Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin

  • rojane
  • 11:24 16 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Kêliya cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş biribûn ATK’ê gelek malbat li wir kom bûn û bertek nîşanî xemsariya îqtidarê dan û gotin: “Em ne cenazeyan em zarokên xwe dixwazin.” 
 
Girtiyên nexweş nayên berdan, li heps û zindanan di şert û mercên giran de tên ragirtin û yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Girtîgeh, nexweşxane û Saziyên Tiba Edlî (ATK) raporên neyînî didin ango raporên girtî “dikare di hepsê de bimîne” didin û adeta girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Ji ber vê xemsariya saziyên darazê di nava 2 rojan de sê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Girtiyê nexweş Abdulrezak Suyur (56) li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê, Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind û Salîh Togrul ê ku girtîbû û di sala 2014’an de ji ber nexweş felç bûbû hat berdan, li nexweşxaneyek Mêrsînê jiyana xwe ji dest dan.  
 
 
HEJMARA DERKET 684'AN 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 604 jê rewşa wan giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her wiha di 10 salên dawî de 682 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Bi mirina du girtiyên nexweş ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan ev hejmar derket 684’an. Ji bo ku êdî darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehan dernekevin hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl, parêzvanên mafê mirovan û malbatan berdewam dikin. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan 31 roj in li Baroya Amedê, Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Duh dema van malbatan bihîst ku Halîl Guneş jiyana xwe ji dest daye, berê xwe dan ber ATK’a Amedê û nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran dan. 
 
‘BÊEDALETIYEK WIHA LI TU DEVERÊ TUNE YE’
 
Încî Guler a ku birayê wê Abdulselam Guler nexweş e û li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D tê ragirtin û ji bo wî di Nobeda Edeletê de nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ji bo ku cenazeyên me ji girtîgehan dernekevin, meheke em di nobedê de ne. Lê belê me di rojekê de agahiya mirina du girtiyan wergirt. Bi qasî nayê vegotin em xemgîn in. Bêdaletiyek wiha li tu devera dinyayê tune ye. Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan. Lê îro em du cenazeyan radikin. Ev bêedaletî gelek me xegîn dike. Em gazî Wezareta Dadê dikin; qanûnan di ber çavan de derbas bikin. Kîjan ewlet ewqasî girtiyên nexweş girtî dihêle? Çawa dibe ku ATK dibêje ‘bila di girtîgehê de bimînin’. Kîjan desteya tibê vê biryarê dide? Em wan şermezar dikin. Çimkî ev şerma herî giran e.”
 
FIKARÊN MALBATAN ZÊDETIR DIBIN 
 
Reşahat Ada ya xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada yê li Girtîgeha Amedê Jimara 2’yan a Tîpa T tê ragirtin jî ji ber di rojekê de du girtiyên nexweş mirin e fikarên xwe anî ziman û got wan nobeda edaletê li dijî van mirinan daye destpêkirin. Reşahat Ada kêliya ku diaxivî xemgîn bû, giriya û wiha got: “Meheke em rûdinin û em her roj dibêjin ‘bila cenaze dernekevin’. Lê di mehekê de du cenaze hatin. Gelo heq û edalet ev e? Divê em neyên ber deriyên morgan û li benda darbestan nesekinin. Ji bo em bêdeng dimînin, îro li vir in. Em hemû malbatên girtiyan bi fikar in. Îro ev cenaze hat dibe sibê yê me were. Em naxwazin van xeberan bibihîzin. Lê em ê paş ve gavê neavêjin. Daxwaza me ya edaletê wê berdewam bike.” 
 
'EM ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’ 
 
Fevziye Kolakan a dayika girtî Ahmet Kolakan ku li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê Jimara 2’yan a Tîpa T tê ragirtin jî bang kir ku hemû girtiyên nexweş werin berdan. Kolakan destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û got: “Ew tedawî nakin bila berdin em ê tedawî bikin. Êdî bes e bila ev cenaze bi ser me ve neyên. Êdî em darbestan naxwazin. Em dibêjin bila cenaze neyên, lê cenaze bi ser me ve tên. Em vê zilmê qebûl nakin. Çavê wan vê zilmê nabîne? Em vê edaleta wan naxwazin. Em ne cenazeyan, zarokên xwe dixwazin.”
 
DAXWAZA EDALETÊ 
 
Behiye Sevîm a ku xizma girtî ye jî bertek nîşanî biryara nebardana girtiyên nexweş da û wiha got: “Ev doktor çawa doktor in, çawa van biryaran digirin? Rewşa zarokên me pir giran e. Lê mîna ku tu tiştekî wan tune be raporan didin. Bi salan di girtîgehan de dimînin û bi qansêrê dikevin. Cezayê wan diqede jî lê nayên berdan û dixwazin poşmaniyê bi wan bidin qebûlkirin. Ev ne edalet e. Em edaletê dixwazin û heta edalet bicih were em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

21/12/2021
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin