Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye

  • rojane
  • 11:20 20 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Endamê Rêveberiya TTB’ê Alî Bayram diyar kir ku her roja ku diçe karneye mafê mirovan li Tirkiyê ber bi nebaşiyê ve diçe û got: “Me ji bo Tirkiyê check up kir. Îqtidar rê li ber hemû bêhiqûqiya vedike.” 

Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) di 5’ê kanûnê de Kongreya Giştî ya Asayî ya 36’emîn li dar xist û Erînç Sagkan ji bo serokatiyê hat bijartin. Parêzer Alî Bayram ê delegeye Baroya Şirnexê ji lîsteya Sagkan ket hilbijartinê û wek endamê Desteya Rêveberiya  TTB’ê hat bijartin. 
 
Bayram derbarê hiqûq, edalet û azadiyan de ji ajansa me re axivî. 
 
Bayram destnîşan kir ku li Tirkiyê bi giştî atmosferek nebaş heye û got: “Di warê maf, hiqûq û azadiyan de gelek nîqaş tên kirin. Ev atmosfera nebaş ji nêz ve tevahiya civakê eleqedar dike. Yekîtiyek û tifaqek hat avakirin. Ji ber vê ruhî jî yekîtiya baroyan serkeftinek bi dest xist. Di her warî de şert bû ku êdî rêveberiya yekîtiya baroyan biguhere. Ev guhertin û vê yekîtiyê li Tirkiyê û bajarên bakurê Kurdistanê rê li ber gavên erênî vekir.” 
 
‘BARÊ ME GIRAN E’
 
Bayram anî ziman ku ev rêveberiya nû tenê wê ne bi baroyên wê bijartiye re wê bi tevahiya baroyan re yekîtiyekê çêke û got: “Li Tirkiyê kêşeya hiqûq, demokrasî û aştiyê heye. Em armanc dikin ku li vî welatî bibin deng û rengê kesên dengê wan hatiye tepisandin û yên nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Em jî dizanin û di wê ferqê de ne ku barê me gelek giran e. Lê em ê hewl bidin ji heqê van kêşeyan derkevin.” 
 
Bayram da zanîn ku her kes ji polîtîkayên heyî yên li Tirkiyê nerazî ye û ev jî rastiya Tirkiyê dide nîşandan û lê belê hiqûq her kesî eleqedar dike. Bayram got li Tirkiyê maf û hiqûqa gelek kesan tê binpêkirin û ew ê destûr nedin vê yekê û divê daxwaza her kesî ya maf û hiqûq were pejirandinê. 
 
‘EM Ê JI BO ÇARESERIYÊ GAVAN BIAVÊJIN’ 
 
Bayram anî ziman ku ji ber ku rêveberiya berê bi îqtidarê re tevdigeriya gelek dihat rexnekirin û got: “Di hilbijartinê de jî mijara me ya sereke kêmasiyên rêveberiya berê bûn. Me li ser van pirsgirêkan û kêmasiyan tespîtên xwe kirin. Em dixwazin bi awayek saxlem çareseriyê ji van kêşeyan re bibînin û bibin bersiv û wezîfeya xwe bi awayek herî baş bibin serî. Serokê me yê nû vekirî û pêşbîniyên wî hene. Her tiştê li Tirkiyê diqewime dibîne. Di ferqa wan pirsgirêkan de ye ku kîjan girîng e û divê bi lezgînî were çareserkirin. Me ji bo Tirkiyê check up pêk anî. Em ê ji bo pirsgirêkên germ yên li Tirkiyê û Kurdistanê komîsyonan ava bikin. Wê komîsyonên me aktîf bin û bi lez mudaxile bixin. Wek nimûne li girtîgehan, kuçeyan, dadgehan li ku dibe bila bibe, li ku mafê mirovan were binpêkirin, em ê li wir bi lez mudaxile bikin. Em dixwazin bi rismek erênî û xweşik derkevin pêşberî gelên Tirkiyê.” 
 
‘ZELALKIRINA DOSYEYÊN KIRYAR NEDIYAR DEYNÊ STÛYÊ ME YE’ 
 
Bayram bal kişand ser dosyeyên faîlên wan nediyar û got: “Ji bo ku em wan dosyeyên faîlên nediyar derxin zelaliyê, deynê stûyê me ye. Di nava TTB’ê de gelek deng û regnên cuda hene. Em ê van deng û daxwazên cuda bikin yek û li ser daxwazên maf, edalet, hiqûq û azadiyan tifaqekê ava bikin. Polîtîkaya necezakirinê bûye rastiya Tirkiyê. Binêrin hêj dosyeyên kiryar nediyar ên salên 90’î nehatihne eşkerekirin. Baroyan jî para xwe ji vê wergirt. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi awayek tarî hat kuştin. Hêj faîlên Tahîr Elçî nehatine tespîtkirin. Li ser vê dosyeyê perdeyên tarî hene. Wê tevahiya jiyana di ber dosyeyên kiryar nediyar de da lê ew bi xwe jî bi bûyerek wiha hat kuştin. Zelalkirina dosyeya Tahîr Elçî jî deynê stûyê me ye. Li herêma me gelek binpêkirinên mafan ên dij mirovane ji valakirina gundan bigire heta kuştinên bi komî pêk hatin. Em ê tu baroyê tenê nehêlin û tu welatiyî bêparastin nehêlin. Em ê xwedî li hemû dozên ku bûne hiş û bîra Tirkiyê, wek Doza Malbata Dedeogullari, Doza Tahîr Elçî û dozên din derkevin.” 
 
‘DIVÊ MAF Û AZADÎ PÊK WERE’ 
 
Bayram destnîşan kir ku divê Tirkiye ji rastiyên xwe nereve û wiha domand: “Lazim e heqîqetê û rastiyê bisepîne, heke ji wan faîlan hesab were xwestin, wê demokrasî pêk were. Wê çaxê dê civaka li Tirkiyê li hev were û aştî bikeve nava wan. Heke li Tirkiyê hin kes xwediyê îmtiyazê bin an jî îqtidar van kesan biparêze wê demê ne mimkin e li Tirkiyê hiqûq pêk were. Wê çaxê dê hemû maf û azadiyên gelê Tirkiyê di bin tehdîdê de be.” 
 
‘DOZA ROBOSKÎ RASTIYA ME YE’ 
 
Bayram bal kişand ser Doza Komkujiya Roboskî jî û wiha got: “Berê ji bo Doza Roboskî pêvajoyek dihat birêvebirin lê belê ji ber kêmasiya hin ewraqan bi bariyeran re rûbirû ma. Pişt re dosye birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Pişt re DMME’yê jî bi hêceta ku rêyên hiqûqa navxweyî hemû nehatine şixûlandin, dosyeyê red kir û paş de şand. Ji wê rojê ve heta niha tu pêşketine çênebûye. Divê ser vê dosyeya girîng neyê girtin. Çimkî sûcê mirovahiyê hat kirin. Çi dibe bila bibe kengê dibe bila bibe lazim e ev dosye were lêpirsînkirin û faîl derkevin holê. Pêwîste ev dosye ji nû ve were vekirin. Ji bo vê jî îradeyek lazim e. Pêwîstî bi îradeyek ku vê rewşa dij mirovî eşkere bike heye. Pêwîste parêzvanên mafê mirovan, baro û hikumet bibe li ser dosyeyê bibe yek û dosyeyê derxe zelaliyê.” 
 
‘KARNEYÊ MAFÊ MIROVAN Ê TIRKIYÊ XERAB E’ 
 
Bayram bal kişand ser rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne pêkan e ku meriv qala atmosfera hiqûqî ya li Tirkiyeyê bike. Mirovên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û derketina wan jî tê astengkirin. Mafên mirovan di bin lingan de tê binpêkirin. Berê weke Baroya Şirnexê me raporek derbarê binpêkirinên mafan ên di encama lêpirsînên girtîgehê de weşandibû. Lê ti encamek erênî derneket. Lêpirsîn didomin, lê ev lêkolîn di dema xwe de bi dawî nayên. Tenê vê hefteyê 3 kes mirin. Tevî ku nexweşxane û Saziyên Tiba Edlî (ATK) radigihîne ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî nayên berdan. Ev li Tirkiyeyê pirsgirêkeke kronîk e. Li tevahiya Tirkiyeyê atmosfereke nebaş heye.
 
Parêzvanên mafên mirovan û baro dixwazin haya raya giştî li ser tiştên ku diqewimin hestiyariyek ava bike, lê ji hêla hikûmetê ve têne paşguhkirin. Divê hikûmet gavek beriya gavekê ji xeletiyên xwe paşde gav bavêje û rastiyê bibîne. Rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe. DMME her sal derbarê Tirkiyê de bi sedan biryarên binpêkirinê dide û dibêje Tirkiye mafê mirovan binpê dike. Ji ber vê sedemê Tirkiye di civaka navneteweyî de bi xerabî tê bibîranîn. Em dixwazin Tirkiye bi xwe re rûbirû bimîne û pirsgirêkên li welêt çareser bike. Ger dadgehên li Tirkiyê bi awayekî vekirî û şefaf rûbirûyê wan bibin, ev pirsgirêk dernakevin holê û li Tirkiyê ti pirsgirêk dernakeve.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

25/12/2021
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin