118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin

  • rojane
  • 09:18 20 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Ji 3 endamên HPG'ê ku di 26'ê tîrmehê de ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve dîl hatibûn girtin. 118 roj in agahî ji wan nayê girtin. Malbata endamê HPG'ê Ayhan Tatli, bertek nîşanî PDK'ê da û xwest aqûbeta lawê wan were diyarkirin. 

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di  26'ê tîrmehê de li nêzî gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê komek endamên HPG'ê dîl girtibûn. Derbarê bûyerê de, di 31'ê tîrmehê de HPG'ê daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di vê komê de Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçobanê ya Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava ye hene. Li tevî hemû hewledanan jî heta niha ji aliyê PDK'ê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin û aqûbeta 3 endamên HPG'ê nayê zanîn. Ev 118 roj in agahî ji vê koma HPG’ê nayê girtin. Malbatên ku hewl didin ku agahî ji zarokên xwe bistînin bendewariya wan didome. Ji aliyê malbatan ve hate ragihandin ku MÎT'ê ji PDK'ê xwestiye ku HPG'yiyên ku dîl hatine girtin radestî wan bên kirin. 
 
'PDK AGAHÎ NADE' 
 
Malbata Ayhan Tatli ê ji navçeya Hezexê ji bo ku agahî bistînin di 9'ê tîrmehê de berê xwe dan Hewlerê. Lê belê hemû hewledanên wan bê encam man. Birayê Tatli, Saît Tatli jî di heman demê de li Hezexê ji aliyê tîmen taybet ve di serdegirtina malê de hat girtin û şandin girtîgeha Wanê.  Xwîşka Tatli, Leyla Tatli pêvajoya ku birayê wê ji aliyê PDK'ê ve dîl hat girtin wiha vegot: "Dema ku ev bûyerê qewimî haya me jê tune bû. Ji ber ku em koçeriyê dikin, her yek ji me li cihekî bû. Bi riya televîzyonê em pê hesiyan. Piştî ku xebera malbatê jê çêbû birayeke min çû Başûrê Kurdistanê. Lê me tu agahî ne ji wî û ne jî ji hevalê wî ne sitendin. Mirî be saxbe em nizanin. Hin dibêjin saxin, hin jî dibêjin di girtîgehê de ne û hin ji dibêjin mirin e. Me bi tu awayî agahî ne sitend û kes tiştekî bi me re jî parve nake. PDK'ê pişta xwe da me. Ji bo ku em agahî werbigirin, me bangawazî kirin. Lê ev bangawaziyên me nehatin bihîstin."
 
‘ASAYÎŞA PDK'Ê GEF LI MALBATÊ XWAR’ 
 
Tatli, anî ziman ku hêzên PDK'ê gef li malbata wê xwariye û wiha domand: "Li gel malbata min heval û dostên me jî çûbûn Başûrê Kurdistanê. Asayîşa PDK'ê gef li wan xwaribû û ji wan re gotibû, 'Hûn çi kes in û hûn çima hatine vê derê, çi karê we li vir heye?'  Ji malbatê re dibêje, 'Malbata wî bila bê' Malbatê gotibû em malbata wî ne. Bi vî awayî çavê malbatê tirsandibûn û malbat ji nêçariya xwe vegeriyabû. Ev pêkanîn dilê mirov birîndar dike. Çawa dibe ku birayê mirov, xwîna mirov van tiştan tîne serê mirovî. Em jî kurd in û ew jî kurd in. Çawa dibe ku wîjdana wan qebûl dike û vî tiştî dikin. Em ne ji tu welatên din hatine. Em ji heman axê ne. Tenê di navbera me de sînor heye. Em birayê hev in çawa dibe qetla biratiyê dikin. Dibêjin heta ku kuçik jî goştê kuçik naxwin. Lê belê PDK niha vê hovitiyê dike. Em PDK'ê şermezar dikin."
 
BIRAYEK JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE BIRAYEK JI ALIYÊ PDK’Ê VE
 
Tatli, da zanîn ku 2 birayên wê di heman rojê de dîl hatine girtin û got: "Birayê min Saît jî di heman rojê de ji aliyê Tirkiyeyê ve di serdegirtina malan de hate girtin. Ji bo girtina wî tu sedem tune bûn. Bi hincetên pûç hate girtin. Di wê dosyayê de gelek kes hatin girtin, lê niha birayê min tenê di girtîgeha Wanê de tê girtî maye. Birayek min ji aliyê Tirkiyeyê ve birayek min din jî ji aliyê PDK'ê ve hate girtin. Ji ber ku diya min nexweşe me ji wê re negotiye ku birayê min ji aliyê PDK'ê ve dîl hatiye girtin. Agahiya wê ji vê bûyera dawî tune ye." 
 
BANGAWAZΠ
 
Tatli, xwest ku aqûbeta birayê wê were zelalkirin û ev bang kir: "Heger PDK bira be, însan be û wîjdan pê re hebe wê qetla biratiyê neke. Mirîbin yan jî saxbin em dixwazin ku agahiyekî jê bistînin. Heger mirîbin em cenaze dixwazin, heger saxbin jî bila nîşanî me bidin. Em naxwazin ku bira birayê xwe bikuje.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

24/11/2021
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin