Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne

  • jin
  • 15:18 2 Tîrmeh 2021
  • |
img
BURSA - Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya xwe ya "Ji xizaniya jinan re na" hevdîtina xwe ya Herêma Marmarayê da destpêkirin. Şandeya HDP'ê bi Platforma Jinan a Bursayê re hat gel hev. Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan di hevdîtinê de axivî û got: "Îqtidara AKP'ê gûmanbarê her sûcê ku li hemberî jin û zarokan tê kirinê ye."  
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya kampanya xwe ya "Ji xizaniya jinan re na" de, hevdîtina xwe ya bi jinan re didomîne. Şandeya HDP'ê di serî de li Osmangaziya Bûrsayê li otelekê bi Platforma Jinan a Bursayê re hat gel hev. Di hevdîtinê de Hevseroka giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan,  Berdevka Meclisa Jinan a DHP'ê Ayşe Acar Bajaran, Hevberdevka Komîsyona Rêxistinê ya HDP'ê Ozlem Gunduz, parlamenter Zuleyha Gulum,  Endamên Komîsyona Jinan Bedîa Akkaya, Feray Mertoglu, Tulay Çolak, Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag, Endamên Meclisa JInan a HDP'ê ya Bursayê û gelek jin tevli bûn. 
 
'WÊ JIN TENÊ BARÎKATAN HILNEWEŞÎNIN...' 
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di destpêkê de axivî, jinên çalakvan ku duh li Taksîmê çalakî pêk anîn silav kir û got: "Em gelek caran bi qasî ku nikaribin jin û edaletê di nav heman hevokê de bi kar bînin dibin şahidê bê edaletiyê.  Ev têkoşîna jinê wê tenê bi hilweşandina barîkatan bi sînor nemîne û wê îqîtdara serdest a Mêr jî têk bibe. Êdî me hemûyan jî dît ku xizanî jî tenê para jinê ye. Çareseriya vê jî têkoşîna hevpar e." Başaran kesên li Madimakê hatin qetilkirin jî bi bîr anîn û got: "Mixabin Tirkiye bûye weatê komkujiyan. Li dijî vê bê edaletiyê di serî de jin em ê test ji têkoşînê bernedin."
 
'WÊ XEYALÊN DENÎZAN NÎVCO NEMÎNE' 
 
Pervîn Bûldan di destpêkê de hemû jinên girtî silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di têkoşîna jinê de cudatiya cih û demê tune ye. Em li vir têkoşîna Denizê jî bi bîr tînin û em ê bi têkoşîna wê girêdayî bin. Ji bo hesabê vê komkujiyê bê pirsîn em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em ê destûrê nedin ku xeyalên Denîzan nîvco bimîne. Xeyal û têkoşîna Denîzan xeyal û têkoşîna me ye. Di heman demê de xewna me ye! Ew ê têkoşîna me bijî."
 
STRANÊN HASRET GULTEKÎNAN BI DAWÎ NEBÛN 
 
Bûldan bal kişand ser Komkujiya Madimakê ya 2'yê Tîrmehê û wiha got: "28 sal berê 33 nivîskar, hunermend û 2 xebatkarên otelê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ez her kesên di vê komkujiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez li ber wan bejna xwe ditewînim. Em vê zihnyeta ev komkujî kir ji komkujiyên Meraş, Çorum, Gazî, Gezî û ji 17 hezar cinayetên kiryarê wê ne diyar ji komkujiyên Pirsûs, Enqereyê nas dikin. Li gor me ev sûcên li dij mirovatiyê divê nekeve ber demboriyê. Ew ê nikaribin demê bidin sekinandin! Ew ê dawî li helbestên Metin Altiokan neyê."
 
'WÊ TU JIN NEMÎNIN KU EM DENGÊ WAN NEDIN BIHÎSTIN' 
 
Bûldan bi lêv kir ku HDP xwe bi nûnertiya wekhev bi rêxistin dike û siyaseta xwe dike û partiya jinan e û wiha domand: "Em nûnertiya têkoşîna hevpar a jinê dikin. Dê tu jin nemînin ku em dengên wan nedin bihîstin. Loma ev demeke dirêj e em di çarçoveya Kampanyaya Ji bo Jinan Edalet de hevdîtinên 'Ji Xizaniya Jinan re Na' pêk tînin. Ev hevdîtin hêz û cesaretê dide me."
 
'ÎQTIDAR TÊK DIÇE' 
 
Bûldan di hevdîtinên xwe de bal kişand ser pirsgirêk û daxwazên jinan û got: “Hevdîtinên ku pêk hatîn hêzek dide me û biryarbûn û werêktiya me xurt dike. Em şahîdiya rizîbûna îqtîdarê dikin, êdî têk diçe. Di encamê de xizanî, birçîbûn, sefalet û bêdaletî jî li dora civakê dorpêç dike. Ji bilî qismek biçûk a nêzî îqtîdarê, bi milyonan kesên ku li vî welatî dijîn bi xizaniyeke dîrokî re rûbirû ne.”
 
'ÊRIŞ ASTA RIZANDINÊ NÎŞAN DIDE' 
 
Bûldan diyar kir ku jin di her qadê jiyanê de bi edaletiya pergala serdest a mêr re rûbirû dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin di karên bê ewle de dixebitin, jin mehkûmê jiyana asta herî kêm dikin. Her wiha li aliyek jî li hemberî jinê her cureyên sûc pêk tên û jin tên qetilkirin. Bi taybetî jî li hemberî zarokan êriş zêdetir dibin. Doza Elmali mirovan matmayî dike û em carek din dibînin ku mêr ji hêla dadgehan ve tên parastin. Li şûna ku edaletê pêk bîne hejmara sûcan zêde dike. Bi deste dadgehê êrişên li hemberî zarokan tên meşrûkirin. Ev tişt asta rizandinê nîşan dide.” 
 
'SÛCÊN TÊN KIRIN POLÎTÎK IN'
 
Bûldan destnîşan kir ku sûcên ku li hemberî jinan pêk tên polîtîk in û wiha axivî: “Çend sûcên ku li hemberî jinê polîtîk be, sûcên li hemberî zarokan jî heman tişt e. Di êrişa zayendî ya li Weqfa Ensarê divê mirov ji bîr neke. Sûcên ku li hemberî zarokan bê ceza dimînin. Sûcên li hemberî zarokan polîtîk e, bi rêxistinî û bi pergalî pêk tê. Ji ber vê sedemê em di Peyman Stenbolê de israr dikin. Peymana Stenbolê ji bo me temînat e. Betalkirina peymanê kêyfî ye. Îqtîdara AKP’ê li hemberî zarok û jinan sûcdar e. Îqtîdar bi betalkirina peymanê wezîfeyên xwe yên li hemberî jin û zarokan ji holê rakir. Îqtîdar bi tirsê, çewisandinê û bêewle hiştinê dixwase serdestiya xwe ya mêr li ser piyan bigire. Bi şikandina hêza jinê hewl dide ku bi ser keve. Lê divê îqtîdara bizane ku jin bi biryar û bi werêk in dê li qadan têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
'HÊZA JINAN DIKARE ÎQTIDARÊ HILWEŞÎNE' 
 
Bûldan di dawiya axaftina xwe de bal kişad ser têkoşîna jinan û got: “Hêza rêxistinbûna jinan dikare îqtidarê hilweşîne. Heke li hemberî destkeftiyên jinan êriş zêde dibin divê bê zanîn ku îqtîdar têk diçe. Werêktiya me dibe tirsa îqtidarê. Jin tucarî li hemberî îqtidarê serî natevîne. Em qadên jiyanê ji pergala mêran re nahêlin. Her roja me dê bibe mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê.” 
 
Piştî civînê şandeya HDP'ê çû serdana karkerên çandiniyê û tekstîlan. 
 

Sernavên din

05/07/2021
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod