Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne

  • rojane
  • 09:52 28 Îlon 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê, welatiyên ku gundên wan hatine şewitandin û destûr nayê dayîn ku careke din vegerên gundên xwe nerazîbûnên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: "Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye, heger hebûya wê ketina gundan serbest bûna." 
 
Li Tirkiyeyê, di encama polîtîkayên ewlehiyê ku ji sala 1984'an ve berdewam dikin 4 hezar gund hatine valakirin û herî kêm 3 milyon mirov bi darê zorê hatine koçberkirin. Herî zêde jî li Şirnex û navçeyên wê gund hatine şewitandin û welatî ji gundên xwe hatine derxistin. Piştî fermana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a "Pêşiya mala xwe jî biçînin, cîhê xwe vala nehêlin", ji bo vegera gund ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve pakêtên cûrbecûr yên teşwîqê hatin ragihandin. Ji bo vegera gundan heya 100 hezar TL'yî piştgirî tê dayîn. Lê belê li Şirnexê hê jî têketina gelek gundan qedexe ye û her roj li bejahiyên van gundan agir bi daristanan tên xistin. Ji van gundan Cifanê, Nênewa, Derşêwa, Şaxê, Deştalala,Meydî û gelek gundên din welatî heta ku ji walitiyê û qeymeqamên navçeyan  destûr nexwazin nikarin bikevin van gundan. Şêniyan van gundan bertek nîşanî van pêkanînên dewletê dan û daxwaz kirin ku dorbêça li ser gundên wan bi dawî bibe. 
 
 
'ME BI SEDAN DAXWAZNAME ŞANDIN' 
 
Ji gundê Şaxê yê Cizîrê Mehmet Tûrûg (42), da zanîn ku bi salan e ji bo ku biçin gundên xwe serlêdan dikin, lê ev daxwaza wan her tim tê redkirin û wiha axivî: "Di sala 1994'an de gundê me vala kirin. Dema ku gundê me hat valakirin ez zarok bûm. Ji nêçarî em çûn metropolên tirkan xebitîn. Pişt re em dîsa vegeriyan Cizîrê. Weke wan salan di van salan de jî roj nîne ku gundên me neşewîtinin. Ne dar ne rez û ne jî baxçe ji me re hiştin. Em daxwaz dikin ku biçin gund, lê destûr nadin. Walîtî û qaymeqamî destgûr didin. Lê tabûra Hîsar nahêle ku em bikevin gund. Alîgerên wan bi rehetî diçin gund, fêkî û zeviyên xwe av didin. 5 zarokên min hene û ez nikarim debara xwe bikim. Me bi sedan daxwazname dane lê em nikarin bikevin gund. Gund ji bilî me ji herkesekî re serbest e. Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Heger hiqûq hebûya ez ê bikaribûma biçûma gundê xwe."
 
'DI 27 SALAN DE TENÊ 2 CARAN ÇÛME GUND' 
 
Ji gundê Deştalala yê Şirnexê Emîne Dûymak (65) jî nerazîbûn nîşanî qedexekirina têketina gundan da û got ku bi van pêkanînan herêmê bêmirov dihêlin û ev tişt anî ziman: "Dema ku em ji gund derketin me nikaribû tiştekî jî bi xwe re bînin. Ji gundê xwe em derbasî gundeke din bûn. Ji wî gundî jî em derbasî Cizîrê bûn. Em ketin kirêyan. Ev 27 sal in em ji gundê xwe derketine û tenê 2 caran ez çûme gund. Em destûr jî dixwazin nadin me. Ew diçin keda me tînin dixwin û her sal jî gundê me dişewitînin. Baxçeyên me, rezên me û pezê me hebû. Li gundê me her tiştek çêdibû û me li ser wê debara xwe dikir. Lê nahêlin ku em biçin gundên xwe û têketina gund qedexe ye." 
 
'JI BILÎ CERDEWANAN KES NIKARE BIKEVE GUND' 
 
Ji şêniyên gundê Deştanala Taybet Bayik (70) jî bi lêv kir pêkanînên di salên 1990'an de li herêmê bênavber didomin û diyar kir ku her sal bi şewatan dixwazin şopên jiyanê li gundên wan tune bikin û wiha got:  "Ev zêdetirî 27 salan e em ji gund derketin. Rezên me hebûn, bêhivên me hebûn. Lê hemû şewitandin û ez niha biçim ez ê nas nekim. Mêşên me yên hingivîn şewitandin. Gundê me hatiye valakirin heta niha ez tenê carekî çûme gund. Ji wê rojê heta niha ji min re derde ku ez biçim gund. Erdê me hebû û me debara xwe li ser wî erdî dikir. Lê niha tiştek nema ye û her tişt şewitandine. Îsal jî yek der nehiştin ku neşewitandine. Her der şewitandin. Ji bilî cerdewanan û hêzên ewlehiyê  nahêlin ku kes biçe gund. Îro ji min re bibêjin têketina gund serbeste ez ê biçim mala xwe ji nû ve ava bikim. Min dike teror û mirîşka me dike teror û têketina gund qedexe dikin. Em dixwazin vê qedexeya li ser gundê me rakin."
 
'YEK DAR LI GUND NEHIŞTIN' 
 
Ji gundê Meydî yê Şirnexê Mehmet Gûzen (69) jî  anî ziman ku ew bi salan e bi hesreta gundê xwe dijî û ev tişt gotin: "Li gundê me her tişt hebû. Lê gundê me niha qedexe ye. Heta ku destûr nedin em nikarin biçin gund. Ev ne hiqûqî ye. Ev 30 sal in gundê me vala kirine ev 10 sal in ez neçûme gund. Dibêjin gund serbest bûne. Tişteke wisa tune ye û ev gotin ne rast. Gundê me hemû şewitandiye. Yek dar li gund nehiştine."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Omer Akin
 

Sernavên din

30/09/2021
09:06 Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin
09:06 Li Farqînê jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin
09:06 KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
09:06 Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN
08:32 PDK'ê Hesen piştî 112 rojan serbest berda
29/09/2021
20:16 227 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Malbata Yazan li benda cenazeyê kurê xwe ye
18:57 Malbatan piştî 6 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin
16:04 CFWIJ: Nûçegihaniya jinan tê terorîzekirin.
15:37 Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:03 Dadgehê pirsa 'te çima qîr nekir?' ji zaroka hat tecawîzkirin pirsî
14:33 Doza Fîgen Ektî hat paşxistin
14:23 Baroya Amedê: Bila penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin
12:21 Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest
12:21 Cenazeyê Kahraman Sûnar hat veşartin
12:21 Ayeta kurdî ji tabeleya mizgeftê hat rakirin
12:05 Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê
11:37 Agahî ji ciwanê ku Talîbanê binçav kiriye nayê girtin
11:20 Encamnameya Konferansa Jinan: Rejîma qeyûm a zayendperest dê hilweşe
10:43 3 demsal derbas bûn: Heta pêkanîna edaletê em veneqetin
10:42 Karkerekî ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
10:41 Li Herêma Bestayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire