Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne

  • rojane
  • 09:12 4 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Şirnexiyan anîn ziman ku ji ber qereqol û qûleyên ku li herêma wan hatine çêkirin tu rihetî ji wan re nemaye û nikarin debara xwe bikin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Dewletê zozanên me desteser kirin. Em vê qebûl nakin, em ê gilî bikin."
 
Li Şirnexê polîtîkayên "ewlehîparêz" berdewam dikin. Li herêmê di bin navê “aramiyê” de heta niha bi dehan qereqol û qûle hatine çêkirin. Li devera Cûdî, Besta û Gabarê ji ber van qereqol û qûleyan çavkaniyên debarê yên şêniyên herêmê hatine desteserkirin û tunekirin. Her wiha ev qereqolên ku seranserê herêmê dorpêç kirine, ji bo jiyana şêniyên herêmê jî cihê xetere û talûkeyeke mezin in. 
 
Şêniyên Kaniya Mîra û Çiyayê Pîra yên herêma Bestayê diyar kirin ku bêyî wan qereqol li warê wan hatine çêkirin û piştî qereqol hatine çêkirin eskeran ew  ji zozanan derxistine. Welatiyan destnîşan kirin ku dê giliyê van qereqol û qûleyan bikin. 
 
'ZOZANÊN ME DESTESER KIRIN' 
 
Ji niştecihên herêma Kaniya Mîra Taybet Gungen (55), anî ziman ku ew bi darê zorê ji zozanan hatine derxistin. Gungen, destnîşan kir ku vê zordariyê qebûl nakin û got: "Piştî qedexeyên derketina derve me ji xwe re pez kirî û me bi sewalkariyê debara xwe kir. Me pişt re berê xwe da zozanan. Lê belê hem leşkeran û hem jî cerdevanan nehiştin ku pezê me biçe zozanan. Em ji nêçariî derbasî zozanên Navyan bûn. Em nêzî mehekê li wir man."
 
Gungen, diyar kir ku gava çûne zozanên Navyanê, li wer eskeran her şev dora wan digirt û ji ber vê nikaribûne tiştekî bikin. Gungen got: "Bi rezaletî derbas bû. Şevekî derdora zozanên me girtin. Me nizanibû ji ber çi ye. Pişt re sibehê zarokên me gotin 'em ê biçin simaqê kom bikin.' Gava zarokên me diçin dibînin ku li zozana me qûle danîne. Yek danîbûn Milazinê, yek jî danîbûn Giresorê. Derdora me hemû girtine û dibêjin ku ew ê kuleyan û qereqoline din jî çêbikin. Piştî ku qereqol û kule çêkirin avên me jî birîn. Heger ku ew av nebe, em nikarin li wir bimînin. Debara me jî li ser wê avê ye. Cihê ku leşker tê de ne jî didin ber agir. Nahêlin ku heywanek tê de biçêre." 
 
Gulgen, bilêv kir ku ger li zozanên heyî jî qereqol bên çêkirin dê nikaribin debara xwe bikin û got: "Ji lew re jiyana me li ser wî pezî ye. Kereng, soryaz û her cure giya li wir şîn tê. Biharan em diçûn, me ev giya berhev dikirin. Lê zozanên me desteser kirin."
 
WÊ GILÎ BIKIN
 
Gungen, anî ziman ku ew van qûle û zozanan naxwazin û bang kir: "Piştî ku leşker hat zozanên me, em nikaribûn li wir bisekinin. Me nikaribû biçe nimêj jî bike û serê xwe jî bişo û pezê xwe jî bidoşe. Çi heqê wan li zozanên me nîne. Em ê der heqê wan de doz vekin. Çimkî dema ku zozanên me ji destê me biçin em ê çi bikin? Em doza zozanên xwe dikin. Ji bo zozanên me, ava me ji destê me dernekeve em ê daxwazname bidin. Em qebûl nakin ku dewlet dest bide ser zozanên me. Em naxwazin ku zozanên me û milkê me ji dest me derbikevin. "
 
'ZOZANA DEBARA ME BÛN'
 
Ji heman herêmê Hîkmet Taşar ( 56) jî bilêv kir ku esker tu rihetiyê nadin wan û got: "Ez hatime vî temenê xwe heta niha sewalkariyê dikim. Em îsal serbestî neçûn zozanên xwe. Em çûn Rîsorê, lê destûr nedan ku pezê me derbas bibe. Me pişt re pezê xwe bir û bi derfetên xwe pezê xwe derbas kir. Di rojên dawî de leşker li zozanan me bi cih bûn û em ji zozanên me derxistin. Ev 50 salin ew zozan a me ye. Lê niha dewletê dest daniye ser. Di demsala biharê de em ê doza zozanên xwe bikin, heger dan me em ê biçin, heger nedan em ê wisa bimînin. Em ê çawa debara xwe bikin? Qereqolên xwe li ser erdê me çêkirine. Me ji wan tu rehetî nedît. Ji nêçariya xwe me bar kir û em hatin. 20 sal beriya niha em bi rehetî li zozanên xwe diman. Lê niha tu xweşî nehiştine. Zozanên me û erdê me hemû kirin qereqol. Zozanan debara me bûn. Lê bi çêkirina wan qereqolan hemû ji destê me çûn." 
 
Şêniyê herêma Çiyayê Pîra Taybet Gungen (57) jî da zanîn ku li erdê wan beyî destûr û daxwaza wan 2 qereqol hatine çêkirin û ev tişt anîn ziman: "Debara me bi sewalkariyê ye. Lê îsal dewletê li ser erd û zozanên me qereqolên xwe çêkirine. Em êdî nikarin li ser vê erda xwebijîn. Heta niha 3-4 qereqol di rêya me de çêkirine. Em dema ku diçin zozanên xwe bi saetan tên sekinandin. Beriya niha tiştek wiha tune bû. Lê niha zozanên me dorpêç kirine. Ji me re dibêjin 'em ji bo parastina we li vir in.' Lê parastina çi halê çi. Ji astengiyê û zehmetiyê pêvetir tişteke din nadin me. Piştî ku nehiştin ku em için zozanên xwe û pezê xwe biçerînin çi wateya parastina wan dimîne? Berê tu pirsgirêkên wiha tune bûn. Em bi serbestî dihatin û diçûn. Îsal hişkesalî jî hebû. Lê dîsa jî nehiştin em pezê xwe bibin. Me sewalên xwe dernexistun derveyî sînorên ku wan destnîşan dikirin. Me ji ber wan bar kir."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/12/2021
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî