Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin

  • rojane
  • 11:33 10 Kanûn 2021
  • |
img

STENBOL - Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç diyar kir ku Konseya Ewropayê di çarçoveya armancên xwe yên damezrandinê de tevnagere û wiha got: “Tişta ku gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin asta têkoşîna heyî ye.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan bê kontrolkirin di 27’ê Tîrmehê de, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) dabûn. Komîteyê jî di civîna 30’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de têkildarî serlêdanê, biryarên xwe aşkera kirin. 
 
KWKE’yê di biryara xwe de ji ber kêm agahiyan Tirkiye rexne kir û heta Îlona 2022’yan wext da Tirkiyeyê ku agahiyên berfireh bide wan. Wasiyê Ocalan, parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku komîteyê di encama têkoşînê de dosya xist rojeva xwe û bi lêv kir ku divê komîte pêvajoya piştî vê bişopîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku biryarê bi cih bîne. 
 
 
PIŞTÎ 10 SALAN GAV AVÊTIN
 
Dînç, dazanîn ku Komîteya Wezîran ku DMME’yê û biryarên wê kontrol dike demekî dirêj gav naavêt û destnîşan kir ku girîng e ku komite piştî demekî dirêj mijarê bixe rojeva xwe. Dînç, diyar kir ku dosyaya ku Komîteyê wergirtiye rojeva xwe 10 salan zêdetir li DMME’yê hat sekinandin û wiha got: “Me di sala 2004’an serî li DMME’yê dabû. Lê Komîteyê nû girt rojeva xwe. Me destnîşan kir ku ‘cezayê hefsê yê muebbeta girankirî’ li gorî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpêkirina maf e. Deh sal piştî serlêdanê DMME’yê biryar da. Ligel 8 sal bi ser biryarê derbasbûn jî Komîteya ji kontrolkirina biryaran berpirsyar ev yek qet negirt rojeva xwe û ji bo ev biryar pêk bên jî tu zext li Tirkiyeyê nekirin.”
 
NÊZÎKATIYEKE POLÎTÎK 
 
Dînç, destnîşan kir ku DMME û Konseya Ewropayê di çarçoveya armancên xwe yên damezrandinê de tevnagerin û wiha berdewam kir: “Ev sazî xwe weke saziyên ku ji bo mafên mirovan û pêşketina demokrasiyê têdikoşin, nîşan didin. Lê belê dema mijar Birêz Ocalan be, ev prensîb bi temamî radiwestîne û mûzakereyên siyasî û berjewendiyên siyasî derdikevin pêş. An jî hûn ê bibînin ku di nava salan de binpêkirinên mafên mirovan ên bi vî rengî yên qirêj hene û belav bûne, lê belê hûn ê ji bo holê rakirina vê yekê tiştekî nekin. Ev ne tiştekî pêkan e. Dema mijar dosyayên cuda be, raya giştî dizane ku DMME û Desteya Wezîran çiqasî bi lez û bez wan bi rê ve dibin. Lê belê dema kurd û birêz Ocalan di bin mijar, ev sazî li pişt biryarên xwe jî nasekinin. Bêguman ev nêzîkatî, nêzîkatiyeke polîtîk e.” 
 
BIRYAR POLÎTÎK IN
 
Dînç, bi lêv kir ku di cîhanê de tecrîdeke weke ya Îmraliyê nîne û wiha axivî: “Di vê nuqteyê de CPT bi têrkerî helwestê nîşan nade. CPT’yê di rapora xwe ya dawî de got şert û mercên Îmraliyê tecrîdeke mutleq e û ne li gorî peymanên navneteweyî ne û ev jî nayê qebûlkirin Her wiha pêşniyar kir ku sîstemeke ku Birêz Ocalan di her demê de karibe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, bê avakirin. Lê belê pêşniyara wî tu carî bi cih nehat anîn. Yanî dema mijar Ocalan be, derdikeve holê ku ev sazî jî hîn bêhtir polîtîk tevdigerin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
 
Dînç, xwest ku bêyî Komîte dereng bimîne ji Tirkiyeyê bixwaze ku derbarê Îmraliyê de gav werin avêtin û di vê çarçoveyê de heta Îlona 2022’yan wext dayê. Dînç, bi lêv kir ku Tirkiye biryaran paşguh dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî tê wê wateyê ku dê gavekê neavêje. Bêguman ev biryar dibe ku bingeha azadiya Birêz Ocalan dabîn bike. Dibe ku çawa li pişt biryarên ku beriya niha girtiye nasekine û li pişt vê biryarê nesekine û dibe ku di vê mijarê de zextê li Tirkiyeyê neke. Lê belê eger ji aliyê civakî ve xwedî li daxwaza azadiyê ya Birêz Ocalan were derketin, eger di asta saziyên neteweyî û navneteweyî de xwedîderketineke cidî di warê bicihanîna rastî ya vê biryara heyî de hebe, biryar dikare bi cih were anîn.”
 
Dînç, bal kişand ser serdana CPT’yê ya Îmraliyê û wiha pê de çû: “CPT’yê serdana Îmraliyê kir û rapor amade kir. Lê raporên ku amadekirine jî na şopîne. Divê êdî tişta bikeve ser milê wê pêk bîne. Bêguman têkiliyên van saziyan bi hev ve heye.” Dînç, bi bîr xist ku di sala 2020’an de qanûna înfazê hatibû sererastkirin û wiha got: “Sererastkirin ji bo berdanên bi şert hatin kirin. Ev yek jî tevî şert û mercên serbestberdana wan, nahêle ku mirov bê berdan. Em ê ti carî nekevin nava argûmaneke ku Birêz Ocalan ‘ji bo civakê xetere ye.’ Berovajiyê vê yekê, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, afirandina şert û mercên karibe di çareseriyê de rola xwe bilîze, gelekî bi kêrî raya giştî tê.”
 
AZADIYA BIRÊZ OCALAN JI BO TEVAHIYA CIVAKA CÎHANÊ PÊWISTIYEK E
 
Dînç, serdema ku dengê Ocalan digihişt civakê bi bîr xist û got: “Ji ber ku em dizanin ku dema şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze pêk were, wê di pêşketina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, azadiya kurdan, azadiya gelê xwe yê li Rojhilata Navîn û pêşketina demokrasiyê de pêşketinên bi heybet rû bidin. Me pêvajoya 2013-2015’an jî jiya. Ji aliyê objektîf ve, azadiya Birêz Ocalan ne tenê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û civaka cîhanê pêwîstiyek e.”
 
‘HEWLDANÊN ME DEWAM DIKIN’
 
Dînç, qala wextê ku Komîteyê da Tirkiyeyê kir û wiha got: “Ev yek di rastiyê de nîşan dide ku Tirkiye wê ti gavan neavêje. Ew dê vê li pêvajoyê belav bike û ew dê bi vî awayî nekeve nava pêngavê. Lê belê, asta têkoşînê ye wê gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin. Heta ku ev biryar bi cih were anîn wê hewldanên me her hebin. Hewldanên me yên neteweyî û navneteweyî wê dewam bikin. Tirkiye bi salan e vê biryarê piştguh dike. Weke ku biryareke wisa nîne tevdigere.” Dînç, destnîşan kir ku eger Tirkiye li gorî biryara komîteyê tevnegerin dibe ku gelek binpêkirin werin rojevê û wiha domand: “Ji aliyê komîteyê ve dê pêvajo heta pêkanîna vê biryarê berdewam bike. Divê komîte di rojeva xwe de bimîne, roleke aktîftir bigire ser xwe. Dikare ji bo Tirkiyeyê jî pêvajoya binpêkirinê jî jî bide destpêkirin. Her wiha pêvajoyek heye ku wê hemû rê li ber vekişandina Tirkiyeyê ya mafên dengdanê yan jî betalkirina endametiya meclîsê veke. Bêguman wê berdêlên siyasî jî hebin. Dema ev tên sepandin, bandorên mezin in.”
 
‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ PÊK WERE’
 
Dînç, dazanîn ku 8 meh in ji Ocalan tu agahiyan nagirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Daxwaza me ya ewil, rakirina tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê ferzkirine. Hevdîtinên telefon, parêzer û malbatan nînin û name nayên teslîmkirin. Divê ev tavilê bên rakirin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de şertên tecrîda mutleq ku nahêle birêz Ocalan bi civakê re têkiliyê deyne bên rakirin û şert û mercên ku em karibin bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin bên afirandin. Ji bo demekî dirêj jî afirandina şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe di warê demokrasî û azadiyan de rola xwe bilîze, berjewendiya gel li ber çavan bigire ye. Her wiha divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were misogerkirin.”
 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mehmet Aslan 
 

Sernavên din

14/12/2021
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike