41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin

  • rojane
  • 14:22 20 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Îkbal Eren a ku 41 sal in ji bo birayê xwe yê mezin Hayrettîn Eren ê ku di binçavan de hat windakirin têdikoşe, li ser gotina Kemal Kiliçdaroglû ya “hevhelalkirin” wiha got: “Em hevhelalkirinê û rûbirûbûnê em tevlihev nekin. Ez bi yên ku vê zilmê li me dikin re, hevhelal nabim.” 
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 869'an de çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê çalaki li dar xistin û li aqûbeta Hayrettîn Eren ê ku di 21'ê Mijdara 1980'an de li Saraçhaneya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
TÊKOŞÎNA 41 SALAN 
 
Xwişka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren bal kişand ser wê yekê ku tevî îfadeya 5 kesan jî aqûbeta birayê wê nehat aşkerakirin. Eren da zanîn ku edalet pêk nayê û got: “41 sal in em têkoşîna edaletê didin. Di vê têkoşînê de me dayîk, bav, birayên xwe winda kirin. Dê û bavê min nekarîn aqûbeta kurê xwe zanibin û şîna wan qet naqediya. Li cihê ku wan hişt em ê têkoşîna xwe didomînin."
 
ÎTÎRAFÊN EYMÛR Û PEKER 
 
Eren anî ziman ku di van mehên dawî de li Tirkiyeyê rewşên nenormal diqewimin û got: "Patronê mafyayê (Sedat Peker) derdikeve û Mehmet Agar wekî îşkencekar û berpirsyarê kuştinên kiryar nediyar radigihîne. Mehmet Agar bixwe jî gotibû, ‘Eger ez kerpîçekî bikişînim wê dîwar hilweşe û her kes bikeve binê wê’.Heger dozgerên vî welatî hebin, we nebihîst, ma hûn vî mafya û Mehmet Agar nabihîzin? Mehmet Eymür bi serbestî îtîraf dike ku wî îşkence kiriye û sûcên li dijî mirovahiyê kiriye. Me her tim dipirsî, ‘Kiryar û hin windahî li ku ne?’ Me got ku berpirsiyarê windahiyên me Mehmet Eymûr e. Dozger rabûne dozan li Dayikên Şemiyê vedike, ma hûn bi xwe vî kujerî nabihîzin?" 
 
HEVHELALKIRIN Û HESABDAYÎN 
 
Eren bal kişand ser gotina Kemal Kiliçdaroglû ya “hevhelalkirinê” jî û wiha got: “Ji min tê xwestin ku ez çi bikim? Ma ji min tê hêvîkirin ku bi wan kesên ku birayê min îşkence kirin, kuştin û wêran kirin re bibêjim, "Weleh xelet e, em xatirê xwe ji bîr bikin û ji bîr bikin?" Tiştek e ku em her tim dixwazin ku ev kujer bên darizandin û bi malbata min re rûbirû bibin. Em hevhelalkirinê û rûbirûbûnê em tevlihev nekin. Ez bi yên ku vê zilmê li me dikin re, hevhelal nabim. Heger hûn bêjin helal, ne mimkûn e ku ez xatirê xwe ji wan kesên ku mafê jiyanê yê birayê min ji binpê kirin ên ku 41 sal in vê zilmê li me dikin hevhelal bikin.” 
 
‘BERPIRSIYAR DEWLET E’ 
 
Xizma Hayrettîn Eren, Setenay Yarici jî vê hefteyê metna daxuyaniyê xwend. Yarici diyar kir ku berpirsyariya windakirina Hayrettîn Eren dewlet e. Yarici anî ziman ku parastina kiryaran polîtîkayeke dewletê ye û got: “Lêpirsînên di derbarê windakirinên di girtîgehê de tên kirin, ji aliyê hiqûqî ve ne mimkûn e ku peywirdarên cemaweriyê yên ku di sûcê de cih girtine, ji ber ku li dijî hiqûqa sûcê madî tên kirin, nekarin bên dîtin û darizandin. Ji ber ku îtîrafên îşkence, windakirin û kuştinên siyasî yên ku ji aliyê rayedarên cemaweriyê yên burokratên asayîşê yên payebilind ên bi agahiya dewletê ve tên kirin, li ber çavên dewletê bi bêdengiyê re rû bi rû dimînin û tê xwestin normalîze bibin.” 
 
Yarici destnîşan kir ku divê aqûbeta Eren were zelalkirin, li dijî wî sûcê mirovahiyê hatiye kirin û ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê û Meydana Galatasarayê bernedin. 
 

Sernavên din

24/11/2021
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin