Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye

  • rojane
  • 10:32 21 Kanûn 2021
  • |
img
WAN - Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûdê ya hatibû bombekirin Seferî Yilmaz biryara beraetkirina bersûcan nirxand û diyar kir ku biryara beraetê nehiqûqî ye û ev biryara hat dayîn neyartina li hemberî gelê kurd nîşan dide. 
 
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrdê di mijdara sala 2005’an li dijî Pirtûkxaneya Ûmûdê êrişa bombeyî pêk hatibû û kesek hatibû kuştin. Binefser ango leşker Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş li ser sûc wek êrişkarên bûyerê hatibûn girtin. Derbarê her sê bersûcan de ji sûcên “kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “hewldana kuştina mirovan” doz hatibû vekirin. Doz li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi encam bû. Ewilî li her yek van bersûcan 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hatibû birîn. Cezayê li van bersûcan hatibû birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hat xerakirin û ji nû ve darizandin pêk hat. Tevî delîlan jî piştî 16 salan bersûc hatin beraetkirin. 
 
Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûdê Seferî Yilmaz biryara beraetê ya duh derbarê bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş de hat dayîn nirxand. 
 
‘BI FERMANÊ BIRYAR DAN' 
 
Yilmaz diyar kir ku darizandina pêvajoya Doza Şemzînanê 16 salan berdewam kir û got: “Weke mexdûrê vê dozê, her çendî ez timî di dozan de hatime darizandin jî, ev cara yekem e ku ez darizandineke wiha dibînim. Hem parêznameyên pêvajoyê û hem jî yên bingehîn nehatin kirin û mafê axaftinê jî nedan parêzeran. Dadgeha ku dê vê biryarê bide, diviyabû ku hin rêgezên qanûnî bi cih bianiya, lê pêk nehat. Ji ber ku bi zelalî dihat dîtin ku ev darizandin darizandineke bi fermanê hatiye kirin. Heyeta dadgehê bi talîmatê xebitî û bi talîmatê biryar da."
 
‘ZORA WAN DIÇE KU ÇIMA EZ NEMIRIM E' 
 
Yilmaz da zanîn ku di dozên weke hemû cînayetên kiryar nediyar, dozên JÎTEM’ê û qetilkirina rojnamegerên li herêmê de polîs an jî leşker tên parastin û wiha got: “Li ser navê dewletê van kesan diparêzin. Ji ber ku parêzerên bersûcan gotin ku dê doza JÎTEM'ê beraet bike, ji heyetê re peyamek bû. Vê dozê nîşanî me da ku daraz û dewlet di bin kontrola hev de dixebitin. Lihevkirina hikûmeta AKP'ê ya bi Ergenekonê re di doza Şemzînanê de bû sedema biryareke wiha. Her çiqas me dizanîbû ku kiryarê Susurlukê û bûyerên din kî ne, lê hat nixumandin. Lê dosyaya Şemzînanê ne wek wan dozan e, ji ber ku ev kes hatine girtin. Me gelek delîlên wek belgeyên di wesayitê de hatin dîtin, xêzkirin, raporkirina navên kesên ku bên kuştin, xêzên cihê karê min û heta xêzkirina wêneyê min bi dest xistin. Tevî van hemû delîlan û hemû kiryarên dadgehên berê jî beraat kirin. Îro jî protokola danişînê nehat amadekirin. Dîsa nêrîn ango mutalaya dozger mina ku min bidarizîne ji min re hat. Di mutalayê de me dît ku heyfa wan hatiye ku ‘çima Seferî Yilmaz nehatiye kuştin’ nîşanî me da.” 
 
'DILÊ XELKÊ WAN MEHKÛM KIRIYE' 
 
Yilmaz da zanîn ku ev êrişkar di dilê raya giştî û gelê Şemzînanê de mehkûm bûne û got: “Çimkî her kesî şahidiya vê bûyerê kir. Bi vê biryarê re îrade û beyanên gelê Şemzînanê hat redkirin. Em ê li dijî vê biryarê îtîrazên xwe bikin, çimkî em dixwazin ev yek di nava dîrokê de cih bigire. Ev biryarek nehiqûqî ye. Ev biryara bêhiqûqî baş dide nîşandan ku dijminatiya gelê kurd tê kirin. Biryar nîşaneya neyartiyê ye. Em vê dozê wek têkoşînekê û doza gelê kurd dibînin. Tevî hemû gef û astengiyan jî ji bo ev kes werin darizandin çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
'ÎQTIDARÊ BIRYAR DA' 
 
Seferî Yilmaz anî ziman ku ev biryar ne biryarek ku ev heyet bide ye û got: “Ev biryarek mekanîzmaya ku heta Wezareta Dadê diçe ye. Vê biryarê teqez îqtidara heyî da.” 
 

Sernavên din

25/12/2021
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin