‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'

  • rojane
  • 09:39 10 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Hiqûqnasan bal kişandin ser têikoşîna malbata Şenyaşarê ya nobeda xwe ya edaletê didomîne û diyar kirin ku malbata Şenyaşarê di têkoşîna ji bo mafên mirovan de bûye sembolek girîng. 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Alî Arslan û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa bi boneya Hefteya Mafên Mirovan têkoşîna malbat Şenyaşarê nirxandin ku 277 roj in li ber Edliyeya rihayê têkoşîna xwe ya ji bo Edaletê didomînin. 
 
Vefa, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafên mirovan zêdetir dibin û li Rihayê jî ji zû de mafên mirovan hatine rawestandin. Vefa, bibîr xist ku têkoşîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê ji 14'ê Hezîrana 2018'an ve didome û bal kişand ser Nobeda Edaletê ya malbatê. Vefa, destnîşan kir ku nobeda edaletê ya malbatê ji bo hemû kesên doza edaletê dikin çalakiyeke girîng e û got: "Malbat bi vê têkoşîna xwe û çalakiya xwe ji bo me hemûyan bûye ronahî. Kesên behsa mafên mirovan dikin ewilî divê li ber Edliyeya Rihayê mêze bikin." 
 
‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ WAN'
 
Vefa, bibîr xist ku kesên tiliya wan di komkujiya li hemberî malbata Şenyaşarê de hene nehatine darizandin û got: "Malbata Şenyaşarê, hiqûqê bibîr hiqûqnasên li fakulteêkn hiqûqê perwerde bûne, lê wê pêk naynin dixe. Kesên tiliya wan di vê komkujiyê de nehatin darizandin. Emîne Şenyaşar doza edaletê dike. Emîne Şenyaşar tenê ne ji bo xwe, ji bo her kesî doza edaletê dike. Emîne Şenyaşar li dijî hêza ku bi çejan dixwaze mirovan biçewisîne. Ev hêz, komkujiyek pêk anî û ger ev kes neyên darizandin dê wisa bibe ku em ê hemû bidin dû edaletê. Mexdûrên niha malbata Şenyaşarê ye. LSibê dibe hin kesên din bin. Lewma divê em bibin dengê Emîne Şenyaşarê." 
 
‘DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN CEZAKIRIN'
 
Vefa, destnîşan kir ku daxwazên malbatê mafên mirovan e û got: "Her hal tu tişt bi qasî vê ne êşbar e ku mirov hiqûqê bibîr hiqûqnasekî bixe. Emîne Şenyaşar bi salan e vê dike. Ev komkujî li saziyeke dewletê pêk hat. Wezîr û walî jî li wir bûn. Dewlet divê kesên komkujiyan dikin neparêze. Bi dehan kesan êrişî kargeha wan kir. Fadil Şenyaşar jî xwe parast. Li dikana we bi êrişeke qeleşkofan re rû bi rû man. Dosye bi cezakirina FAdil Şenyaşarê ku bavê wî û du birayên wî hatin kuştin bi dawî bû. Hê jî biryara veşarî ya ji bo tiştên li nexweşxaneyê qewimîn didome. Dosyeyek zêdetirî 3 salan wisa veşarî namîne. Ev gumana ku delîl hatine windakirin zêde dike. Ev binpêkirina mafê darizandina adil e. Ev tenê zirarê nade malbata Şenyaşarê, dide dewletê jî. Em dixwazin darizandineke adil bê kirin û demildest berpirsiyar bên cezakirin." 
 
ARSLAN: MESELE NEPÊKANÎNA MEWZÛATÊ YE
 
Arslan jî bibîr xist ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin PEymana Mafên Mirovan a Gerdûnî heye û got: "Li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de gelek mewzûat hene. Lê meseleya sereke nepêkanîna wan e." 
 
DEWLET ŞIRÎKÊ BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ YE'
 
Arslan, destnîşan kir ku malbata Şenyaşarê ji bo mirovan doza edaletê dikin bûye sembol û ji roja nobed dest pê kiriye heya niha 4 demsal derbas bûne. Arslan, bal kişand ser astengiyên ku malbat bi wan re rû bi rû dimînin û got: "A ku malbatê ber bi vê nobeda edaletê ve şand; pêşneketina dosyeya lêpirsîn ye ku 3 sal û 6 meh in wek xwe ye. Ji ber ku meqamên edlî peywira xwe neanîn cî, malbat jî li ber edliyeyê dest bi nobedê kir. Malbat tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî doza edaletê dike. Dewlket bi terefgiriya xwe bûye şirîkê binpêkirina mafên jiyanê. Ji bo vê lêpirsîneke çalak divê. Ev peywira dewletê ye, gava vê neke mafê jiyanê binpê dike." 
 
‘BÛ SEMBOL'
 
Arslan, destnîşan kir ku li ser darazê wesayeteke siyasî heye û got: "Divê xwedî li têkoşînên ji bo edaloetê bê derketin û bên berbelavkirin. Her kesî qîrîna malbatê ya ji bo edaletê bihîst. Ji 9'ê Adara 2021'm heya niha gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl serdana malbatê kirin. Muxatabê sereke yê vê yekê Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclîsê hê jîs erdana malbatê nekiriye. Îro roja mafên mirovan e, dê pîrozbahî bên kirin. Ên behsa mafên mirovan dikin pêşî divê malbat Şenyaşarê bibînin. Malbat, sembola têkoşîna ji bo mafênmirovan e." 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

14/12/2021
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike