Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin

  • rojane
  • 09:21 23 Kanûn 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Selvîcan Sumeyye Şafak a AKP'î ku wekî midûra nivîsgehê li Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin hatibû bicihkirin û rojekê jî neçûbû şaredariyê, rutbeya wê li ser hev du tê bilindkirin. Şafak herî dawî tayinî RTUK'ê hat kirin. 

Selvîcan Sumeyye Şafak ku di meha Nîsanê de wekî Nûnertiya Herêmê tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Amedê hat kirin, di saziyên cemaweriyê de rutbeya weli ser hev bilind dibe. Ên li pişta Şafakê qeyûm in ku tayinî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine kirin. Şafak li Şaredariya Qoserê û şaredariyên Mêrdînê yên qeyûm tayinî wan hatine kirin, bi kar û barê xwe yê îhaleyan tê naskirin ku wê ji bo îhaleyan navê fîrmayan diyar dikir. Şafak ku piştî qeyûm hatin tayinkirin ji Semsûrê hat, ewilî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve li Şaredariya Qoserê wekî Midûra Nivîsgehê hat bicihkirin û piştî demekê rutbeya wê li ser hev bilind bû. 
 
Çîroka bilindbûna rutbeya Şafakê ewilî li Semsûrê dest pê kiriye. Li gor angaştan, navê wê yê rastîn Selvîcan Şafak e. Lê ji ber ku navê Sumeyye Erdogan, keça Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, navê Sumeyyeyê jî li navê xwe zêde kiriye. Di 2009-2014'an de di dema Serokê AKP'a Semsûrê Mûhammet Necîp Aslan de, li Navenda Geşedana Civakî (TOGEM) hatiye bicihkirin. Di hilbijartina 2014'an de gava Necîp Aslan nebûye namzet, têkildarî wê de hin angaştên nelirêtiyê derketine holê û ji vir çûye Şaredariya Golbaşiyê ya AKP'î. Şafak, demekê li Şaredariya Golbaşiyê jî xebatên TOGEM'ê domandine. Piştî demek kurt bûye cîgira şaredarê Şaredariya Golbaşiyê. Gava cîgira şaredar bûye wesayîta xwe bi kirê daye şaredariyê, lê tê gotin wê bi xwe wesayît şixulandiye.
 
PIYANGOYA QEYÛM
 
Şafak, piştî di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de Şaredariya Golbaşiyê ketiye destê MHP'ê ji şaredariyê derketiye. Di 4'ê Mijdara 2019'an de gava qeyûm tayinî Şaredariya Qoserê ya HDP'ê hatiye kirin, hatiye Mêrdînê û wekî midûra Nivîsgehê tayinî Şaredariya Qoserê hatiye kirin. Lê belê tê gotin rojekê jî neçûye şaredariyê û bi ser de jî wesayîtek şexsî tahsîsî wê hatiye kirin. Di vê demê de Şafak hatiye Mêrdînê û hevdîtin bi şaredariyên qeyûman û rêvebirên AKP'î re kiriye. Li gor hin angaştan, di diyarkirina rêvebiriyên AKP'ê yên bajêr û navçeyên wê de xwedî rol e. 
 
RTUK
 
Şafak, piştî nêzî 6 mehên peywira xwe ya Midûriyeta Nivîsgehê di sala 2020'î de derbasî RTUK'ê bûye û bûye Şêwirmenda Cîgirê Serokê RTUK'ê. Şafak qederekê şêwirmendî kiriye û di Nîsana 2021'ê de wekî Nûnertiya Herêmê tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Amedê hatiye kirin. 
 
Her wiha Şafak li ser hesabê xwe yê medyaya sanal her tim wêneyên xwe yên bi rayedarên AKP'î re parve dike û li ser hesabê wê wêneyên wê yên bi Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglû, wêneyên wê yên bi Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mahmût Demîrtaş hene. Ji xeynî vê wêneyên wê yên bi Serokkomarê AKP'î Erdogan û hevjîna wî Emîen Erdogan û keça wî Sumeyye Erdogan û Bînalî Yildirimê AKP'î, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û gelek parlementer û rêvebirên AKP'î re hene. 
 
Şafak ku hema bibêje çûye gelek dawetên Serokkomar Erdogan çûnê, di parvekirineke xwe ya 13'ê Sibata 2019'an de wêneyê xwe yê bi Serokê Desteya Bilind ê RTUK'ê Ebûbekîr Şahîn re parve kiriye û ew pesinandiye. Şafak di parvekirina xwe ya 29'ê Kanûna 2017'an de ji bo Şahîn gotiye: "Me bi dostan re rojbûna endamê RTUK'ê kekê min ê hêja Ebûbekîr Şahîn, pîroz kir. Bi hêviya gelek salan keko." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

29/12/2021
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê