi dar ve dikin, dema dixwazin temen biçûk dikin û wek (Seyîd Riza) bi darve dikin. Çawa ku di roja me ya îro de cezayê girankirî li min birîn û çawa ku temenê min mezinkirin. Bi gotineke din, ev pêkanîn û têgihiştinên xerabûyî tu carî şaş nabin. Tenê bila ji bo wan gelê şoreşger û muxalîf hebe bes e.” 
 
‘EZ NIHA BI PÊKANÎNÊN 12’Ê ÎLONÊ RE RÛBIRÛ MAME’ 
 
Sayak anî ziman ku ew her tim ‘Tirkiyeya kevn û Tirkiyeya nû’ tîne bîra xwe û wiha got: “A rast Tirkiyeya nû ji Tirkiyeya berê xerabtir e. Li welatek ku Erdogan aborîzan, Mehmet Şahîn şîrovekarê televîzyonan, Ahmet Hakan û Abdulkadîr Selvî qunciknivîs bin wê çiqas baş û nû be? Pêkanînên 12’ê Îlonê nehatine serê min lê Erdel Eren wan rojan dît. Ez jî îro bi wan sepan re rûbirû mame. Wek welat em di rojên xerab de derbas dibin. Berê jiyana şoreşgeran dikuştin lê hurmet ji her tiştên wan mayî re didan nîşandan. Lê îro li gel jiyana wan hest, rûmet û her tişta ku tê aqilê me hemû nirxan tune dikin.” 
 
TÊN TECRÎDKIRIN 
 
Sayak da zanîn ku wî romanek bi navê “Şervanên Zanist” hatiye destserkirin û ji bo vê yekê serî li Dageha Destûra Bingehîn (AYM) daye û ew hêj li benda biryara AYM’ê ye. Sayak destnîşan kir ku niha li girtîgehan rewşek awarte heye û ew bi tenê tên hiştin û di şertên tecrîdek giran de ne. Sayak got vê tecrîdê wek şerê taybet li hember wan tê bikaranîn. Sayak anî ziman ku li ber wan jî li dijî şert û mercên tecrîdê û pêkanînên faşîzen rêya têkoşîn û berxwedanê heye. 
 
DARAZA NESERBIXWE YE 
 
Sayak helwesta darazê ku “neserbixwe” ye jî rexne kir û got: “Daraz neserbixwe ye. Daraz di bin ferman û gotinên Erdogan de dixebite. Daraz êdî bi qasî telefonek kirinê serbixwe ye. Trump û Markel bi telefonekê girtiyên xwe dan berdan, daraza serbixwe ev e.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

29/12/2021
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê