Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz

  • rojane
  • 09:12 23 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên mafên mirovan ji bo danişîna têkildarî kuştina Denîz Poyrazê bang kirin û diyar kirin ku ev doz di warê pêşîlêgirtina polîtîkaya bêcezatiyê de dozeke girîng e. 
 
Di 17'ê Hezîranê de Onûr Gencer êriş biribû ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û di hundirê avahiyê de xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuştibû. Danişîna têkildarî kuştina Poyrazê dê di 29'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê bê lidarxistin. Dê ji Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê gelek rêxistinên mafên mirovan tevli danişînê bibin. 
 
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku ev doz di warê pêşîlêgirtina polîtîkaya bêcezatiyê de dozeke girîng e û ji bo tevlîbûnê bang kirin. 
 
ÎHG: MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKIRIN
 
Seroka Desteya Rêvebir a Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHG) Ozlem Yilmaz, destnîşan kir ku ev doz di warê rêxistinbûyîna dozê û sûcê nefretê de dozek girîng e. Yilmaz, anî ziman ku ji bo kêmkirina pêşdarazan û sûcê nefretê divê doz bê şopandin û got: "Encama vê girîng e di warê bêcezatiyê û awayê cezakirina binpêkirina mafê jiyanê de. Ji lew re mafê jiyanê yê Denîz Poyrazê ji ber ku endama HDP'ê bû hat binpêkirin. Ger di vê dozê de tenê ne kiryarê tê zanîn kiryarên nayên zanîn jî aşkere bibin, dê ev yek bibe sedema kêmbûna êrişên li hemberî HDP'ê yan jî partiyên siyasî yên din." 
 
Yilmaz, bilêv kir ku divê ev doz baş bê şopandin û bê raporkirin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Yilmaz, destnîşan kir ku di dozên bi vî rengî de serwextkirina raya giştî jî pir girîng e û got: "Bi piranî mirovên bi sûcên nefretê tên kuştin dewlet wan wekî kesên kone dide der. Ji bo vê dozê banga me ji bo tevahiya saziyên hiqûqê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan heye. Bi taybetî kesên bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin divê di doza keseke rastî cihêkariyê hat de bên cem hev du." 
 
ÎHD: DIVÊ BÊ CEZAKIRIN!
 
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn anî ziman ku ji berê de dozên civakî bi lez û bez tên bidawîkirin û got: "Lê dîsa jî ji xeynî têkoşînê tu rê tune ye. Divê rêxistinên maf û hiqûqê girîngiya vê dozê berçav bikin. Qet nebe ji bo careke din bûyerên wisa neqewimin û bêcezatî bi dawî bibe, em li bendê ne kiryar bênd arizandin. 
 
Încîn, anî ziman ku di 29'ê Kanûnê de li benda hemû rêxistinên demokratîk in ku li Îzmîrê tevli danişînê bibin û got: "Di vir de mesele tenê ne êrişa li hemberî eksekê an jî partiyeke siyasî ye. Ji bo ronahiyek bê afirandin ji bo pêşerojê, divê her kes tevlê bibe. Em rêxistinên mafên mirovan em ê bi hemû hêza xwe li wir bin. Hêvîdar im ev ya dawî be û ji bo jiholêrakirina bêcezatiyê derî veke." 
 
ÎNÎSYATÎFA MAFAN: PARASTINA BERPIRSIYARIYÊ 
 
Serokê Giştî yê Komeleya Înîsyatîfa Mafan Mehmet Arîf Koçer jî destnîşan kir ku ev doz di warê binpêkirina mafê jiyanê de girîng e û di parastina binpêkirina mafê jiyanê de du berpirsiyariyê dewletê hene û got: Yek, dê dewlet kesî nekuje. Dudo, dê pêşî li ber kesên qesda canê welatiyan dikin bigire. Yanî dê partiyên siyasî an jîx ebatkarên wê li hemberî êrişan biparêze. Lê dewletê di bûyera Denîz Poyrazê de berpirsiyariya xwe ya pozîtîf binpê kir. Jiyana xebatkereke partiya siyasî neparast. Çendî kiryar xwedî liv û tevgerên gumanbar bûye jî, nehatiye astengkirin. Belkî dewletê bi îstixbarata xwe ev eks tespît kiribe, lê ji bo pêşîlêgirtinê tu tiştek nekir." 
 
Koçer jî bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û anî ziman ku ger êriş neyên astengkirin wê çaxê divê kiryar bi cezanî giran bên cezakirin. Koçer got: "Divê hemû kesên di warê mafên mirovan de dixebitin doza Denîz Poyrazê bişopînin. Divê hesasiyeta raya giştî hebe ku serê bûyerê neyê girtin." 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

29/12/2021
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê