Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’

  • rojane
  • 11:37 1 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Kurdên li Sûr û navendên din ên ku bi şerê bi "Plana  Hilweşandinê” yê îqtidara AKP'ê re rûbirû man di daxwazên xwe yên nasname û statûyê de israr dikin.
 
Tirkiyeya ku 19 sal in ji aliyê îqtidara AKP’ê ve tê birêvebirin, tevî hemû hewldanan jî di nava krîzeke siyasî, aborî, civakî û îdarî de ye ku roj bi roj mezin dibe û kûr dibe. AKP ya ku Sîstema Serokatiyê ya ku ji bo pirsgirêkên kronîk ên li welat weke çareseriyeke lezgîn û bi bandor ambalaj kir, bi heman çarenûsa hikûmetên berê re rûbirû maye, ji ber ku sîstem bi xwe vediguhere gloka pirsgirêkan û dibe qeyranek “rejîma dîktatorî.” Destpêka vê heta vê dawiyê her tim li dijî kurdan şer hat kirin. 
 
PLANA HILWEŞANDINÊ
 
Piştî çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de "Plana Hilweşînê" di Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya di 30'ê Cotmeha 2014'an de hat amadekirin, bi vê yekê hewl tê dayîn ji bo qirkirina li hemberî siyaseta kurd tê kirin rewa bikin. Ev plana veşartî ya ku di kulmekê de hatibû veşartin, dema ku AKP di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ku di bin gefên partiya desthilatdar û dengê bombeyan de pêk hat de desthilatdariya xwe winda kir û bi tena serê xwe bibe desthilatdar, yekser kete meriyetê. li orta Diyarbekirê diteqe. Li ber çavê AKP’ê dewlet di 24’ê Tîrmehê de vegeriya polîtîkayên ewlekariyê.
 
RAGIHANDINA ‘XWERÊVEBERIYÊ’ 
 
Zordestî û tundiya ku hat kirin, gelê kurd ji daxwaza statûyê dûr nexist, ji bilî eşkerekirina wê rêyek din jî nehişt. Navenda bajarê Şirnex û navçeyên wê Silopiya û Cizîrê, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, li navçeya Gevera Colemêrgê, li navçeyên Gimgim û Kopê yên Mûşê, li navçeya Artemêtanê ya Wanê, li navçeya Bazîdê ya Agirî, li navçeyên Sûr, Farqîn û Licê yên Amedê û gelek navendên din ên wekî Êlih û Bedlîsê daxuyanî hatin dayîn û ji aliyê Meclîsên Gel ên li wan navendan ve “xwerêveberî” hatin ragihandin. 
 
Qedexeya derketina kolanan a li hemberî bajarên xwerêveberiyê ku pêşî li Gimgimê di 16’ê Tebaxê de hat sepandin, pişt re li 11 bajar û 45 navçeyên herêmê bênavber 252 roj qedexeya derketina derve ya bêdem û bêdorveger hat ragihandin û veguherî polîtîkayên êrişê û vê yekê şer jî bi xwe re anî. Yek ji cihê herî zêde şerê dijwar lê qewimî navçeya Sûrê ya Amedê ku bi 240 rojan qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê lê hatibû ragihandin. 
 
‘DAXWAZA XWERÊVEBIRINÊ’ 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê di "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan" a 9 mehên destpêkê yên sala 2015'an de bi gotina “Em dixwazin xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin” sedema daxwaza rêveberiya xweser a Meclîsa Gel a Sûrê vedibêje û behsa binpêkirinên li navçeyê hatine kirin dike. 
 
Hevşaredarên Sûrê yên wê demê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût ji ber ku eşdarî daxuyaniya “xwerêvebirinê” bûn di 19’ê tebaxa 2015’an de hatin binçavkirin û bi îdiaya ku “yekîtî û tevahiya dewletê xera kirine” hatin girtin. Ciwan û xelkê navçeyê ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin, di meha îlonê de li hin taxan xendek kolan û barîkatan çêkirin.
 
SIYASETA QEDEXEYAN Û TUNEKIRINÊ
 
Li Sûrê di navbera 6'ê Îlon û 30'ê Mijdara 2015'an de bi giştî 4 caran 9 rojan qedexeya derketina derve li 15 tax û kolenekê hatibû ragihandin. Qedexeya çaremîn a bi kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdarê de li ber Minareya Çar Ling pêk hat hat îlankirin û 2 rojan dewam kir.
 
Qedexeya 5’emîn a ku di 2’ê Kanûna 2015’an de hatibû îlankirin taxên Cevatpaşa, Hasirli, Dabanoglû, Savaş, Cemal Yilmaz û Fatîh Paşa girtibûn. Piştî qedexeya 17 saetan a 10’ê Kanûnê ya ji bo tehliyekirina sivîlan a li van taxan hate rawestandin, qedexeya 6’emîn a ku di 11’ê Kanûnê de dest pê kiribû, heta 29’ê Tîrmeha 2016’an dewam kir û gihişt 240 rojan. 
 
Dewletê di bin navê “Bayrak-12 Operasyonu” de operasyon bi rê ve bir û di 9’ê adara 2016’an de bi dawî kir. Di 104 rojên qedexeyan de şerên dijwar qewimîbû û ciwanên kurd jî berxwedanek bêhempa nîşan dabûn. 
 
Li gorî daneyên Serfermandariya Giştî li Sûrê 53 leşker, 2 jê serleşker û cerdevan, 17 polîs û cerdevanek, bi giştî 71 polîs, leşker û cerdevan jiyana xwe ji dest dane. 392 leşker, 128 polîs û 3 cerdevan bi giştî 523 kes birîndar bûne. 
 
Tevî ku navçeya sûrên Amedê di lîsteya UNESCO de bû jî di encama şer de li 6 taxan 22 hezar û 323 însan ji cihê xwe bûn. Her wiha li van taxan bi sedan mal û mekanên dîrokî hatin tunekirin. Bi vî awayî hat xwestin ku navçeya Sûrê ya xwedî dîroka bi hezarê salan bêbîr (bêhafize) were hiştin. 
 
Piştî vê hilweşandinê li van taxan malên nû ji aliyê TOKÎ ve hatin çêkirin û tê gotin li gorî ruhê mîmarî û dîroka Sûrê hatiye çêkirin. Ev malên hatine çêkirin dişibin girtîgehan. 
 
KURDAN DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNEDA 
 
Lê her çiqas şer bû sedema mirin, birîndarkirin û wêraniyên mezin jî, ne Sûr û ne jî bajarên Cizîr, Nisêbîn û Geverê yên bi heman rengî ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, dev ji daxwazên xwe yên nasname û azadiyê bernedan. Kurdên ku di sedsala nû de qebûl nedikirin ku weke kole bijîn, tevî operasyonên qirkirina siyasî yên bi şer û pevçûnan re, di hilbijartinên salên pişt re de jî dudilî nebûn ku di tercîhên xwe de eşkere û bi israr bûn. Tevî desteserkirina îradeya gel a bi rêya qeyûman jî gelê kurd kêliyêk dest ji daxwazên xwe rewa bernedaye. 
 
 

Sernavên din

05/12/2021
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye